​Banga DEM Partiyê ji bo Akin Gurlek: Li Gorî Destûra Bingehîn û Biryarên DMME’yê Tev Bigere

Kurdi

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, derbarê rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da. Dogan, bang li Wezîrê Dadê yê nû Akin Gurlek kir ku li gorî sond û peywira xwe tevbigere.

​Ayşegul Dogan destnîşan kir ku di pêvajoyê de deriyekî dîrokî vebûye û wiha got: “Ev derî dikare bi raporeke hevpar heta dawiyê vebibe û serdemeke nû bi hiqûq û dadgeriyê dest pê bike. Daxwaza civakê dadperwerî ye. Gava dadperwerî pêk hat, dê pirsgirêkên antî-demokratîk jî ji holê rabin.”

​Dogan, di 27’emîn salvegera 15’ê Sibatê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: “Ger derbarê Birêz Ocalan de fikar an jî meraqek hebe, tişta ku divê were kirin eşkere ye: Divê şert û mercên ku Ocalan karibe rasterast têkiliyê deyne bên avakirin. Ji kerema xwe, ji xeynî daxuyaniyên ku ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê an jî saziyên me ve nehatine piştrastkirin, bawerî bi tu nûçeyan neynin.”

​Dogan, derbarê hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de jî agahî dan û diyar kir ku di vê hevdîtinê de îradeya hevpar a ji bo pêvajoyê careke din hatiye piştrastkirin. Dogan anî ziman ku ji bo avêtina gavên berbiçav, divê Meclîs û wezaret xebatên xwe zêdetir bikin.

​Ayşegul Dogan, tayînkirina Akin Gurlek a wekî Wezîrê Dadê jî nirxand û wiha banga xwe anî ziman:

​”Banga me ji bo Akin Gurlek ev e: Divê tu li gorî metna sonda xwe, yanî li gorî Destûra Bingehîn tevbigere. Divê xala 90’emîn a Destûrê pêk bîne û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bixe meriyetê. Ger dixwaze serbixwebûna darazê nîşan bide, bila edaletê pêk bîne.”

​Dogan herî dawî got ku dê civak û bi milyonan mirov çavdêriya gavên Wezaretê bikin ka dê li gorî hiqûqê bin an na.

İlginizi Çekebilir

Leverkusen’de İnsan Hakları İçin Bir Buluşma: Sinema, Hafıza Ve Dayanışma
Alman Anayasa Mahkemesi, İsrail’e silah ihracatına ilişkin itirazı reddetti

Öne Çıkanlar