Futbol lîstikeke wusa ye ku carinan wekî jiyanê bixwe ye; carinan serkeftinên mezin, carinan jî têkçûnên kûr dihewîne. Lê belê, tiştê ku futbolê ji lîstikekê wêdetir dike û rih dide wê, fedakarî û exlaqê sporê ye. Mixabin, bûyerên dawî yên têkilî Amedsporê û rêbaza veqetîna rahêner Sînan Kaloglu, nîşan dide ku ev nirxên heyî birîndar bûne.
Heger em bi çavê teknîkî lê binerin, rast e; di lîstika Amedsporê de di van demên dawî de kêmbûnek hebû. Lê ma futbol ne lîstika îhtîmalan e? Heger maça Adana Demirspor û maça Pendiksporê —ku tîma dijber 10 kes mabû— bi encameke din bi dawî bibûna, îro dibe ku Amedspor di rêzên 5-6’an de bûna û me behsa têketina Play-Offê bikirana. Di futbolê de “serkeftin û têkçûn” tiştên asayî ne, lê tiştê ne asayî û ne exlaqî, êrişa li ser kedê ye.
Êrişa ku li dijî Sînan Kaloglu hat kirin, birîneke kûr vekir li qada sporê. Hê bêtir xemgînî ew e ku rêveberiya Amedsporê û birêz Nahit Eren, li şûna ku li hemberî vê tundiyê bisekinin û xwedî li dîrektorê xwe derkevin, bi awayekî lezûbez dawî li peywira wî anîn. Ev helwest, ne li Amedsporê û ne jî li kesayetiya rêveberiyê hat. Şandina birêz Sinan Kaloglu bi vî rengî, ne tenê şikandina dilê wî ye, her wiha teslîmbûna li ber tundiyê ye.
Ez ji zarokatiya xwe ve di nav futbolê de me. Dema ez tundî û nijadperestiyê di nav vê lîstikê de dibînim, ez tenê ne ji futbolê ji mirovahiyê sar dibim. Amedspor tîmek e ku her tim bi faşîzmê re rû bi rû maye. Ji Sakaryayê heta Erziromê, ji Sîwasê heta Bursa û Ankaragücüyê, gelek caran rastî êrîşên herî giran ên nijadperestiyê hatiye. Ev faşîzm û nijadperestiya ku li Tirkiyeyê hat normalîzekirin îro li Amedê ji aliyê holîganekî ve li hemberî rahêner Sînan Kaloglu rû da.
Bifikirin; kurekî we heye, futbolvan e an rahêner e. Ew şev û roja xwe, dil û canê xwe dide tîma bajarekî an neteweyekê. Ma wijdan dipejirîne ku ji ber şaşiyeke piçûk hemû keda wî di nava rojekê de were binpêkirin? Ev bêrehmî ye, ev neheqiyeke mezin e.
Li hemberî Sînan Kaloglu êrîşeke hovane pêk hat, lê wekî bersiv, wî “veqetîneke bêwefa” ji rêveberiyê dît. Futbol berî her tiştî lîstikeke mirovî ye. Heger em mirovahî û wefayê ji nav derxin, tişta ku dimîne tenê top û qadeke vala ye. Amedspor tevî bajarê xwe sembola berxwedan û edaletê ye, ne ya lezûbez biryargirtinê di bin zexta tundiyê de.
Ez weke nivîskarekî kurd û futbolhezekî malavatiya birêz Sînan Kaloglu dikim û dibêjim; ked pîroz e û ya ku her tim bi ser dikeve, wijdan e.









