Hikmet Serbilind: Meha Remezanê Pîroz Be…

Kurdi

İro 1‘e Meha Remezaniye, Meha Remezanê meha rehmetê pîroz be.Di wî mehê de Xwedê teala rojîgirtin li ser misilmana ferzkiriye. Xwedê Teala di ayeta 183’an ji sûreyê Beqere, armanca ferzbûna rojiyê wiha diyar dike: „Gelî yên ku bawerî anîne! Rojîgirtin, çawa li ser umetên beriya we hatibû ferzkirin, herwiha li ser we jî hatiye ferzkirin; da ku hûn xwe biparêzin.“ Di ayete din de Xwedê teala wiha diyar dike: (Ev rojên bijimar) Meha remezanê ye, ew a ku Quran tê de hatîye şandin ku ayetên we ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq jî batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji we ev meh bi ser da hat (ku li malê be û li ser hêza xwe be), bila di vê mehê da rojî bigre.

Çi kesê (ku di van rojen de) nexweş be yan jî rêwî be (rojîya xwe jî tê de ne girtibe) bila bi qasî wan rojên ku di wan da rojî negirtîye, di rojê din de bigre. Xwedê T’ala ji bo we rehetîyê dixweze û zehmetîye naxweze. (Hûn fitrîbin qeza bikin) da hûn meha Remezanê bêkêmesî bigrin û ji ber ku hûn rastê rê kirin Xwedê T’ala mezin biderin û (barê we sivik kir) da ku hûn Xwedê T’ala bişêkirînin.” (Beqere 185) Bi taybetî gelê Kurt ji hersal zêdetir hewcedarî bi alîkarî û hevkariyê heyê.

Wekî tê zanîn gelê Kurd li Rojava di bin zilma Dagirkerandeyê,ji ber wî em jî destê xwe bikin bin kevir. Di meha Remezana pîroz de li xizm,cîran û gelê meyê feqîr xwedî derketin li ser me ferzê. Berê cejna Remezanê em fitre û zekatê xwe bigihînê wan kes û malbatên hewcedarên. Zikat, fitre û sedeqe; berê cejna Remezanê bên dayîn baş dibi.

Xwedê di Qur‘ana pirozda dibijê:Ji te dipirsin;ka(di rêka Xwedê de)ewe çi xerc bikin?Bibêje:“xêra hûn didin;ew ji bo dê û bavan,hewcedar û sêwiyan,belengaz û rêwiyane. Hun çê xêrê bikin,bêguman Xwedê pê dizane. Xwedê Rojî ya me qebul bike Înşallah. Xwedê gelê Kurd û gelên Misêlman ji şerê Zalima bi parêzê. Hêvîdarim meha Remezanê ji bo gelê Kurd û gelên misilman û gelên cîhanê bibi wesîla aramyè û aşîtiye.

*

/Serokê Giştî : PÎK- Partiya Îslamiya Kurdistan/

İlginizi Çekebilir

Rusya: Ukrayna’ya ait 43 İHA etkisiz hale getirildi
Kürtçe seçmeli ders tercihleri için son tarih 20 Şubat

Öne Çıkanlar