Mizgîniya Biharê li Çiyayên Licê: Kulîlka Newrozê Bişkivî
🔴AMED – Li navçeya Licê ya Amedê, bi germbûna hewayê re kulîlkên Newrozê yên ku wekî “mizgînvanên biharê” û “sembola vejînê” têne naskirin, li qûntarên çiyayan serê xwe ji bin berfê rakirin.
Bi nêzikbûna meha Adarê re, xwezaya Kurdistanê bi rengên binevşî û spî hate xemlandin. Kulîlka Newrozê ku di çand, dîrok û mîtolojiya kurdan de xwedî cihêrengiyeke taybet e, îsal jî bû hêviya bihareke nû.

Du Rengên Vejînê: Newroz û Pirpizêk
Di nava xwezaya herêmê de ev kulîlk bi du şêweyan xwe nîşan dide. Ya yekem ku bi rengê xwe yê binevşî tê naskirin, rasterast wekî “Newroz” tê pênasekirin. Ya din jî ku bi rengê xwe yê spîgewr balê dikişîne, di nav gel de wekî “Pirpizêk” tê binavkirin. Ev kulîlkên ku li hemberî sermayê berxwedêr in, bi helîna berfê re wekî “qêrîna azadiyê” ji bin axê derdikevin.
Sembola Serhildan û Azadiyê
Kulîlka Newrozê tenê ne nebatekê xwezayê ye; ew di heman demê de sembola dîrokî ya gelên Arî û bi taybetî di dilê Kurdistanê de, mizgîniya vejînê û qêrîna azadiyê ye. Dema ku berf li ser lûtkeyên çiyan dihele, ev kulîlka serhildêr serê xwe ji bin axê radike û dibêje: “Zivistan çû, bihar hat! Li gorî baweriya gelêrî, ev kulîlk serkeftina Kawa yê Hesinkar a li dijî Dehaqê zordar û têkoşîna ronahiyê ya li dijî tarîtiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê, her bişkivîna kulîlkekê wekî mizgîniya “Roja Nû” (New-roz) tê qebûlkirin.
Kulîlkên Newrozê ku bi bêhna xwe ya bêhempa rihê biharê li çiyayan belav dikin, heta dawiya meha Adarê dê bixemilînin û piştî wê cihê xwe bidin kulîlkên din ên biharê.
/Nûpel/











