Siyasetmedarê ji Qibrisê û endamê Parlamenta Ewropayê Lukas Forulas êrişên li ser Rojava û bûyerên dawî yên li herêmê nirxand. Fourlas destnîşan kir ku gelekî girîng e ku destketiyên demokratîk ên li herêmê bêne parastin, hiqûqa navneteweyî bi cih bê anîn û bandora komên alîgirê tundiyê bê astengkirin.
Fourlas têkildarî êrişên li ser Rojava û helwesta Ewropayê axivî û diyar kir ku weke siyasetmedarekî ji Qibrisê ew nikare destwerdaneke leşkerî û binpêkirina serweriyê ji nedîtî ve bê. Fourlas ragihand ku divê hurmeta li hiqûqa navneteweyî, parastina sivîlan û çareseriya siyasî ya di bin sîwanê Neteweyên Yekbûyî de esas bê wergirtin û destnîşan kir ku Ewropa bi bêdengiya xwe êriş bi rengekî neyekser rewa kiriye. Fourlas destnîşan kir ku armanc divê mayindekirina aramiya vê herêma hesas be.
Parlamenterê Ewropî komên tundrew û alîgirên tundiyê yên li herêmê kar dikin jî nirxand û ji ber xurtbûna van hêzan fikarên xwe anî ziman. Fourlas hişyarî da ku piştgiriya yekser an jî neyekser a aktorên navneteweyî ji bo komên alîgirê tundiyê û cîhadîst wê encamên cidî bi xwe re bîne û bi bîr xist ku Ewropayê berê berdêlên giran ji ber terorê da. Fourlas destnîşan kir ku ewlekarî û mafên mirovan nikare bibe mijara bazariyê û got, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û rêxistinên terorê divê dewam bike û hiqûqa navneteweyî bê parastin.
Fourlas nêzîkatiya Ewropayê ya li Rojava û tevahiya herêmê rexne kir û anî ziman ku tecrûbeya Qibrisê bi rengekî eşkere nîşan dide ku hestiyariyeke tercîhî encamên çiqasî xetere bi xwe re tîne. Fourlas ragihand ku di polîtîkayên Ewropayê de dem bi dem du pîvan û du standart tê bicihanîn û got, divê nêzîkatiyeke hevgirtî û esasê bi pîvan bê pejirandin.
Wekîlê Qibrisî nêrînên xwe yên li ser rêveberiya herêmê û modela demokratîk a li Rojava parve kir û diyar kir ku ew hurmetê nîşanî her hewldan û fikrê ku mafên mirovan û demokrasiyê teşwîq dikin. Fourlas ragihand ku li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya berfireh a di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ji bo rewakirina sazîbûyî ya modela demokratîk a li Rojava yekane rê ye.
Fourlas li ser mekanîzmayên piştgiriya bi Rojava re jî axivî û got, pêkanîn armanc nîne lê amûr e. Weke gava destpêkê jî diyar kir ku divê rageşî bê kêmkirin, alîkariyên mirovî bêne zêdekirin û hewldanên dîplomatîk bêne xurtkirin. Fourlas destnîşan kir ku tecrûbeya Qibrisê raxist pêş çavan ku aramî tenê bi rewatiya navneteweyî û diyaloga siyasî dikare pêk were.
/Jêder:ANF/











