🔴Navenda Nûçeyan – Di êrîşên asmanî yên artêşa Îsraîlê de ku bi şev li ser Libnanê pêk anîn, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn. Tê ragihandin ku hinek kes di bin kavilan de mane.
Bîlançoya êrîşên asmanî yên artêşa Îsraîlê yên ku bi şev li dijî Libnanê pêk anîn, hêdî hêdî zelal dibe.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Libnanê de cih girtine, di êrîşên asmanî yên li ser herêmên Aramoun û Saadiyat ên li başûrê Beyrûtê de, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Hat eşkere kirin ku di êrîşeke din de ku taxa El Matraba ya bajarê Baalbekê kiribû armanc, herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.
Piştî êrîşan hat ragihandin ku gelek kes di bin kavilan de mane û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Artêşa Îsraîlê di saetên serê sibê de daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku ligel Îranê, li dijî Libnanê jî pêleke êrîşê ya berfireh hatiye destpêkirin.










