Halil Dalkılıç : Dawîhatina şerê li Sûriyê û perwerdeya Kurdî…

KurdiYazarlar

Di bin tehdîdên Tirkiyeyê ên dagirkirin û gurkirina şer li rojhilatê Çemê Firatê ê Rojava  wek polîtîkayeke tekane her serê saetê ji hêla rayedarên Tirk ve bê dûbarekirin jî, xelkên rojavayê Kurdistanê, an jî bi giştî ên bakur-rojavayê Sûriyê, gav bi gav jiyana xwe ya rojane birêxistinî dikin. Kevirên sîstemeke xweser û demokratîk yek bi yek dirêsînin. 

Li Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê her gavên ji bo rêxistinîkirina jiyana rojane di nava Kurd, Ereb, Asûr-Sûryan, Ermen, Tirkmen û xelkên din de hem hişmendiyeke hevpar a ji bo jiyaneke hevpar pêş dixe û hem jî asanî û aramiya jiyanê hê zêdetir mayînde dike.

 Avakirina jiyanê qasî parastinê pêwîst e, belkî zehmettir e jî. Kê ava kir, jiyan jî dibe a wê/wî. Îro Kurd û xelkên din ên Rojava vî karî bi hev re dikin û jiyana xwe a xweser bi xwe û bi hev re ava dikin. 

Ji xwe; jiyaneke ku bi dest û hişmendiya serdestên biyanî ve bê avakirin, tu car nabe jiyana xweser a xelkan bi xwe. Çiqas modern û pêşketî be jî pergaleke ku hişmendiya serdestan mohra xwe lê bide, ew ê tenê bibe sedemê pişavtin, asîmîlasyon û tunekirina kultur û nirxên civakî ên xelkan.  

Dema meriv bi vî çavî li meseleyê mêzeke, wê çaxê ê girîngî û meziniya gavên ku îro li Rojava ji bo perwerdeyê têne avêtin hê baştir bibîne û fam bike. Li Rojava sîstema perwerdeyê a pirzimanî a ku 2012an li çend herêmên rizgarkirî hatibû destpêkirin, paşê di 2014an de bi rêxistinîbûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve wek awayekî hê rêxistinîtir hate pêşxistin û îro li seranserê bakur-rojavayê Sûriyê li dar e.    

Li kantonên Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê serdema perwerdeyê a nû dest pê kiriye. Gorî nûçeyên Ajansa Firatê (ANF) li herêmê bi sed hezaran zarok ê di serdema 2019-2020an de ji hêla bi deh hezaran mamosteyan ve bên perwerdekirin. Li kantonên Kobanê-Grê Spî, Qamişlo û Hasekê, ku xelkê herêmî piranî Kurd in, nêzî 350 hezar xwendekar û herwiha li Reqa, Tebqa û herêma Dêra Zorê jî 365 hezarî zêdetir xwendekar îsal ê bêne perwerdekirin.    

Wer xuya ye ku li herêmê ji bo bilindkirina kalîteya perwerdeyê amedekariyeke pir mezin hatiye kirin. Bo dibistanan cih hatine tespîtkirin, bi deh hezaran mamoste ji hêla pedagojiyê ve hatine perwerde kirin, ji bo bi sed hezaran xwendekaran kitêb û materyalên perwerdeyê bi sê zimanên ku li herêmê têne axavtin; Kurdî, Erebî û Sûryanî hatine çapkirin û amadekirin…

Rayedarên herêmê aşkere dikin ku naveroka dersan û perwerdeyê bi hişmendiya demokrasî, pirzimanî, pirrengî, pirdengî, ekolojî û wekheviya civakî a ku wek ‘netewa demokratîk‘ tê binavkirin hatine amadekirin…

Ev pêşketinana ji her hêlan ve gavên dîrokî ne…

Di derbarê pirsgirêka Sûriyê de wekî ‘şovalyeyê tenê‘ ê ku bahsa gurkirina şer dike tenê Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan maye. Amerîka bi Tirkiyeyê ve ji bo çêkirina ‘xeteke ewle‘ hem xwe li herêmê mayînde kir û hem jî bi awayekî neyekser Kurd jî kirin muhatabê dewleta Tirk. Ev pêşketin jî belkî di dîplomasiya navnetewî de wek aktorekî siyasî pêşiya temsîlbûna Kurdan veke. Li gel van pêşketinan, çend roj berê Wezîrê Karên Derve ê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got, ku “li Sûriyê şer êdî bi dawî bû û her diçe jiyan normaltir dibe.“ 

Yanî di pirgisirêka Sûriyê û Rojava de, dengê bayê dîplomasiyê êdî ji ê şer hê zêdetir derdikeve. Ji bo Kurdên Rojava di serdemeke wisa de wekî pêşxistina perwerdeyê gavên ku di jiyana civakî de têne avêtin pir girîng û jiyanî ne. Sîstemeke rêk û pêk a ku jiyana xelkê asan, hêsan û aram dike ê di dîplomasiyê de jî destê Kurdan bihêztir bike.

Helbet ne tenê li Rojava, li her çar hêlên Kurdistanê û li diyasporayê çi mezin û çi biçûk, her hewildanên wisa, ê jiyana Kurdan kurdewar û hê bi kalîtetir bike… 

İlginizi Çekebilir

Günay Aslan : Fırtınalı günler ve HDP 
Ferhat Tunç : AKP, o annelerin çocuklarına bomba yağdırıyor!

Öne Çıkanlar