Wek her neteweyî di dîroka me ya azadiyê de jî, gelek qehreman hene ku an navên wan nehatine bihîstin, an hatine jibîrkirin. Bawer dikim xwînerên ku emrê wan di bin sih û pêncan de; navê dostê min, hevalê min, qehremanê doza azadiya gelê xwe, parlamenterê bajarê Mêrdîn, Mehmet Sincar nebihîstine.
Mehmet Sincar 26 sal berê, di çil saliya xwe de, di wî emrê herî berhemdar de, li Êlihê (Batman) bi destê kontrayan hat kuştin.
26 salin ku hê qesas nehatiye girtin. Heta niha berdevkên dewletê her carê navê yekî didan, digotin me qesas tesbît kiriye, em ê bigirin. Herî dawî sûc avêtibûn ser girtiyekî endamê Hîzbûllah. Niha ew jî serbest berdan. Roja 02.10.2019an li Dadgeha 6. a Cezaya Giran a Amedê, dê mahkeme ji nû ve lidar bikeve. Divê em malbata Sincar bi tenê nehêlin.
Em berê xwe bidin wan rojên tarî yên nebixêr…
Kontrayan dest bi kuştina rewşenbîr, siyasetmedar, rêveberên partiya legal û pêşengên din ên civaka kurd kiribûn. Di wan salên tarî de ez jî serokê şaxê Stenbolê yê HEPê bûm. Li me hemûyan gef dihatin xwarin. Salek berê Musa Anter, du sal berê Vedat Aydın li Amedê, sê sal berê jî Abdulsamet Sakık li Dîlokê (Gaziantep) hatibû kuştin. Piştî kuştina Mehmet Sincar, di nava deh mehan de Muhsin Melik jî li Rihayê dê bihata kuştin.
Tansu Çiller gotibû lîsteya kesên “alîkariyê didin terorîzmê” di bêrîka min de ye. Û kuştina karsazên kurd jî destpêkiribû.
Her diçû şer girantir dibû. Gund dihatin şewitandin, dihatin valakirin. “Koruculuk Sistemi” (pergala cehştiyê) hatibû avakirin. Ji kurdan bi navê Hizbûllah (Partiya Xwedê!) çeteyek saz kiribûn. Roj tunebû ku Hizbûllah rojnîvro çend welatparêzên sivîl nekuşta û bi serbestî bimeşiyana biçûna. Ji şervan û fermandarên PKKyê yên ku teslîm bûbûn jî çeteyek hatibû sazkirin.
Kuştinên Qesasnediyar didomiya, dê hejmara kuştiyan bigihîşta 17 hezaran. Belê cara yekem bû ku parlamenterekî kurd dihat kuştin.
Di hilbijartinên sala 1991an de berendamên HEPê di lîsteyên SHPyê de hatin hilbijartin. 22 kes bûn, dê paşê ji wan 16 parlamenter li HEPê vegeriyana. Bi girtina HEPê re jî, dê ji wan, Mehmet Sincar jî di nav de, 14 kes derbasî DEPê bibûna.
Bi desteka HEPê, SHP bûbû hêza duyemîn a Meclîsê. Di serokatiya Süleyman Demirel de koalisyona DYP-SHP hikumet ava kirin. Serokê SHPyê Erdal İnönü bû cîgirê serokwezîr Demirel. Di wan rojan de Demirel, axavtina xwe ya dîrokî kir. Gotibû: “Em realîta kurd nas dikin… Li qeraxê çemê Dîcle mihek jî wenda bibe, hesabê wê ji min bipirsin!..”
Dev ji mihên wendabûyî berde, bi hezaran mirov wenda bûn, hatin kuştin û yek qesasek jî nehat dîtin. Beriya kuştina Mehmet Sincar bi şeş mehan, Demîrel bûbû Serokkomar. Tansu Çiller jî serokwezira koalîsyonê. Wezîra Karên Hundirîn Meral Akşener, (niha seroka İYİ Parti ye.) Doğan Güreş serokê giştî yê artêşe, Mehmet Ağar jî midûrê giştî yê ewlehiyê bû.
Roja 1ê Îlona 1993an de Serokkomar S. Demirel, di vekirina Meclîsê de axaftineke dirêj dikir, peyv gerand, anî ser “terorîzm”ê. Demirel, li vir berê xwe da parlamenterên DEPê û got: “Ez li vir vekirî îlan dikim ku, kî destekê dide wan kesên ku xwînê dirijînin, kî bi awayekî sempatîk nêzî wan dibin, ew; qatilên zarok û jinên me yên şehîd, qatilên leşker û polîsên têne şêhîd kirin in…” Demirel fîşeka îşaretê pê xistibû. Piştî sê rojan dê Mehmet Sîncar li Êlihê bihata kuştin.
Mehmet Sincar, li Mêrdînê li gundekî “Omeriyan” tê dinyayê. Malbat, wek axayên eşîra omeriyan tên naskirin. Eşîr bi giranî, malbat jî hema bi tevahî welatperwer in. Mehmet Teknik Lise dixwîne. “Ankara Gazi Üniversitesi Teknik Eğitim Fakültesi” qezenc dike. Ji ber êrîşên faşîstan demeke dirêj ji dibistanê bidûr dikeve, paşê xwendina xwe diqedîne. Dema xwendekar e, bi dotmama xwe (keça pismamê bavê xwe) Cihan Cizîrî re dizewice. Bavê Cîhan xanim İzzeddin Cizîrî, demek dirêj wek pêşmerge li gel M. Mistefa Barzanî beşdarî şoreşa azadiyê bûye.
Piştî lîsansa xwe werdigire, li Dêrsimê dest bi mamostetiyê dike. Xebatên şoreşgerî destek dike, dibe endamê TÖB-Der. (rêxistina yekîtiya mamosteyan) Sirgûnî bajarê Afyonê dibe. Li wir rihetiyê nadinê. Îstîfa dike, tê li Amedê dest bi esnaftiyê dike.
Darbeya leşkerî ya 1980 li dar ketiye. Li welêt şerekî giran destpêkiriye. Du birayên Mehmet Sincar, Kamuran û Remzi jî tevli şer bûne, di nav refên PKK de gihîştine asta fermandariyê û di demeke kurt de, her du bira jî hatine kuştin.
Di hilbijartina 1991an de Mehmet Sincar, li gor îttîfaqa bi SHP re, di lîsteya SHP de dibe berendamê bajarê Mêrdîn û bi dengekî bilind tê hilbijartin.
Mehmet Sincar, bi tewazûbûn û dilsoziya xwe, bi wêrekiya xwe hat hezkirin. Di nav gel de wek Qehremanekî Bêdeng hat naskirin. Zêde nediaxivî, dixebitî, kar dikir. Ew ne mîna ew kesên ku bi şatafateke pirole ya vala, xwe derdixistin pêş bû. Ew ne li pêy nav û deng; li pêy aştiyê, li pêy azadiya gelê xwe, fedakarane dixebitî.
Bûyerek li ku hebûya Mehmet bi dildarî tevli şandeya parlamenteran dibû, diçûn cihê bûyerê, nav gelê xwe. Rapora bûyerê amade dikir, dihat li Meclîsê neheqiyên ku li gel hatine kirin, kuştinên qesasnediyar, bi tundî dianî ziman, hesab dipirsî.
Dewlet, bavê Mehmet, apê Tewfik ê 75 salî digire bin çavan, hefteyekê îşkenceyê lê dikin. Dibêjin, “Ji kurê xwe re bêje ku bila bes were van deran, an na ew ê bê kuştin.”
Piştî axavtina meclîsê ya S. Demirel bi rojekê, li Êlihê endamê Meclîsa DEPê Habib Kılıç hat kuştin, birayê wî Hikmet Kılıç jî birîndar bû. Ji bo sersaxiyê ji parlamenteran; Remzi Kartal, Hatip Dicle, Ali Yiğit, Nizamettin Toğuç, Mehmet Sincar û du cîgirên serokê partiyê; Nesim Kılıç û Kemal Bilget bi dildarî hazir bûn. Leyla Zana jî li Amedê tevli şandeyê bû.
Ji bo pêşwaziyê komek rêveberên partiyê li balafirgeha Amedê hazir bûn. Li Balafirgehê pêşwazîkarekî xef jî hebû. Alaattin Kanat… Ew fermandarê berê yê PKKyê, niha di destê dewletê de, bûbû nêçîrvanekî ku li pêy kuştina welatparêzan. Mehmet Sincar û Nesim Kılıç ew nas kiribûn. Alaattin, gundiyê Mehmet Sincar bû.
Li Batmanê roja yekemîn a taziyê û sersaxiyê di bin dorpêça polîsan de derbas bû. Roja duyemîn dê derketina ziyareta esnafan. Dorpêça polîsan rabûbû, yek polis jî nedixuya. Hatip Dicle ji hevalên xwe re dibêje, “Dewletê em teslîmî kontrayan kir… Em vegerin.” Venagerin. “Heke em vegerin, careke din em ê nikaribin bikevin Êlihê,” dibêjin. Wek du koman li çarşiya pîşesaziyê, esnafan ziyaret dikin. Di koma Mehmet Sincar de; Nizamettin Toğuç, Kemal Bilget û Metin Özdemir jî di nav de, çend rêveberên din ên şaxê partiya Êlihê, hene. Bi carekê teqîn û reşandina guleyan destpê dike. Mehmet Sincar ji serê xwe derbê dixwe, Metin Özdemir jî dikeve, di cî de şehît dibin. Nizamettin Toğuç jî birîndar dibe.
Me bi sedan erebeyan cenazeyê ku bi balafirê hat Enqerê pêşwazî kir. Cenaze li morga nexweşxaneya Hacettepe hat danîn.
Me ê cenaze çawa rakira? Li navenda Partiyê du fikrên cuda serî da. Ahmet Türk, Feridun Yazar, Orhan Doğan, Leyla Zana, Mahmut Alınak û çend rêveberên din digotin, “em merasîmê li TBMM lidar bixin.” Yaşar Kaya, Hatip Dicle û em ên din, me digot, “Berpirsiyarê vê kuştinê Dewlet e, em ê çawa cenazeyê xwe bibin ber deriyê meclîsa wan. Heke Mehmet bikarîbûya, wî ê jî bigota, “Min nebin wir.”
Bi piranî biryar hat dayîn ku em ê cenazeyê xwe bînin partiyê, piştî merasîma li partiyê, me ê cenaze bibira Qoserê. (Kızıltepe)
Dewlet bi biryara me hesiyabû. Tu nêta wan a ku cenazê, bidin me tunebû. Ji bo merasîma li partiyê, bi otobêsan bi hezaran kes ketibûn ser rêyan ku werin Enqerê. Otobês dihatin rawestandin. Navenda partiyê û kolanên derdorê bi polîsan hatin dorpêçkirin. Nedihîştin kes xwe bigihînin partiyê. Terorek nedîtî nîşan didan.
Dewlet li Qoserê ji apê Tewfîk re dibêje, “Em ê bi teyarê cenazê kurê te bînin, em bi hevre veşêrin.” Apê Tewfîk, “Ew ne tenê kurê min e, ew kurê gelê xwe ye jî. Divê cenaze bi destê gelê wî û partiya wî rabe,” dibêje.
Li Enqerê jî Cihan xanim, ji dewletê re, “We nehîşt ez xêrekê ji saxiya wî bibînim, ez ê çawa bi we re cenazê wî rakim? Cenaze teslîmî gelê wî bikin,” dibêje.
Dewletê cenaze revand bir Qoserê. Bi sê çar emeleyên şaredariyê gor dan kolandin, bi dizî veşartin.
Piştî du rojan em bi balafireke taybet çûn sersaxiyê, di bin dorpêça polîsan de me li ser gorê merasîm lidar xist.
Mehmet Sincar wek mûmekê derdora xwe ronî kiribû û wek mûma beriya ku dike biqede, çawa bi carekê roniyeke dawî ya şewqdar, şewq dabû dîroka gelê xwe. Wî dizanî dijminatî bêminetî bû. Bêminet koç kiribû.
Em careke din wî qehremanê bêdeng, bi rêzdarî bibîr tînin…