Bi dagirkirina axa Rojava ji hêla arteşa Tirk û çeteyên cîhadîst-selefîst ên girêdayî wê ve û lihevkirina Tirkiyê bi Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê re destê Kurdan lewaztir bû. Rastî hinekî wisa be jî rewşa giştî hê pir şêlû ye û ê sibê pêşketineke çawa bi xwe re bîne, nediyar e…
Hê li ser lihevkirina bi Rûsyayê re çend roj derbas bin jî, wer xuya ye ku şabûna ‘zaferê‘ a rêveberên Tirk, piştî daxuyaniyên rayedarên dewletên rojavayî û saziyên navdewletî, di qirika wan de maye. Encamên dagirkeriya arteşa Tirk a li Rojava li Amerîka û li Ewropayê hem ji hêla çapemeniyê û hem jî ji hêla siyasetmedaran ve wek mijara sereke a rojevê tê niqaşkirin…
Paqijiya etnîkî a li dijî Kurdan û guhertina demografiya herêmê û sûcên dijînsanî ên arteşa Tirk û çeteyên wan mijareke zindî a rojevê ye. Ji bo sekinandina dagirkeriya Tirkiyê û vekişîna arteşa Tirk daxuyanî têne dayîn û ji bo pêşîgirtina qirkirina Kurdan bahsa tedbîrên navnetewî têne kirin.
Hem Serokê DYAyê Donald Trump û hem jî Wezîrê Parastinê ê Rûsyayê Sergey Şoygû bi Fermandarê Giştî ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî re dîrekt bi telefonê deng dikin û li ser rewşê gûftûgo dikin. Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MDS) Îlham Ehmed di Kongreya Amerîkayê de sûcên dijînsanî ên arteşa Tirk û çeteyên wan û siyaseta DYAyê a ku li Rojava pêşiya paqijiya etnîkî a li dijî Kurdan vekir, teşhîr dike.
Li hemberî van pêşketinan di serî de Serokkomarê Tirkiyê R.Tayyîp Erdogan û hemû berdevkên dewletê bi qîr û bara xwe dewam dikin. Wekî ku tiştekî di bazara siyaseta hundirîn de bifroşin di destê wan de nemaye, tehdîd li ser tehdîdan. Mirov dipirse; gelo rayedarên Tirk, ku li dijî Kurdan qaşo ‘serkeftinek‘ bidest xistine, çima ewqas bi hêrs in, çima rehet nîn in?!.
Wer xuya ye; bandora ‘serkeftina li dijî Kurdan‘ û şahî û pîrozbahiyên wan sê – çar roj dewam kir û vemirî.
Kuştina bi sedan însanan, bêşûnûwarkirina bi sedhezaran însanan, hilweşandina gund û bajaran, hovîtî, talan û dizî tenê bo çend rojan deşarjkirina hestên nijadperest bûye!.. Kuştin û êşandina Kurdan û veşartina pirsgirêkên ekonomîk û civakî ên li Tirkiyê…
Tu kes Kurdan mîna dewleta Tirk, bi ‘terorê‘ binav nake, berovajî pesna wan didin ku Kurd qehremanên li dijî hovîtiya DAÎŞê sekinîne û parêzvanên nirxên mirovahiyê ne. Raya giştî a cîhanî DYA û Rûsyayê ji bo ku ji dagirkeriya Tirkiyê re pêşî vekirine û îxanet li Kurdan kirina, tewanbar dikin.
Piştî lihevkirina Tirkiyê a bi DYA û Rûsyayê re kaos hê kûrtir bû û rewşeke ne zelal li dar e. Yekîtiya Ewropayê (YE) li şûna arteşa Tirk a dagirker û çeteyên selefîst bahsa bicîkirina hêzeke navdewletî a girêdayî NATOyê dike. Pêşniyara Almanyayê ji hêla 29 endamên NATOyê ve bi erênî hate pêşwazîkirin û rê û rêçên ji bo pratîkkirina vê pêşniyarê tê gûftûgokirin. Helwesta welatên rojavayî ji hêla Sekreterê Giştî ê NATOyê J.Stoltenberg ve hate aşkerekirin:
“Rewşa Sûriyê bi vî awayî nema dewam dike. Divê raya giştî a cîhanî li çareseriya pirsgirêkan bigere.“ Sekreterê Giştî ê Yekîtiya Neteweyan (YN) Antonio Guterres jî dibêje:“Ji bo Sûriyê êdî dema gûftûgokirina ‘dawiya lîstikê‘ hatiye.“
Dîplomasiya Kurdî belkî jî di dîrokê de ev cara yekê ye ku ewqas di nava liv û tevgerê de ye.Ji her çar parçeyên Kurdistanê partiyên siyasî ji hev re zimanekî nerm û dostane bikar tînin û piraniya wan bahsa yekîtiyê dikin. Kurdan gişt bala xwe dane li ser pêşketinên li Rojava û herkes bahsa yekîtiya Kurdan û girîngiya mekanîzmayên netewî dike.
Dewleta Tirk ê di pêşeroje de jî hewil bide ku Kurdan biêşîne û vîna wan ji holê rake. Divê ev yek hêviyê qut neke. Gotin, daxuyanî û pesnên dewletên serdest û dilxweşkirina çapemeniya cîhanî jî divê motîvasyona Kurdan sist neke. Kurdan bi bedelên giran, bi têkoşîna xwe firsendên îro bidest xistin û ew ê herwiha bi xwedîderketina destkeftiyên xwe pêşeroja xwe ava bikin.
Hêvî heye, firsend heye, potansiyel heye. Ê kêm jî ji xwe her kes dizane!..