Çend meh berê weşanxaneya Dara (Pirtûka Kurdî) bi navê “Dojeh” heşt çîrokên dojehê yên nivîskar Recep Dildar wek pirtûk weşand.
Recep Dildar di nav cîhana wêjeya kurdî de bi romana xwe ya “Leqat” ku salek berê hatibû weşandin, bêtir hat naskirin. Dibêjim bêtir, ji ber ku ev roman ne xebata wî ya yekem bû. Çîrok û helbestên wî hebûn, romana “Dewran” ya Seyit Alp wergerandibû bo kurdî. Belê romana “Leqat” bala kurdîhezan kişand û di demeke kurt de çapa duyem hat weşandin.
Dildar, nivîskarekî dildarê kurdî yê berhemdar e. Romana navdar a “Kürk Mantolu Madonna” ya Sabahattin Ali, bi navê “Madonnaya Bi Mantoyê Kurk” wergerand bo kurdî. Ev xebat jî ji aliyê weşanên Dara ve pêşkêşî wêjehezên kurdî, bûye.
Dildar, di sala 1958an de li Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Li Kırşehirê dibistana mamostetiyê dixwîne. Di wan salan de gelek ciwanên kurd li wê dibistanê ne û pirtirên wan li pêy doza kurd û Kurdistanê ne. Li wê dibistanê bi navê Seyit Alp mamosteyekî şoreşger ê ku mamostetiya edebiyata tirkî dike, heye.
Xwendekarên kurd ji wî mamosteyî hez dikin, tew fam dikin ku mamosteyê wan kurdekî Anatoliya Navîn ê ku xwedîtiyê li nasnameya xwe dike û bi xwendekarên kurd re têkiliyên germ datîne, hezkirina wan zêdetir dibe. Seyit Alp romannûse jî.
Recep Dildar piştî qedandina xwendinê, li Diyarbekirê şeş salan mamostetiyê dike. Bi darbeya faşîst a sala 1980yî re, tê girtin. Dildar, bêyî ku bimire dojehê dibîne. Bi hezaran welatparêz, rewşenbîr û kurdên qet hay û baya wan ji siyasetê nîn e di wê dojehê de derbas dibin. Ji wan 34 welatparêz bi îşkenceyan têne kuştin.
Li ser zîndana Amedê, bi dehan pirtûk hatin nivîsîn, bi sedan gotar û hevpeyvînên bi îşkencexwaran re hat weşandin. Em dikarin bêjin “Dojeh” wek xulaseya van hemî gotar û pirtûkan ku bi zimanekî wêjeyî ji nû ve hatiye nivîsîn e.
Di çîroka çaremîn, (ku navê xwe daye pirtûkê) ya bi sernavê “Dojeh”ê de, çîroka Xalê Cemal hatiye vegotin. Xalê Cemal, bi sedema “yardım yataklık” hatiye girtin. Ji ber tevger û îşkenceyên zebaniyên zîndanê, qet bawer nake ku ew di zîndanê de ne. Baweriya wî ew e ku, ew hemî mirî ne û di dojehê de ne. Ew ên ku îşkencê bi wan dikin jî ne gardiyan, zebaniyên Cehennemê bi xwe ne.
Girtiyên hevalên wî, “Xalê Cemal, em ne mirî ne, binêr em hemû sax in, em bi hev re dipeyivin. Ev der girtîgeh e, heftê carekê ziyaretvanên me tên, em bi wan re sohbet dikin,” dibêjin. Xalê Cemal qet ji hevalên xwe bawer nake, dibêje: “Erê ziyaretvanên me heftê carekê tên; lê ew nayên girtîgehê, ew tên ser gora me, fatîhayekê dixwînin û diçin.”
Belê pirsek di hişê Xalê Cemal de heye ku bê bersîv e. Dibêje: “Min li dinya dinê, gunehekî mezin nekiribû. Çima Xwedê min dernaxe hizûra xwe, pirsan ji min nake û rasterast ez avêtime dojehê? Melayan ji me re wisa negotibûn!”
Di çîroka pêncemîn a bi sernavê “Nazname” de du zebaniyên laz hene, bi navên; “Katil” û “Mayk” têne naskirin. Îşkenceyên giran, dijminatiyeke mezin dikin. “Xwe înkar kirine. Xwe li ser bîrdoziya sîstemê qeyd kirine. Naxwazin bav û bapîrên wan werin bîra wan. Defterên berê hemû qetandine; çima ji wan re dibêjin laz?
Dê û bavên wan çima bi zimanekî din dipeyivin? Wan ev pirsên xwe hemû avêtine nav bîrê û kevirekî qerase danîne ser devê wê. Kî ku kevirê devê bîrê ji cî bileqîne, hemû bi hev re êrîşî wan dikin. Li dibistanê ji wan re hatiye gotin ku ‘ew tirk lawê tirkan e’ bi vî awayî mezin bûne, bav û kal di binê bîrê de mane… Daxwaza wan ew e ku em jî wek wan bikin…”
Di nivîsîn û berhemên kurdî de, du pirsgirêkên nivîsînê derdikevin hemberî me.
Yek jê ew e ku em di nivîsê de gelek caran bi tirkî difikirin, paşê werdigerînin kurdî. Ji ber ku mantiqa tirkî û ya kurdî ji hev cuda ye, bêhna tirkî ji ziman tê. Ev jî çêja kurdî xera dike, vegotineke lawaz derdixe holê. Pirtirîn nivîskarên ciwan van şaşiyan dikin.
Koma din a ku şaşiyên wisa dikin, nivîskarên an paşê hînî kurdî bûne, an bi kurdî axivîne belê têr nexwendine. Dîsa jî ez van kêmasiyan mezin nakim. Heke zimanek hatibe qedexekirin û bi wî zimanî perwerdehî pêk nehatibe, mirov nikare zû bi zû xwe ji bandora zimanê serdest azad bike. Di vî warî de birêz Receb dildar ji wan kesan yeke ku bi kurdî difikire û bi kurdî dinivîse. Ev hêjayî pesindanê ye.
Pirsgirêka din jî di warê rêzimana kurdî de derdikeve holê. Di vê mijarê de, meseleya tewangê, ya zayend û pirhejmariyê serêşiyeke giran e. Her çiqas ziman hêj standardîze nebûbe jî, têra xwe xebatên rêzimanî li ber destên me hene. Nivîskar divê di van sê mijarên ku taybetiya kurdî nîşan didin de, bêtir baldar tevbigerin. Ev ne tenê di berpirsiyariya nîvîskaran de ye. Divê weşanxaneyên me jî di vê mijarê de xessastir bin. Mixabin ji ber bêderfetiyên aborî weşanxaneyên me nikarin edîtorên pisporên kurdî fînanse bikin ku şaşiyên nivîskar werin sererastkirin.
Dixwazim çend mînakan ji pirtûka “Dojeh”ê bidim.
“Xeberdan, xwe tevdan qedexe bû. Kî xwe tevbidaya qasetûrek digot…” Di vir de diviya “Kî ” bihata tewandin û “Kê” bihata nivîsîn. “Kê xwe tevbidaya…”
“Şik bi min re çê bû û ez bazdam. Mêze kirin…” Diviya li şûna “ez”, “min” bihata nivîsîn. “min baz da.”
“Me sê kesan bi hev re anîbûn. Bi hinceta lêgerînê şilfîtazî kirin…” Diviya li Şûna “me sê kesan bi hev re…”, “em sê kes bi hev re…” bihata nivîsîn.
“Roja duduyan, ji bo talîmê me derxistin hewşê…” Şaş e. Diviya, ““Roja duduyan, ji bo talîmê em derxistin hewşê…” bûya.
Şaşiyeke din jî heye ku gelek nivîskar dikin. Li Şûna bêjin “bûbû” ango bi tirkî “olmuştu”, “bibû” tê nivîsîn. Di kurdî de “bibe” ango, bi tirkî “ol” heye. Belê “bibû” nîn e.
Di pirtûkê de hinek têbinî hatine nivîsîn ku qet pêwistî bi wan têbiniyan tune. Ji ber ku, ji xwe, di nava hevokê de ew têbinî hatine nîşandan.
Mirov dikare mînakên şaşiyên teknîkî yên wisa biçûk zêde bike. Belê armanca me ne ew e ku em bi pêy şaşiyan bikevin. Rastkirina şaşiyên wisa bi qasî nivîskar û jê bêtir kêmasiyên redaksiyonê ne. Armanca me tenê balkişandin e.
Ev kêmasiyên ku em destnîşan dikin, ne ji bo ku em hêza wêjeya “Dojeh”ê kêm bikin e. Dojeh sed rûpelên ku mirov dikare di hilmekê de bixwîne. Dojeh, hêjayî xwendin û pesnê ye. Destê nivîskarê hêja Receb Dildar sax be. Em ê bi kêfxweşî li benda berhemên wî yên nû bin.