Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire. Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs: 7
Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV
Ê
Êm û zeman
Êm:1. Alif. Xwarina ku didin heywanê kedî. ( ka, ce, kûşne…hwd.)
2.Heyam, zeman
- Demek kurt. Bîsk, kêlik, kêlî, solix, bist. Çend sanîyeyan, çend deqeyan. Êmek. Gavek. Qasek.
- Ji “bem= werim” êm. ( Ez ê îro êm. Ez ê îro bêm/werim.)
- Kêm.
Zeman: Dem, wext, heyam, çax, serdem.
Mane: Demekê, dem, waxtekê, waxt.
Mînak: Êm û zeman wekî avê herikîya çû.
Êş û kelem
Êş:1. Kul, dert , elem, jan, ezyet, azar, nexweşî.
Kelem:1. Asteng.
- Stirî, dirî, divî, sinc, hêstirî.
- Darikên tûj, pîj.
- Dara berûyan, dara mazîyan.
Mane: Jan, elem, azara giran.
Astenga derd û kulan.
Mînak: Wan jî hindik êş û kelem nekişand.
Êş û azar
Êş:1. Kul, dert , elem, jan, ezyet, azar, nexweşî.
Azar:1. Êş, kul, jan, ezyet, nexweşî, keser, keder.
Mane: Jan, elem, êşa giran.
Jan û ezyet.
Mînak: Êş û azarê dinê ji wan ra bû mal û milk.
Êş û kul
Êş:1. Kul, dert , elem, jan, ezyet, azar, nexweşî.
Kul:1.Birîn, derb. ( Birîna ku di laşê mirov da çêdibe.)
- Êş, jan, azar, nesaxî. (mecazî)
- Jandar, biêş, biazar, nexweş.
- Leng, kulek.
Mane: Jan, elem, jana giran.
Nesaxî, Nexweşîya giran
Mînak: Êş û kulên dinê naqedin.
Êş û êşûk
Êş:1. Kul, dert , elem, jan, ezyet, azar, nexweşî.
Êşûk:1. Nexweşî, nesaxî, îlet.
- Dert, merez.
- Arsîm, nezle, nexweşîya ku ji ber sermayê pêyda dibe.
Mane: Nexweşî.
Mînak: Li ber sermayê yan jî, ji yekî êş û êşûk girtî ye.
Êş û jan
Êş:1. Kul, dert , elem, jan, ezyet, azar, nexweşî.
Jan:1. Eş, jan, kul, derd, elem, ezab, birîn.
Mane: Ezab, ezyet, derd, kûl.
Mînak: Bila êş û jan bi dilê ti kesan nekeve.