Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs: 11
Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV: I-İ-J
Ins û cins
Ins:1. Hemî mirov,meriv. Însan.
Cins:1. Zayend. (Nêr an mê.)
- Nijad, regez.
- Çêşît, cûn.
- Celeb, ref.
- Perîn, sex, guhnelî (tekiliyên cînsî).
- Cin, ecin. Nijadên ku ji însanan çêtêr û kes bi çavan nabîne.(mirov û cin)
Mane: Kes û kûs (ne heyî, neyî.)
Ti kes, qet kes (tine.)
Mînak: Ins û cins tine bûn, dengê bayê û dengê bêdengîyê olan didan li zozanan.
Î
Îş û kar
Îş:1. Şuxl, xebat, kar, kiryar, rêncberî, şol, paletî. Tişta/tiştê tê kirin, Tişta/ tiştê meriv dike.
- Ked, emel, erk, wazîfe, vatinî.
Kar:1.Kirin. Îş, şuxl, ked, şol, emel, xebat, çalakî, wazîfe, erk, vatinî. Tişta/tiştê meriv dike.
- Amedekarî, amedahî, hazirî.
- Qezenç. Sûde, kelk, feyde, qazanc, kêr, berjewendî.
- Bizin û xezalê biçûk, çelikê bizin û xezalê. Karik .
- Nêçîra demsala zivistanê. (Piranî dema ku berf dibare.)
- Şorax, şorezar, şorakî. (Xweylîn- kara xwê.)
- Bihûr, derbasok, gedûk. Rê, navber .(mîn: Di vê karê da çû bêxçe.)
- Ji ber jan û êş ê dengê pêz ( kar û kar).
- Qertafa navçêker. ( kargeh, karsaz, karker,karmend…, xebatkar, cotkar, sazkar, nivîskar…)
Mane: Kar û bar, kisp û kar, kar û kirin.
Şuxl, xebat, ked.
Amadehî, hazirî
Mînak: Hemû kes weke gêrikan li ser îş û karê xwe ne.
Îp û rîp
Îp:1. Bend, bendik.
- Dezî.
Rîp:1. Bela.
- Hîle, xap, fêl, dekûdolab.
- Tîk, tîk bûyî. (mîn: Gulîyê darê tîk çûye.)
- Girdav, avger,fetlonek, zivrînek.
Mane: Fen, fend, desîse, hîle, xapîn.
Mînak: Bi îp û rîp kar nayê kirin.
Îp û sîp
Îp:1. Bend, bendik.
- Dezî.
Sîp:1. Kurî, sîpik, cehşik, dehşik.
- Lawikê sengele, nûgîhîştî.
Mane: Bêîp û sîp.
Kesên serberdayî, serserî.
Gotinên beredayî.
Kesên bêrû û rîcal û war.
Mînak:Çend kesên bê îp û sîp li xwe civandî ye û fortanê xwe dike.
J
Jan û jû
Jan:1. Êş, azar, canêş, êşan, kul, elem.
Jû:1. Êş, elem, azar.
Mane: Diltengî, azardilî.
Êş, elem, canêşî.
Mînak: Jan û jûyê xwe dane bin dûva xwe.
Jan û keser
Jan:1. Êş, azar, canêş, êşan, kul, elem.
Keser:1. Bêrî, hesret. Pirbêrîkirin, beter bêrîkirin.
- Kovan, xem, derd, kul.
Mane: Êşa dil, xem.
Canêş, derd, kûl.
Mînak:Bila jan û keser ji dilê herkesê dûr be.
Jêr û jor
Jêr:1. Xwarê, binî, ne silal, ne jor, ne serî. Tiştê ku gorî tiştekî li bin e.
Jor:1. Haf, banî, serî, silal. Ber bi bilindahîyê ve. Tiştê ku gorî tiştekî li ser e.
Mane: Hema hema, kêm zêde.
Mînak: Gur ket nav kerîya, tevahîya pez ber bi jêr û jor ve belav bû.
Jin û mêr
Jin:1. Meriva mê. (Taybetî yê mezin.)
- Jinik, pîrek, canik. hemberî mêr.
Mêr:1. Merivê nêr. (Taybetî yê mezin.)
- Mêrik, camêr, zelam. Hemberî jin.
Mane: Însanên mê û nêr.
Jin û mêrê ku pevra zewicîne.
Mînak:Divê di her mijarê de Jin û mêr wakhev û yeksan bin.
Jî û Jîyan
Jî:1. Temen, emir, umir. Jîyan, jîn, heyat.
- Herwiha, herwa, herwisa. Lê zêde. Û. (Di rêzimanîyê de hoker.)
- Têla ku ji rîvîyê heywanan hatîye çêkirin. (mîn:Jîya kemanê.)
- Koka ku rêşik pêvane. Makekok. (Di riweknasî yê de.)
Jîyan:1. Jîn, zendeganî, heyet.
Mane: Temen, emr,umr.
Heyat, jîn.
Mînak: Bê te gulşen wek zîndan e li nik min.
Gulîstan agiristan e li nik min.
Bê te aram û jî û jîyana min lê,
Hemu xwa perîşan e li nik min.