Abdullah Öngüllü Şêrwî: Bîr…

Kurdi

Ji bo beşa dawî ya romana ku min dinivîsî, çûbûm wî gundî. Gav bi gav degeriyam û min ew mekan ji her awayî ve di hişê xwe de qeyd dikir û karakterê romanê yek û yek di wî mekanê de bi cih dikir, ruh dida wan…
Ji mehan sermawez bû, wext nêzîkî nîvroyê bû. Jinikeke pîr, di destê wê de nan, bi aliyê kortika şikêrê ve diçû, bala min kişandibû û min karakterên xwe li wê derê hiştibûn û çûbûm li rex wê;
– Tu bi ku ve diçî, pîrê?
Pîrê çawa ku giraniya min bipîve, li min nêrî û paşê bersiv da;
– Ez ji zarokan re nan dibim kurê min…
– Zarok li ku derê ne, pîrê?
Sekinî, bêhna xwe vekir û got;
– Di wê bîra pêşiya me a kur de ne, kurê min!… Avêtine wir de, kes naçe dernaxe…
Bêyî fikirandinê min got;
– Nîşanê min bide ez ê wan ji wir derbixim. Çawa zarok avêtine bîrê de?
– Ger tu tişteke wisa bikî, tu yê xêreke gelek mezin bikî kurê min. Ev bi salane ez ji gundiyan re dibêjim dernaxin, dibêjin; “mirine!” lê hêj dengê wan tê, dibêjin;
“nan!”, “av!”… Her roj ji wan re nan û avê tînim. Ji xeynî min kes nayne, ez bimrim wê ew jî ji birçî û têhna bimirin.
Mereqa min bêhtir mezin bûbû, min ew şopand. Ciyê ku şikêr zêde dibûn bîreke qasê du-sê metroyan fireh hebû, min xwe di ser de nizm kir ku binê bîrê bibînim, lê nedihat xuyakirin. Pîrê bi aliyê min ve zivirî û bi dengekî hêvîdar got;

– Tu dikarî wan derbixî, kurê min?
Êdî min fam kiribû ku xerîbiyek di vê rewşê de heye…
– Kengê avêtine wê bîrê de pîrê, kî ew avêtine?
Keserek kişand, çawa ku nekaribe li ser piya bisekine rûnişt û got;
– Dibêjin eskerê romê bê dîn û bê îman e!.. Kurê min, wisa ye jî… Hêj ez sêzde salî bûm, wan ew zarok avêtin wir de, di wê bîra bêbinî de… Ji wê rojê heya niha di wir de ne… Xwişka min a biçûk jî di wir de ye, Marya!…
Dema ez dereng dimînim gazî min dike dibê; “Marîka,
Marîko!..” Gava biçûk bû lingê wê yê rastê di bin kevirekî de mabû. Ji ber ku min tim navê wê bideng bi bîr tanî êdî bi navê wê gazî min kirin…
Dema gazî wê dikirin ew û ên din dihatin “BÎR”a wê…
Her kesî ew ji”BÎR”kiribû, “BÎR”okî serwer bûbû, mirov “BÎR”sivik bûn, tiştên ku herî ne ji “BÎR” dihatin ji “BÎR” kirin, “BÎR”anînên wan hatibûn tunekirin, ew bi xwe tim di “BÎR”anînan de dijî, kêliyekê ew ji “BÎR”
nekiribû û ji her tiştî bêhtir bêriya wê dikir, ew jî avêtibûn wê “BÎR”ê, keça xalê wê ya biçavekî jî, Seyrankê!… Di komegorê din de, ên ciyê wan ne diyar de, bavê wê, diya wê, bira, xal, xalet, di “Roja Seyfo/Şûr” de…. 

Navê wê bûbû “Meyrema Dîn!…”
Rabû şipiya, çend gavê din bi aliyê bîrê ve çû, xwe bi ser de xwar kir û got;
– Binêre, tu dibihîsî dengê wan, guhê xwe bidê, dibêjin;
“lehma”, “maye!” “lehma”, “maye!”

Ev tê wateya nan û avê, tu dibihîsî, gazî dikin, dengê Meyro jî tê, tu dibihîsî?….
Min mesele fêm kiribû û di ciyê xwe de cemidîbûm, min nedizanîya çi bibêjim, lal bûbûm. Min xwe sparte xweziyê lewre ew bûyer dîmeneke di romanê de be, an
jî halîsînasyon be….
Pîrê dîsa xwe bi ser bîrê de tewand û got;
– Ez hatim zarokno, ez hatim Meyro, hûn gelek birçî bûne ne wisa? Heya ez bijîm ez ê nehêlim hûn birçî û têhn bimînin, ha ji we re bigirin, ha ji we re!…
Nanê ku anîbû yeko yeko avête hundurê bîrê…
Ew birîna ku heftê sal e hildigire derbasî min jî bûbû, min xwe da quncekî, çavên min tarî bûbûn, bûbûm kevirek ji wan keviran…
Pîrê domand;
– Kes arîkariya kesî nake, herkes tenê xwe difikire, ev bi salan e ez dibêjim van zarok û zêçan ji vê bîrê derbixin, lê kes dernaxe…
Pişta xwe bi aliyê min ve kir û çû…
Herî dawî riya her sê karakterên min jî, ê ku min hêj biryar nedabû ku çi ji wan bikim, xuya kiribû, wê şûna min ew bibûna şahidê vê bûyerê û piştre jî wê berê xwe
bidana çiyê…
Di vê axa dêrîn de, di romanan de jî rê li dawiyên bextewar hatibûn girtin, tevayê riyan diçûn mirinê, diçûn bîrên bêbinî…

 

 

İlginizi Çekebilir

Avrupa’dan Rojava için diplomatik hamleler
İzmir açıklarında göçmenleri taşıyan bot battı

Öne Çıkanlar