Abdullah Zeydan: Em li dora vîna xwe bibin xelek

Kurdi
🔴 Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan li dijî biryara dayina mafên memnû yên Dadgeha Bilind banga “Em hemû gelê xwe vedixwînin ku li dora vîna xwe bibe xelek û lîstika heyî xera bike” kir.

Çapemeniya desthilatdariyê îdia kir ku Daîreya Ceza ya 3yan a Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya ku der barê dayîna mafên memnû yên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan lêkolînê dike. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku biryara îadekirina mafên memnû ya Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê “bê rêbazî” ye û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve jiholêrakirina wê jî “bê rêbazî” ye. Hat îdiakirin ku Dadgeha Bilind her du biryar jî hatine xerakirin.

Zeydan: Em gelê xwe vedixwînin xwedî derketina li îradeya xwe

Hevşaredar Abdullah Zeydan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal bertek nîşanî îdia ku hat belavkirin da. Zeydan wiha got: “Pêşî wê dadgeha herêmî ‘mafên we yên memnû’ bide we û hûn ê têkevin hilbijartinê û ji sedî 55.5 ray wergirin û bibin hevşaredar. Paşê jî hûn ê bejin ‘Biborin! Me hesabekî şaş kiriye, em mafên we yên memnû ji we distînin’. Hûn ê vîna bi sedhezaran û mafê hilbijartinê yê bi sedhezaran deynin ku? Gelê me di 31ê Adarê de xwedî li mazbataya xwe, vîna xwe, demokrasiyê û edaletê xwedî derket!

Wê îro jî xwedî lê derkeve. Wê gelê me qethiyen qebûl neke ku mazbataya wî biçe ji dizan, talankeran û çeteyan re. m hemû gelê xwe vedixwînin ku li dor vîna xwe bibe xelek û lîstika heyî xera bike.”

/Jêder: Ajansa Welat/

İlginizi Çekebilir

BBC: İmralı’ya gidiş için pürüz yok; üç isim üzerinde duruluyor
Trump, kabine adaylarına güvenlik soruşturması yapılmasını kabul etti

Öne Çıkanlar