Albûma nû ya Rewşanê: ‘Hinar’

Kurdi

Me dîsa hefteyeke awarte li pey xwe hîşt. Wek hînbûnîyek sala dawîn Îsraîlê dîsa sûîqesteke teknîkî û ne tesadufî kir û rojeva cîhanê jî da pey xwe. Êdî baş tê zanîn biyarên li Tel Avîvê tên girtin li Rojhilata Navîn bahozê radikin. Yek ji erdê ku toz û tirsa bahozê jê ra rêyen nuh vedike jî Kurdistan e. Her çiqas navendên derdor bixwazin rojev û rahêjên xwe bixin pêşîya Kurdistanîyan jî, Kurd li cihê xwe û bi tedbirî li pey berjewendîyên xwe ne. 

Behice Feride Demir

Rojeva Kurdan ji polîtîkayê xalî nabe helbet û Kurd xwe ji aktuelîte, medya û meseleyên civakî dûr nagirin. Lê êdî Kurd bûnê gurê nîyet û lîstikên heremê jî. Lewma jî texmîn dikin ka destê kê ji wan dostanî ye û destê kê jî xapînok e. 

Rewşanê albûma xwe di nava van rojên pir sîyasî û şer da weşand. Guhekî me li aşitîyeke wekhev e, guhekî me li ser îhtimal û sabotajên piralî ne. Guhekî me li ser mûcîzeyên jiyanê ye guhekî me jî li ser mûzîk û hunera ku bi destên jîyanhezan çêdibe ye. 

Helbet huner û jîyanhezî tiştên şênber nînin û piranî nayên dîtin. Em tenê dikarin bi qasî xwe pênaseyan bikin, xwe li hestên xwe bigirin û hedûriya xwe bi hêvîyên xwe bînin.  

Rewşena mûzîkjen, gotinnivîs, vîyolonîst û stranbêja Kurd, nêzîkî du hefteyan e albûma xwe ya dawîn li ser YouTubê da weşandin. Albûm ji wê rojê vir da ye kilam bi kilam tê ecibandin, guhdarîkirin û hejmara qayîlîyan roj bi roj zêde dibe. 

Navê albûma wê Hinar e. Albûm ji neh kilaman pêk tê. Lê ev neh kilam hema hema bi serê xwe stêrkên albûmê ne. Wek tê zanîn stranbêj pir caran, gava albûmekî derdixin çend kilamên bijare an jî hît derdixin pêş. Lewma jî pir caran albûmekî bi saya yek û du kilaman tê firotin û naskirin. Lê Rewşenê di albûma Hinarê de das li hestî xistîye û hestî ji nû ve cebirandîye. 

Albûmeke wer bêhnfireh wer amade û wer bi xwe bawer e, ji gotinan ra rê nehîştîye. Her neh kilamên tê da bi kompozîsyonekî temsîla hestekê dikin. Gotin, deng û awaz, xwe nasîn, xwe parastin, xwe jînî û bi xwe bawerîbûn peyamên sereke ne û bala mirov dikişînin. 

Çanda ku bi peyamên civakî, sosyalî û sîyasî an jî bi bûyerên dîrokî em pê kedî bûne di albûma Hinarê da deftereke nû ji xwe ra vekirîye û bi hest û pênaseyên bi xwe bawer hatine nivîsandin. 

Min bi kêfxweşî ev albûm çend caran guhdarî kir. Her carê jî di navbera kilaman da mam. Rewşanê di vê albûmê da guhertinên çend profîlan bi hev ra girê daye. Vegotin, têgeh, peyam û bi cihkirina hin pêşgotinên gelêrî bala mirov dikişîne li ser her kilamê û kilamê heta dawîn dide guhdarîkirin. Profîla jinekî azad bi derd û hestên xwe re mijûl û meraqdar, wek repertûra hunermendîya xwe daye pêşîn. Paşê jî ev hikayetên ji dil û aqlê jineke û psîkolojîyeke resen derketine, bûne aforîzmayên muzîkî. Di albumê da xêncî kilama çarmedorî da sîyasetekî îdeolojîk û arabeskî qet derneketîye pêş. Ev ne redkirin û revîna ji rastîyan e helbet. Karekterên hemî kilaman ji awir û arezûyên jineke serbixwe feyz digirin. Jineke cixarê dikşinê, qedeha wê li dest, tenê, bajarî û armancên wê hene, him xwedîyê hin daxwazên sîyasî ye, him di nava jiyanê da ye, him evîndar e û çav li rê ye, him sîtemkare him jî xwedî vîn û hisên bi tedbîr e. Kilîda wê cizdanê we yan jî deftera wê di berîka wê da ye û dikare bisekine jî û biçe jî. 

Mirov gava albûma Hinarê guhdarî dike guhertin û dubareyên ku di van sî salên dawîn de di semtê muzîka Kurdî de yek bi yek dibîne. Ji albûma Koma Amed ya di bin direktorîya Evdil Melîk Şêx Bekir da, bi navê Kulîlka Azadî vir da, albûma herî xwedîyê soreşeke hestewar bi raya min albûma Hinarê ye û muzîsyeneke jin mohra xwe li vê pêngavê dixe. 

Kurdistan û Kurdbûna jenerasyonên nû û prosesa demen modern bi hemî geşî û gura xwe bi hemî qurebûn û qewînbûna xwe di stranên Hinarê de xwe bi ecêbmayînê didin pêş ekranan. 

Rewşanê perdeyên li ser ruhê jinên di nav şert û mercên jîyanê û di sîyasîbûnê da aloz bûne, daye alîkî û ew kaşî ser dika neo modern û lîberal kirîye. Albûma Hinarê albûma jinên Kurdên ku bi pêşketinên modern va eleqedar in û beramberiya modernîzmeke Kurdewar dikin ew topî hev kirîye û jê ra berdevkî kirîye. 

Wekî min di serî da jî got, çend profîl bi hev ra hatine guhertin; dew û doza welat hêj profesyonel bûye, xwendebûn hêj kûr bûye, karkirin û bajarîbûn li taxa Kurdan hêj derketîye pêş. Kurdbûn êdî protestoyeke xizanî û nezanîya bajarbûnê nîne, Kurdbûn bi gavên xwe yên bawer, tevî nakokîyên li gor xwe û bajarbûna xwe di vê albûmê da ye jî.

Dîsa di albûmê da guherînên ji ruhîyeta me jî hene. Mînak, “ez li vir im” û ji “ şeşê sibeyê” wek moto, ya ku hîs û hişmendîya salên piştî mîllenyûmê bang dikin û mentalîteya zemanê heyî îlan dikin. 

Albûm bi awayekî podcast yan jî wek weşaneke dîtbarî hatîye amadekirin. Gava em lînka albûmê ditikînin û rûpela Rewşanê dibînin, bi îmajeke evîndar, bi gul û gotinên rûken dibînîn. 

Gotinên mayîn êdî hewceyî guhdarîyan e. 

Bi hêvîya guhdarîyeke bextewarî û hefteyeke baş! 

 

İlginizi Çekebilir

İsrail, İran’daki askeri hedefleri vurduğunu duyurdu
İsrail medyası: Tahran’da patlama

Öne Çıkanlar