Amedsporê kupaya xwe bilind kir

KurdiSpor

Tîma kesk û sor Amedspora ku di Koma Sor Lîga 2emîna TFFyê de bû şampiyon, bi konsereke mezin kupaya xwe ya şampiyoniyê rakir.

Di pîrozbahiyê de gelek hunermendên navdar jî cih girt.

Li stadyûma Amedê pîrozbahiyeke mezin hat lidarxistin û coş û peroşeke mezin a şampiyoniyê hebû.

Di vê pîrozbahiyê de lîstîkvan yek bi yek wekî mankenan derketin ser dikê.

Hinek ji wan li ser xalîçeya sor reqisîn, hinekan ji wan stran gotin û hinekan jî bi hereketên xwe bal kişand. Nexasim jî stêrka Amedsporê Çekdar Orhan.

Piştî ku lîstikvan û rêveberên Amedsporê yek bi yek li ser dikê civiyan û madalyayên xwe wergirtin, dor hat rakirina kupayê.

Dîmenên hildana kupayê kelecaneke mezin çêkir.

“Bila ev kupa ji Şêxmûs Ozer re here”

Lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin got, “Ez gelekî bi kelecan im.

Şikir me kupa rakir. Bila ev kupa ji Şêxmûs Ozer re here.”

Lîstikvanê Amedsporê Mert Çapar diyar kir, “Me ev şampiyonî pir xwest. Hem wekî tîm hem wekî bajêr.

Em pir kêfxweş in. Ez vê şampiyoniyê diyariyî xelkê Amedê dikim.”

“Ev tîm dê serkeftinên xweştir jî bibîne”

Kaptanê Amedsporê Onur Karakabak anî ziman, “Herî kêm 15 meh in em vê kêliyê wiha dijîn.

Ez vê kupayê diyariyî hemû kesan dikim. Înşela ev tîm dê serkeftinên xweştir jî bibîne.”

Forvetê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal ragihand, “Me hemûyan ev şampiyonî pir dixwest.

Bajarê me, tîma me, her kesî ev şampiyonî pir dixwest.

Ji ber şampiyoniyê em pir kêfxweş in. Bila diyariyî hemû kesî be.”

Di pîrozbahiya şampiyoniya Amedsporê de konsereke mezin jî hat dayîn.

Pervîn Çakar, Xêro Ebas, Azad Bedran, Koma Bajar, Helîm Omerî û Jehrmar bi stranên xwe coş û peroşeke mezin xist nava dilê alîgiran.

“Ez ji Colemêrgê li ser xatirê Amedsporê hatim”

Hunermend Jehrmar axivî, “Ez gelekî kêfxweş im ku min ev atmofser dît.

Ez ji Colemêrgê li ser xatirê Amedsporê hatim. Ez gelekî kêfxweş im.”

Hunermend Kadîr Çat diyar kir, “Amedsporê pîroz dikim. Amedspor rengê vê axê ye. Bila li axê pîroz be.”

“Amedspor tîmeke Kurd û Kurdistanî ye”

Hunermend Azad Bedran raguhand, “Îro em gelekî kêfxweş in. Amedspor bû şampiyon.

Amed ne tîmeke herêmî ye, ne tîmeke bajarî ye. Hemû Kurd û Kurdistanî ye.

Tîmeke neteweyî ye. Ji ber vê yekê em gelekî kêfxweş in.”

“Ez ji bo gelê xwe hatim”

Soprano Pervîn Çakarê got, “Ez ji bo gelê xwe hatim. Ji bo Amedsporê hatim. Bi rûmet im. Ez çi bibêjim? Mirov vê carê nikare hestên xwe bibêje.”

Amedspor piştî vê şampiyoniyê êdî derbasî lîga 1emîn bû.

Eger Amedspor di vê lîgê de jî bi ser bikeve dê derbasî Lîga Super ya TFFyê bibe û di nava tîmên mezintir de cihê xwe bigire.

 

/rûdaw/

İlginizi Çekebilir

UNRWA: Refah’tan 300 bin kişi göç etmek zorunda kaldı
Erbil’de Uluslararası İklim Değişikliği ve Kuraklık Konferansı

Öne Çıkanlar