Amerîka: Siyaseta mê ya girêdayî Îsraîlê nayê guhertin

Kurdi

Koşka Spî roja Yekşemê got ku ti guhertin di siyaseta wê ya Îsraîlê de nebûye, piştî ku NBC News ragihandibû ku Amerîka hewl dide dayîna çekan bo Îsraîl bikar bîne da hukûmeta Îsraîlî razî bike ku êrişa xwe ya leşkerî li Gazayê kêm bike.

Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî wiha got: “Ji maf û erka Îsraîlê ye ku xwe li hember gefên Hamasê biparêze, û di heman demê de pabendî qanûnên mirovî yên navneteweyî û parastina jiyana sivîlan be, û em pêgir in ku piştgiriyê bidin Îsraîlê di şerê wê de li dijî Hemasê. Me ji 7’ê Cotmehê ve piştgirî daye û em ê berdewam bin. Ti guhertin di siyaseta me de çênebûye.”

NBC News roja Yekşemê ragihandibû ku li ser fermana Koşka Spî, Pentagon pêdaçûnê dike ka Îsraîl daxwaza çi çekan kiriye ku dikarin wekî fişarê werin bikaranîn. Di raporê de, çavkaniyan gotiye ku ti biryarên dawî nehatine dayîn.

Di raporê de hat gotin ku Amerîka radestkirina çekan kêm bike an bide sekinandin bi hêviya ku bi vê yekê Îsraîlî kiryarên wekî vekirina korîdorên mirovahî ji bo peydakirina alîkariyên zêdetir ji sivîlên Filistînî re pêk bîne.

Karbidestekî Koşka Spî dema ku li ser raporta NBC News hat pirsîn got, “Koşka Spî ti daxwaz ji Wezareta Parastinê tunebû ku radestkirina çekan ji Îsraîl re hêdî bike.”

/jedêr: voa-kurdi/

İlginizi Çekebilir

Almanya’da “Erdoğan’ın partisi” tartışmaları
Süleymaniye’de bir ev savaş uçakları tarafından bombalandı

Öne Çıkanlar