Bişaftin, serdemê em têda ne mijarekî bi pirsgirêk e. Ji ber ku cîhana vê serdemê Cîhana, ku êdî mirovahî seranserê cîhanê binava çend selîsa (sanîye) de herkes her kesî re yekser pêywendî çêdike, her warî de dide û distîne. Yanî, êdî hebuna sînorên welata tu astengî nikarin çêkin, da ku kes kesî nas neke.
Sed sal berê her netew, welat, ol û bawerî şêwazê jîyanên wan, cil û bergên wan cihê reng bun. Yek ser her netew, endamên bawerîya cilên ser, an jî danûstandinên wan dihatin naskirin. Lê rojameya îro de ev rewş giranî guheriye. Ji ber ku rêyên Înternetê, model, an jî rêklamên li ser modelên cil û berga her cîhên cîhanê yekser belav dibin û bala herkesi dikşîne, encam da kesekî Emerîkî, Rûs, an jî Afîkî û Ewrûpîyek model, yek marka xwedikin.
Êdî hestên cîhanîbînî, boçûnên cîhanbînî bi pêşin. Ev bêguman gelek derfetan dide ku çand û bawerî hev binasin, hev fêm bikin, encam de dogmayên Netewperestî, olperestî nerm dibin, rewşa tundrewîye de rêya derketinê çê dikin.
Bişaftina herî kanbax, xeternak gelên ku derfetên wane pergala perwerdê ziman, çandên xwe nînin, di nava ziman û çandên netewên serdest de dihêlin, bi demê re tune bibin. Taybet jî ev 20 salên dawî de her alîyê Cîhanê bi navê dibistanê zaroka, zaroka hê 2-3 salî de neçariyê van dibistanadikin û zarokên kêmnetew, an jî egerên koçberî-peneberî di nava welatên bîyanî de zimanê zikmakî bîr dikin, berevajî hê zimanê zikmakî fêr nabin, bîr dikin û 3 salîyên xweda bişaftin pêsîrawan digire û daduqurtîne.
Em wek gele Kurd, him welatê xwe de penaberin, him jî her aliyên cîhanê ber belavbunê ne. Ev ber belavbûn ne ku bi xastek, an jî kêfê, berevajî Şer, kuştin û zorê welat derxistin bûye sersebep, ku Kurd gelek welatên cîhanê penaberin. Wek mînak: Kazakîstan, Kirgizîstan û Rusya de Kurdê hene, bi darê zorê 1936 -1990 de Kurdistana sor hatine derxistin. Ermenîstan; Azerbeycan û Gurcistan Kurd her li wur hebune, ew welatana çendî ê wane hinde jî ê gele Kurde.
Afganîstan, Pakîstan û Hîndîstanê jî hejmarekî mezin Kurd dijîn. Ev kurdana kîngê, çima çûne wan welatan gelek gotegotên dîrokî hene, lê ev ne mijarekî gotarekîye, mijarekî berfireh ê purtuka ye. Lê giştî hejmarê her sê welatan, wek têgotin, mîlyonekî zêdetir e, ne ku kêm be. Herweha Ewrupa, deme dawî Emêrîka sed salê dawî naçariya şer, feqîrî nêzî 2 mîlyon kurd hene. Yanî giştî dervayê welat nêzî 10 mîlyon Kurd hene.

Welatê me, Başurê Kurdistan, her çiqas resan zaravê Soranî perwerde başe, lê Kurmancî nayê dayîn û tîbên Erebîbe jî, dîsa jî heya Akademîya ev nezî 60 salin kurdî bi sîstemî heye. Rojava ev nêzî 13 salin zaravê Kurmancî û tîbên latînî zimanê perwerdehî heya zanko heye û berdewame. Rojhilatê Kurdistanê fermî xwedina Kurdî nebe jî, hîn bajaran de perwerdê zimanê kurdî tê dayîn. Lê li gorî destûra Îranê kurdî ne qedexeye, her warê jîyanî kurd Kûltûra xwe şêwazekî azadin, yanî wek perçê din rejîma Îranê destwêrdanê çanda Kurdnake.
Bakurê Kurdistanê ev 102 salin ziman û çanda kurdî qedexeye, hebuna Kurdî qedexeye, yanî gorî tirka netewa kurd tune. Her şêwazî ji boy kurda bişaftin bikin kuştin, qirkirin, lêdan, girtin, zîndanî kirin pêk hanîn, lê encam negirtin. Teybet 1991 şunda, Tirka naçarî be jî, kêmekî îzna çalakiyên çandî da, li servê hîn sazî vebun, wek Ensûtûya Kurdî, Navenda Çanda Mezopotamyê, ên mayîn. Hêjî zimanê Kurdî di Tirkiyê de ne fermî ye, xwendin wek dersekî bijarte hîn dibistana têdayîn.
Bi giştî, Kurdên dîyasporayê, taybet jî ê Sovyêta berê xwandina kurdî bê parin. Welatên Azerî, Gurcistan û Ermenî tu derfetên xwedinê nadin Kurda, berevajî, her hewildanekî jîterorîze dikin, astengî derdixin. Qazaxîstan, Kirgizistan û bi giştî Rusya jî pir astengîyên Qanûnî nebin jî lê derfetên dibistana jî nadin û nîne. Wek ku em dizanin welatên Hîdî, Pakîstan, Afganîstan û Tûrkmenîstan jî tû xwedinên Kurdî nînin, Tirkmenîstan her îzîn nade. Ewrupa komale, saziyên li ser ziman hene û hîn welatan zimanê kurdî wek dersên bijare jî didin hene, lê têrkernînin.
Derencam, taybet Rusya, Kavkaz, Asya Navîn, herweha Tirkîye zarok û ciwanên temenên wan bin 15 da giranî zimanê xwe êdî nizanin, zarokên ku êdî nû tên dine, êdî dayîkên wan zimanê xwe pakî nizanin ku bidin zarokên xwe! Bê guman çand bi tenya ziman nîne, an jî govend gerandin nîne, Çand, hemu serpêhatî, hemû deskefti, hilberînê şêwazê jiyana wê civakêye.
Xeteriya îro bişaftin Çandê bi giştî berevajî dike, wek cilekî serte derdixe û cilekî bîyanî te dike. Êdî tu ne tûyî. Erê her kes bi xwera dibêje “ez kurdim” lê kurdekî çawa? Zimanê xwe nizane, ê dizane jî nîvço, wêje, kevneşopî, axlakê civakê, ol û baweriya xwe, herweha dîroka xwe nizane! Mînakên herî balkêş Sovyêta berê û Bakurê Kurdistanê dîyarin: Êzdîtî da zimanê kurdî û zaravê Kurmancî pîroz e, duayen xwe wê zimanî dikin, ji ber ku ola wan ev wek mercekî dîyar kiriye, niha giranî Ermenîstan, Gurcistan û qada Rusya bi desten hîn nezane giranî Erebî tekil dikin.
Herweha ezdîtî’da sinbêl tiraşkirin nîne, lê qada sovyetê de çend pîremêr hebin nebin wekî din tû kes bi sinbêl nîne. Cil û bergên wan giranî wek Ermenî û Gurca xwe dikin, şêwazên dewat,şahî û mîrî rakirin, xêr dayîn wek Ermenî û Gurcanin. Herweha gelek mînakên din heye lê wek bê fêmkirin, bes e. Civaka me yê Misliman êdî bişaftin wa lêkiriye ku mirovnizane çi pênasê bike, ji ber ne dîyariyekî, şêlubunekî pir zede pêşdaye. Jiyana civakî, ne gorî kevneşopîya Kurdewarîye, ne gorî Îslam, ne jî gorî Xiristîyanîye, tevli heve, her mal, her kesayet gorî xwe tevdigere.
Bakurê Kurdistanê pêvajoyekî herî kanbax dijî. Girseyekî bimîlyonan, welatê xwe, li ser çanda xwe û lê êdî şivanê Bakur, Berîyên Bakur tirkî diaxivin, zarokên wan giranî êdî kurdî naaxivin. Dîyaspora heya astekî tê fêmkirin, gelek egerên objektif hene ku bişaftin dibin, lê Bakur wek ku koletîyekî nerm, bi hêsanî ber bi Tirktî dişimitin û vê jî wek asayî dibinin û vê rewşa kanbax razîne. Bi weteyekî din Palangeriya Şark-Islahat ku “kurda bikin tirk” êdî şêwazekî xwezayî pêk tê. Bê guman gelek xebat û tevger jî hene ku pêşvî karesatê bigrin.
Ev xebat girîngin, lê eger civak bi xwe xwedî serpêhatiyên, deskeftên netewî derney, parçekî nişaneye hebuna xwe a pêşeroje nebine, wek niha mirina nerm ber bigoristana bişaftinê dibe. Derencam, bişaftin pêsîrame girtiye, me wek gel dixê xefkê ber bi xwe radikişîne, ev kare neyar û dujmine, dujmin lomanabe, ew kare xwe dike. Pêwîst e em jî her warî de wek gel xwedî nasnama xwe derkevin.
Rê û rêbazê vê jî hêsanî; her kes mala xwe da rojane zarokên xwera 2 demijmêra Kûrdîjêra bipeyve, biaxive, şor bike, gavgal bike û qise bike, lê ev tenya serê xwe têrê nake. Pêwîst e rojane (taybet dîyaspora û metropolên dagirkera) zarokên xwera kî ne, ku hatine, çima hatine, demografîya welat, erdîngerîya welat, çîya banîyên wê bide nasîn, yanî her olguyê welatê xwe şîrove bike da ku, kuhatiye bîr beke.
Rûyê zarokên xwe bidin welat, wek qiblegeh dema bere xwe nedî, nikarî nimêj, an jî dua bikî, zarokên xwe wek îbadet dikin, her hurbînîyên fêr bikin, da ku kokê xwe bîr nekin, ji ber her dar li ser koka xwe şîn dibe.










