🔴Pisporê leşkerî Andrey Marochko di daxuyaniya xwe ya ji bo TASS’ê de diyar kir ku leşkerên hêzên çekdar ên Ûkraynayê, ji ber kêmkirina fînanse û mûhîmatê ya ku ji bo operasyona DYA-Îsraîlê ya li Îranê tê veqetandin, nîgeran in.
Li gorî gotina wî, îstîxbarata Rûsyayê li ser xeta eniyê ya herêma operasyona leşkerî ya taybet, dest daniye ser çend axaftinên leşkerên Ûkraynayî. Di van axaftinan de leşkerên Ûkraynayî “nîgeraniya xwe ya kûr li ser gurkirina pevçûna navbera DYA, Îsraîl û Îranê” tînin ziman.
Marochko wiha li ser zêde kir: “Tirsa herî mezin di nav milîtanên Ûkraynayî de kêmkirina dabînkirina fon û mûhîmatê ya ji welatên Rojava ye. Ya balkêş ev e ku di her du rojên piştî destpêkirina şer de, di nav yekîneyên Ûkraynayî de bûyerên li Rojhilata Navîn ji bûyerên li welatê wan bêtir tên axaftin.”
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê operasyoneke leşkerî ya berfireh dan destpêkirin. Bajarên mezin ên Îranê, Teheran jî di nav de, hatin lêdan. Koşka Spî bi hinceta gefên fûze û nukleerî yên ji aliyê Îranê ve, êrîş rewa nîşan da. Di heman demê de, serokatiya DYA’yê bi eşkere bang li gelê Îranê kir ku li dijî hukûmeta xwe raperin û desthilatdariyê bixin destê xwe.
Di encama êrîşan de Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî û gelek rayedarên payebilind ên Komara Îslamî hatin kuştin.
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ragihand ku wan li dijî hin deverên Îsraîlê operasyoneke tolhildanê daye destpêkirin. Baregehên leşkerî yên DYA’yê yên li Behreyn, Urdun, Qeter, Kuweyt, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Erebistana Siûdî jî bûn armanc.
/Çavkanî: TASS/







