Bakirhan: Pirsgirêka Kurd Qirkirina Roboskê ye

KurdiPolitika

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan îro Înê got ku pirsgirêka Kurd qirkirina Roboskê, Qileban û bûyera 33 Gule û girtîyên nexweş yên 80 salî ye.

Bakirhan, di civîna gel a partîya xwe ya li bajarokê Qilebanê got ku li vê axê komkujîya hovane Komkujîya Roboskê qewimî.

“Yên ku Komkujîya Roboskê kirin, yên ku 33 gundîyên xizan qir kirin Kurdan wek terrorist dibînin. Emê nehêlin ev komkujî li qincukên tarî yên Enqerê hinda bibin. Lê, rojekê were û emê hesabê Roboskê ji berpirsên wê qirkirinê bipirsin.”

Bakirhan bi berdewamî got ku ewê hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adarê de dawî li sîstema qayumê bînin.

“Wan xwest ku bi zordarî, înkar û redkirinê vîna me bigirin bin kontrola xwe. Qayumên erkdarkirî jî bilî dizî û perexwarin û dijmintîya hember çand û zimanê Kurdan ti tişt nekirin.”

Bakirhan bang li hemwelatîyên ku liu dervayê bajarên xwe dijîn jî kir ku di dema dengdanê de vegerin warên xwe ku dengê xwe bidin.

“Emê bilêtên hilbijêrên xwe bibirin û roja hilbijartinê wan bînin ser sindoqan,” Bakirhan got.

Hevserokê DEM Partî dû re bi girseyî buroya hilbijartinê ya partîya xwe vekir.

 

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi Çekebilir

Biden’ın sahte ses kaydını bir sihirbazın yapay zekayla yaptığı ortaya çıktı
İYİ Parti’den istifa eden 150 kişi CHP’ye katıldı

Öne Çıkanlar