Bakirhan: Pirsgirêkên herêma erdhejê hîn nehatine çareser kirin

KurdiPolitika

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di salvegera 1’ê ya erdhejên 6’ê Sibatê de serdana Semsûrê kir.

Bakirhan dîyar kir ku tevî ku di ser erdhejan re salek derbaz bûye jî kêşeyên hemwelatîyên li herêma erdhejê hîn nehatine çareser kirin.

 

‘’Li Mereş, Hatay, Samandag û Semsûrê pirsgirêk wek yên rojên pêşîn yên erdhejê didomin. Hemwelatî dipirsin, dibêjin, ka dewlet, ka ew jibo me çi dikin.’’

Wî got ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li herêma erdhejê li şûna ku xwe rexne bike û sersaxîyê bixwaze propagandaya hilbijartinê kiriye.

Erdogan di rojên borî de li Hatayê gotibû ku ger rêvebirîya navendî û rêvebirîya herêmî dest nedin hev û hevkarîyê nekin ewê tiştek neyê wî bajarî.

Bakirhan dîyar kir ku Erdogan dibêje ger jibo wan deng tune be ewê xizmet jî tune be û got ku ew vê helwestê şermezar dikin.

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari jî îro Duşemê li Mereş ya navenda erdhejê serdana gund û bajarokan dike. Hatîmogullari û şandeya pê re wê li Bazarcixê jî danûsandinan bikin.

/Jêder: Ajansa Mezopotamya-voa Kurdi/

İlginizi Çekebilir

BM: Rusya Devlet Başkanı Putin’in Türkiye ziyaretini yakından takip edeceğiz
Kerkük İl Meclisi’nin ilk toplantısı Arap ve Türkmen üyeler katılmadığı için iptal edildi

Öne Çıkanlar