Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundekî Dihokê bombebaran kir

Kurdi

Balafirên şer ên Tirkiyeyê herêmeke çiyayî ku 30 kîlometreyî dûrî navenda Duhokê bombebaran kir û şewat derketiye.

Îro balafirên şer ên Tirkiyeyê çiyayê gundê Mecilmextê yê navçeya Mangeşkê ku 30 kîlometreyî dûrî navenda Dihokê bombebaran kir.

Ev cara yekem e ku ew herêm ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin.

Eyad Mecilmetî ku bi xwe ji gundê Mecilmextê ye li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Îro danê nîvroyê çiyayê gundê me hat bombebrankirin û di encamê de agir bi çiya ketiye.

Ji ber asêbûna herêmê em nikarin herin agir vemirînin.”

Eyad Mecilmetî da zanîn ku ev cara yekem e ku ew herêm tê bombebarankirin.

Herwih ji xeynî ziyanên madî heta niha nayê zanîn ziyanên canî hene yan na.

Ew cihê ku hatiye bombebarankirin xelk lê dijî û cihekî qerebalix e.

/rd/

İlginizi Çekebilir

Almanya’da sınır suçları son 12 yılın en yüksek seviyesinde
Yunanistan’da orman yangını riskine karşı sarı alarm verildi

Öne Çıkanlar