Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevserok a karê derve ya Rojava İlham Ahmed beşdarî Konferansa Munihê bûn.
Nivîskar û sîyasetmedarê Kurd Bayram Ayaz ser beşdar buna wan siyasetmederan Kurdan nivîsek weşand û got; Ji bo tevgera neteweyî niṣtîmanî Kurdistanê ew gaveki serkevtineke dîrokî yê…
Ayaz nivîsa xwe de wusa got:
Ji bo tevgera neteweyî niṣtîmanî Kurdistanê serkevtineke dîrokî:
ÎSAL LI KONFERANSA ASAYIṢA NAVDEWLETÎ MUNIHÊ (MSC) FERMANDER MAZLÛM ABDÎ Û ELHAM AHMED JÎ BEṢDAR BÛN
MSC di siyaseta navdewletî de Konferanseke giring e. Mijarên emin û asayiṣa navdewletî li Munihê tên axaftin.
Nûnerên Herêma baṣurê Kurdistanê ev çendîn sal in beṣdarê DAVOSê li Swîsra jî û Konferansa Asayıṣa Munihê (MSC) jî dibin. Îsal jî ṣandeyekî Kurdistanê bi serokatiya serokê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li Munihê ne. Wekî salên berê îsal jî cîhekî wan taybet heye ku ew li wê derê pêṣwaziya mêvanên xwe dikin bi ṣêweyekî diplomatik serkevtî.
Îsal bo tevgera Kurdistanê laperekî nû vebû. Nûnerên rojavayé Kurdistanê hêjayan Mezlûm Abdê û Elham Ahmed jî, di saya xebat û hewldanên diplomatik yê baṣurê Kurdistanê û taybet Fransayê de karibûn beṣdarê Konferansa Munîhê bibin. Ev gav ji bo rojavayê Kurdistanê destkevtiyeke baṣ e, destpêka rewa kirina rojavayê welatê me ye.
Civîna bi wezîrê karê derve yê DYA/USA re statuya rojava diyar dibe: Di nav yekîtiya dewleta Suriyê de, li kêleka Ṣamê mayin, lê bi nasnameya xwe.
Nûha ji bo vê qonaxê heta nivîsandina desturê gavên baṣ in. Eger raya giṣtî navneteweyî û dewletên zilhêz piṣtevaniya Kurdan bikin, dê Kurd bikarin li rojavayé welatê me jî bibin xwedî statuyekî. Bêguman bo vê jî hewce ye hêzên Kurdî yekrêz û yekhelwest bin.
Konferansa Qamişlo bibe xwediyê biryarê…











