Ji bo bîranîna Aram Tîgran
Mîrovek ku tiştekî bi zimanê tirkî binivîse hebekî rêyek tê de hebe, lê belê, mirov nikare tiştekî an jî gotinekê li ser Aram Tîgran xêncî bi zimanê kurdî bibêje û binivîse.
Gelek sedemên vê yekê hene, lê sedema herî mezin ev e ku Aram Tîgran, tevî eslê xwe ku Ermenî bû, ziman û çanda Kurdan ji xwe re kiriye armancekî bingehîn. Lewma jî divê ew bi kurdî bê nasîn.
Em hemî Aram Tîgran bi awayekî nas dikin, çîroka wî dizanin, û kilamên wî jî di bîra me de ne.
Aram, tevî hemû zehmetiyên dîroka xwe ya şexsî, di nava çand û hunermendên Kurdistanê de yek ji kesên herî bişans e. Bişans e, çimkî hîna di saxiya xwe de qedrê kar û kesayetiya wî hate zanîn. Kurdan bi her awayî, heta derfet û desthilata wan rê dabû, li xebatên wî xwedî derketin û payeberziyeke mezin dane keda wî.
Bêguman Aram Tîgran jî xwedî exlaq û zanyarî bû; wî nêzîkatîya Kurdan û dostaniya bi Kurdan re wekî menfaetî bi kar neanî. Di nava çanda Kurdan de xebitî, cebirî, ked da, û camêriya xwe qet sivik nekir.
Bi ya min, yek ji destkeftiyên çanda Kurdan a sedsala 20an ev e ku rewşenbîrên Kurd li Qafqasyayê gelek derfetên zimanî û çandî bi dest xistin. Bi dehan kes, kom, berhem, û babetên cûr bi cûr li mîrateya wê serdemê zêde bûn.
Şansê Kurdan û Aram ev bû ku her du alî jî bi van bermahiyên serdemê re eleqedar bûn, û zanyarî û hunera xwe bi van têr û tijî kirin.

Aram, di nava rewşenbîrên Kurdan de, yek ji wan hunermendan e ku li her aliyê welat bi nav û taybetmendiyên xwe tê qebûlkirin û hezkirin.
Cemîla Celîl di ruportajeke xwe de dibêje: “Em Kurd bi stranên xwe timî hukumdar bûne. Bi aliyê hunerî ve, me zor neda tu kesî ku xeberdin zimanê Kurdî, bistrên stranên Kurdî. Tu caran Kurd hewceyî tu kesî nebûne wextê xwe de. Hebûna me besî me bûye. Lê miletên cîran ên ku di nav Kurdan de mane, eslê zimanê me û stranên me hîn bûne. Lewma jî em bi stranên xwe ve timî hukumdar bûne, bêyî gotina me. Wan xwestine û stranên me hîn bûne.” (Ji ruportaja arşîva Roj TV, 2011).
Ev gotin ji sedî sed rast e. Heger aliyekî Kurdan ê serdest hebe, ev jî muzîka wan e. Serdestên li ser axa Kurdan pergal ava kirine, tevî hemû talan û înkarê, nikaribûn xwe li ber muzîka Kurdan bigirin.
Serdestan sê herfên alfabeya Kurdî heştê salî qedexe kirin û bi zext û zilmê li ber Kurdan sekinîn, lê dîsa jî nikaribûn li ber deng û awazên muzîka Kurdan bisekinin.
Bêguman huner hestek e. Jê re sînor, çeper an bend tune ye. Wek dilopên avê di her qelîştekê û valahiyê de diherike û dimeşe.
Lê ev qanûna xwezayî, ji bo ziman û çanda kurdî ne wekî ya xelkê hêsan e.
Lewma ked û baweriya hunermendên Kurd, bi taybetî ya muzîkjenan, ji keda sîyasetmedar û leşkeran zêdetir divê bê gotin.
Îro gava em behsa bîranîna Aram Tîgran dikin, bi hezaran peyv, hest, çîrok, fikir û gotinên şexsî û neteweyî dikevin nava hev.
Aram muzîkjenekî hem neteweyî hem jî yê evînê bû. Bi qasî hin hevçaxên xwe hişk, ajîtatîf û sîyasî nebû. Di kilamên wî de Kurdistan bi al, bi mal, hevkarî, hevalî û ramanî dijî. Ew piranî bi çavê helbestkar, rewşenbîr û edebînûsan Kurdistanê bi nav dike û distrê.
Gava kilamên wî li malên me olan didin, mirov dixwaze tevdîra şahiyê, xeberdanê, cîrantiyê û qenciyê bike. Bi ya min, di stranên Aram de Kurdistan zû da ava bûye û pir tişt ji xeyalan zêdetir li benda xebat û xweşbîniyê ne.
Bi vê xebat û xwemalîbûnê re evîn tîrêja herî xurt û xwezayî ye. Ji xwe dengê Aram ne dengekî ku mirov pê êş û elemê an jî diltengî û dilşikbûnê bidomîne ye. Gava dengê wî xwe digihîne guhdarên xwe, çi dibe bila bibe, evîn dilê mirov ji west û qestên kevn dişo û berê wî dide rengînî û bedewiya jiyanê.
Pêşeroj, plan û perwerdekirina ramanan bi dengê wî radibin şaa û Kurdistan bi hemû îhtîşama xwe di dilê keç û xortên xwe, rewşenbîr û lehengên xwe yên ji sed salan tên, xwe digihîne 15ê Tebaxa Egîd û 2025an a Rojava.
Lewma jî ne li Aram Tîgran tê, ne jî ji dilê me tê ku em bibêjin “çûyîna wî an jî bîranîna wî”.
Hunerê heta niha gelek caran îsbat kiriye ku tişt û kesên hunermend tenê cih û dema xwe diguherînin.
Aram Tîgran jî tenê cihê xwe guherandiye.
Kilamên wî bi dehan, bi sedan, li benda tikandineke YouTubeê ne. Kîjan dibe bila bibe, ew hê ji me re dibêje…










