Behice Feride Demir: Celad Nayên Jibîrkirin

Kurdi

Bi ya min, ji bo dîroka Kurdistanê yek ji bûyerên mezin jî kuştina şaredarê Stenbolê Ridwan Paşa (1856-1906) ye. Her çend ev bûyer li paytexta Osmanî û di nava burokrasiya Evdilhemîd de biqewime jî,  kesên bi kuştina Ridwan Paşa hatin tawanbarkirin endamên malbata Bedirxaniyan bûn. Lewma jî ev bûyer parçeyekî dîroka Kurdên li Stenbolê ye. Dewleta Osmanî piştî vê bûyerê, duyemîn car fermana nefîkirina  Bedirxaniyan da û girêkek din li pêşeroja Kurdan xist e. Ev bûyer heta îro jî bi temamî nehatiye ronîkirin. Lê hin tişt hene ku bê encamiya wan bi serê xwe encam e. 

     Di du pirtûkên Ehmed Kardam de yên bi navê Mîrê Cizîra-Botanê Bedirxan-Salên Berxwedan û Serhildanê (2 cild) û Rûpelekî Di Dîroka Kurdan a Jibîrkirî de: Abdurrezak Bedirxan  de em hîn dibin ku şerê klîkên di qesra Osmanî de  şerekî  bênavber bûye û her kes li ecelê hev geriyaye. Bêguman ev “her kes” jî klîkên etnîkî, malbatî, nav dewletî, olî û leşkerî ne. Qesra Osmaniyan jî wek nexşeya wî ya împaratorî ji dehan millet, ol, mezheb, ziman û hêzan pêk dihat. Her yek li gor konjonkturê rol digirtin an jî ji ber çavan diketin. Lê nakokî tim cara di navbera du aliyan de sar û germ dibû: Şerqî û Xerbî. Şerqî Kurd, Ermenî, Çerkez, Ereb û yên din in. Xerbî jî Arnawud, Rum û milletên Balkanî ne. Yanî ya ku serê Ridwan Paşa dibe jî ev dubendiya dîrokî ye. Lê mixabin herî zêde, serê Kurdan bi vê kuştinê re ket belayê. 

    Tişta ku di vê bûyerê de derdikeve pêş ev e ku: kuştina Rıdvan Paşa komployeke klîka Arnawudan û balkaniyan e. Piştî vê bûyerê Bedirxanî him ji rêveberiya bajêr  him jî ji avantajên sedsala 20.  bêpar man. Bi vê dûrketînê pêşeroja Kurdistanê jî derbeyeke sedsalî xwar û hê jî pişta xwe rast nekiriye. Lewma jî gava behsa şexsiyetên siyasî tên kirin, ez pir caran li kok û eslê wan dinihêrim. Ka kî ne, bav û kalên wan ji ku ne û bi çi hestî hatine perwerdekirin?

    Ev ne cihêkarî an pêşbînî ye. 

   Lê, welatekî “yek dengî û yek milletî” lê bûye fermiyeta dewlet û siyasetê, ti kes bi tesadufî an jî bi demokrasiyê nayê hilbijartin. Di rêveberiyên otorîter de tesaduf tune ye. Her kes li gor hewcetî û hesabên hin tiştan tên hilbijartin. Di sîstemeke  ku “kuştina zarokên di pêçekê de” qanûn be, tişta yekane ew e ku tesaduf jî ne tesaduf e. 

   Ji ber vê jî çend roj berê, gava serokê CHPê Özgür Özel meseleya  “celad û hezkirina celadê xwe” anî ziman, bûyera Ridvwn Paşa hat bîra min. Li gorî Özel, Kurd ji celadên xwe hez dikin û nizanin kujerên wan kî ne. Henekî rastî di gotinên Özel de heye.  Lê ne tenê  îro û  ji bo Îttîfaqa Cumhûrê. Meseleya Kurdan û celadên wan kûr e. Hema  ji komploya Arnawudên qesra Osmaniyan bigire heta klîkên muhacirên Balkanî, bi dehan celadên Kurdan hene û her carê yek bekçîtiya dewleta xwe dikin. Yanî gelek celadên Kurdan hene. Ji Qesra Topkapiyê, ji Seraya Yildizê, ji Koşka Çankayayê heta Seraya Beştepeyê…

    Celad ji celadan re dibêjin “wê da here”.  Her çiqas hin siyasetçiyên me yên amator carinan  van celadan ji bîr bikin jî, erdê Kurdistanê ne Kûyûcî Murad,  ne şikeftên Dersimê ne jî  Mehkemeya  Îstiqlalê ya  Diyarbekirê ji bîr nake. Kurdistanî dizanin ku celad ji ku tên û celadên wan kî ne!

    Heger celadên mîlletên din celadên can-standinê bin, celadên Kurdan celadên can, ziman, çand û çarenûsê ne. 

    Ne bi siyasetçiyên me yên reydarên “kent uzlaşisi”yan yên du sal berê. Berê her tiştî dengbêj û stranên me her roj bang li me dikin û dibêjin: “Celad kî ye û çawa ne!”

 

İlginizi Çekebilir

Arap Alevi örgütlerinden tepki
BM: Yapay zeka ülkeler arasında büyük bir ayrışmaya yol açabilir

Öne Çıkanlar