Behice Feride Demir: Çenteyê Jane Birkin û Sê Resmên Zadîna Şakir

KurdiYazarlar

Koleksiyonerî ji demên berê ve heye û cûre bi cûre tê kirin. Ji pûlên mektûban bigirin heta tabloyan, ji erebeyan heta pîrtûkan û bi dehan qelemên din de koleksiyoner û koleksiyon hene. Hema hema her roj em der barê vî karî de tîştekî dibihîsin û temaşe dikin.Tabloya filan kesî/ê an deftera vî kesî an jî eşyayeke wî/ê bi bihayekî mezin tên firotin. Pir caran bikir (bikiryar) anonîm in, kes wan nabîne û nizane sedemên meraqa wan çî ye jî. Dîsa ji vir deh roj berê di muzayedeke online de çenteyê hunermend, derhêner û lîstikvana Fransî Jane Mallory Birkinê bi 10 milyon dolarî hate firotin.

Bi qasî tê gotin, ew çente ji aliyê marqeya Hermèsê ve hatiye çêkirin û Birkinê deh salan xebitandiye û paşê jî bona alîkariya nexweşên AIDSê firotiye. Ji firotana ewîlî vir ve ew çente çend car e tê kirînê û firotinê. Yanî çente perîtî û kevn e jî. Lê çima li ser çente navê Hermèsê û Jane Birkinê heye, serê carê bihayê wî çenteyî zêde dibe. Helbet ev ne tiştekî yekemîn e.

Heta niha bi hezaran tiştên kesên navdar him di muzayedeyên fermî de, him jî di yên şexsî de tên firotin. Di nav van de nivîskar, hunermend, rêvebirên dewletan û kesên populer jî hene. Belgeyên jiyanî, tiştên durîdest, eşyayên taybet, arşîv, cil û berg û objeyên wan ên cuda cuda tên raxistin an jî parastin. Bi vê minasebetê hem mîrateya van kesan tê parastin hem dewlemendiya çandê zêde dibe û hem jî  milet bi van kesên xwedî ked û berhemên wan dihese û ji wan re rêz digre.

  Gava ez agahiyên waha dibînim, hunermendên me tên bîra min. Bi hezaran hunermend, leheng û rêvebirên me hene, lê ji wan yan tu tiştek nemaye yan jî serwinda ne. Ne cih, mal, ne eşya, ne pirtûkxane, ne jî arşîvên wan ku şahidiya jiyana wan a hunerî kiriye, tu tiştekî berçav ji wan namîne.  Ronakbîr, hunermend, rêberên siyasî û şexsiyetên pêşeng tim li sirgûnan, li zindanan, di şer û şerpezetiyan de ’emrê xwe derbas kirine. Tu hunermendekî/e Kurd bi hemdê xwe nemiriye û wesiyeta xwe bi dilê xwe nekiriye.

Ev bi serê xwe trajediyeke çandî û neteweyî ye. Çenteyê Jane Bîrkînê bi 10 milyon dolarî tê firotin, lê belê bi sed heyf û xebînet, ji Leyla Bedirxanê yek pelikek jî nemaye li ortê. Ne tenê Leyla Bedirxan, hema hema ev qedera hemî Kurdên serkeftî ye. Mînak, jî Zadîna Şakir. Zadîna ku di 16 saliya xwe de dest bi karê stranbêjiyê kiriye, wek hemî hevçaxên xwe di navbera kêmasî û tesadufan de rêya xwe dîtiye. Bi gotina wê; “berê derketiye radyoyê,  hîna paşê perwerdeya muzîkê wegirtiye.” Ev gotin bi tena serê xwe rewşa xebatkarên çanda Kurdî radixe ber çavan, bi taybetî ya hunermendên jin. Bi ya min, di dîroka vê sedsalê de hunermendên jin ên Radyoya Yêrîvanê pêleke çandî dane destpêkirin. Bi gotina Prof. Dr. Marûf  Xeznedar; “Kurdên Suriyeyê û Qafqasyayê li Rûsyayê bûn nûnerê hemî bakurê Kurdistanê û heta derekê edeb û çanda Kurdî parastin.” 

Wan du sed sal gîhandin hev û nehîştin bîra miletê kurd xam bibe. Wê demê makîneyên ku deng rast dikin an enstrumanên ku bêhna stranbêjan temam bikin tunebûn. Lê wan bi dehan berhemên gelêrî û giranbuha bi xasîya xwe tomar kirine û dengê xwe li ser wan dane. Di destê hunermendên Kurd de çenteyên bi marqe tunebûn; ne Hermès, ne Dior, ne Alexander McQueen, ne jî Lara Dizayî.

  Lê wan marqeyên xwe bi xwe ava kirin. Ev marqe jî stran û dengê wan in. Îro gava “Dêre Sorê Piçûkê” tê gotin, em dizanin ew dengê zirav û hênûn dengê Zadîn Şakir e û di dîmenên reş û spî û bi nihêrînekî şermoke li derdora xwe mêze dike. Ev wêne ji 1955an e.

  Piştî ku Med TVyê arşîvên xwe vekir, em roj bi roj der barê xebat û xebatkarên çanda Kurdî de hûrgiliyên teze hîn dibin. Zadîna Şakir di resmê xwe yê duyemîn de dîsa ji Med TVyê re behsa destpêka jiyana xwe ya radyoyê dike (1996). Bi qasî em jê hîn dibin, yekem strana wê 16 saliya xwe de bi navê “Dêre Sorê” gotiye. Dîsa di eynî bernameyê de eşkere dike ku duyemîn kilama wê “Welatê Me Kurdistan e” bûye û cara yekemîn wê ev kilam gotiye (1955-56). Lê di nava demê de kilam li gor rewşa siyasî hatiye guherandin û ji aliyê Aslîka Qadir ve careke din hatiye xwendin.

Sêyemîn wêneyê  Zadîna Şakirê dîsa ji bernameyeke Med TVyê ye. Zadîna Şakir di vir de êdî gelek tişt li pey xwe hiştiye û sal lê derbas bûne. Ji wê keçika li ber mîkrofonê bêdengiya zeman vediçirîne û stêrkbûna xwe li nav çanda Kurdistanê îlan dike, tenê cotek çavên mehcûbî, rûyekî dilsoj, tenêtîyeke dilgivaştî û bêhalî maye. Heta tu bêjî bi hemdê xwe û di hedê xwe de dîsa distrê.

  Stêrka çil salî êdî, penaber e. Û wek   bi dehan hevkarên xwe bi qîmet û anorî û hurmetkare ji hunerê re…

   Li pêy wê ne çenteyên bi milyon dolarî, ne eşya man li mekanên muzayedeyan, mixabin. Bi tenê dengê wê, sê dîmenên wê û stranên wê mane. 

 Jane Birkinê bi çenteyê xwe yê bi milyon dolarî,  Zadîna Şakir jî bi kilamên xwe djî li banê hunera kurdî.

 

İlginizi Çekebilir

Tayland-Kamboçya geriliminde ölenlerin sayısı 32’ye çıktı
Avrupa ülkeleri İran görüşmeleri devam edecek

Öne Çıkanlar