Almanya, 1988.. Xebatên Hunerkomê, Koma Berxwedan, Beka, vegera welat, fermandarîya gerîlla, qadên şer, dîlketina destê dijmin û cezayê heta hetayê ku îro bûye 34sal.
Bêguman ev 34 sal çîroka gelek ciwanên kurd e jî.
Lewma jî jîyana stranbêja ku kilama Ala Rengîn dibêje wek daneya 40 salên dawîn e jî.
Stranbêja ku heta niha me tenê dengê wê nas kiribû û jîyana wê qet nîzanîbû, piştî dîmenekî ji hêla Kurd Archive ve hat belavkirin, ji bo min bû sedema vê gotarê. Ew dengê ku di çend albûmên Koma Berxwedan de bênav û bêwêne bû, êdî bi nasnameya Tûrkan Îpek û kodnava Dilar e.
Di dîrokê de hin kes û jenerasyonên taybet hene ku dixwazin jiyanê ji binîve biguherînin. Lewma jî pir caran pirsên jiyaneke çawa, guhertinên civakî, fikrên nû û azadîxwazî helwestên wan diyar dikin.
Piştî bayê tevgerên 68an di dîroka Kurdistanê de polîtîzebûn, çalakvanî, xwesteka serxwebûnê di dilê ciwanên 1980 û 90î de vegerî tevgerekî rêxistinî. Di deftera kesên ku di van salan de jiyane, hîkayetên şexsî û miletî wek hev in. Lewma jî slogana dewrê “Berxwedan jiyan e, serhildan jiyan e” bû. Her kesî û her tiştî di nav vê sloganê de para xwe didît û cîhê xwe digirt.
Kurdbûn, partîzanî û şoreşgerî her wiha li xwe kirina kincan, guhdarîkirina mûzîkê û hin bertekên din dibûn sembolên ciwanên wê demê. Dikarim bêjim tevahiya cîhanê di wan salan de bi awayekî radîkal modernîze bû. Hin welatan pergala şerê sar hilweşand, hin welatan demoqrasîya lîberal û globalîzm pejirandin. Hinekên din jî wek ciwanên Kurdistanê şoreşa neteweyî, civakî û şexsî di nav hev de dîtin. Bi vê armancê xelasîya netewê ne tenê bi tang û top, bi artêş û cebirxaneyê ve girênedan. Li kêleka vê rastiyê him berxwedan, him jiyan, him hilberîna fikrên sosyalî, him jî ya hunerî û civakî derdixistin pêş. Yanê huner, sehne, dengbêjî û stranbêjî jî dibûn amûrên destxistina serxwebûnê.

Ji ber vê ya jî cihê du tiştan di salên 90î de pir zêde hate guherîn. Yek, şerên neteweyî ji meydanan; ya duyem jî huner, ji mal û mekanan derbasî ser ekranên televîzyonan bûn.
Êdî dengên xweş û hin kilamên peyamdar bûn perçeyên jiyana civakê. Kurdan jî wekî hemû miletên din, hin cureyên hunerê, organîzasyonên girseyî û fîgûrên karîzmatîk bo doza xwe derxistîn pêş.
Koma Berxwedan yek ji wan komên dengxweş bû ku em heyranên wan bûn. Me nasnameya xebatkarên komê heta van salên dawîyê jî pir nizanîbû. Tenê hunermendî, şervanî û dozdarîya wan bes bû ji bo me.
Heta îro jî kom û endamên wê wek antîke û emanetên pîroz in li ber çavên me.
Lewma jî hin kes û dengên wan li ku dibe bila bibe qet ji bîra me naçe. Her agahîya di derbarê wan de wek perçeyekî puzzle tabloya li ber me temam dike.
Ew dengê ku di albûma Koma Berxwedan a bi navê Dîlan de (1985) kilama Ala Rengîn dibêje jî yek ji van e. Herçiqas min li cem xwe xwediyê vî dengî meraq kiribe jî, ev meraq nebû sedema lêkolînekî.
Mixabin wek qebûlîyekî, mirinê em hinê xwe kirine. Em bi xwe ji xwe ra dibêjin kesên di vê komê de kar kirine heger li meydanê nebin, najîn. Lewma jî em bi pey nakevin û napirsin ka ev hunermend hene, kî ne û li ku ne ?
Çîroka Tûrkan Îpekê jî ev e.
Bawer im ji bilî heval û hevkarên wê kes nizane ew kî ye, ji ku ye û aqûbeta wê çi bû?
Helbet li her qadê malkir û malxiwîr hene. Mixabin gelek stranbêjên me bûne qurbana vê bêxwedêtî û neheqîyê. Heta yên şehîd jî nayên zanîn û bibîranîn. Ji xwe yên sax, tew tên jibîrkirin.
Ez werim ser bêtalihî û giranbuhabûna Tûrkan Îpekê, yanî Dilara ciwan. Qasê ku ez dizanim piştî xebatên Hunerkomê Dilar, berê xwe dide qampa Bekayê û ji wir jî wek gerîla derbasî Kurdistana Bakur dibe. Lê li wir tê girtin û cezayê îxdamê lê tê birîn. Ew nêzî 34 salan e girtî ye. Heta niha tu agahî di derbarê wê de nehatiye parvekirin an jî min nedîtiye.
Kesên ku lansmana komê ji xwe re kirine perê hûr jî ji vê hevala xwe û yên fena wê re qet baldar nînin.
Di 27ê Cotmehê Kurd Archive dîmenekî Dilarê (Tûrkan Îpekê) weşand. Dilar di wir de di temenê xwe yê herî ciwan de ye. Bi qoroya Hunerkomê û hevalên xwe yên xwe kedkar re kilama xwe ya navê “De Gidî De Gidî Xana Min” dibêje.
Dengê wê pir zîz û dilşewat e. Strana wê jî pir xweş e.
Dilar, dîsa stranên wek Gula Welat (1985) Zozan Zozan (1987), Şîvan û Bêrî (1987), Gula Cihanê (1987), Qumrikê Sêva Tucaran (1988), Cîrana Min (1988) û Gul Gulî Ha Gul Gulî (1987) jî dibêje.
Hevî dikim êdî hunermendên wek Dilarê ne tenê bi qeyd û arşîvan werin nasîn.
Bila hemû hunermendên me azad bin, azad bijîn, bistirên û pêşengiya fikrên azad bikin.
34 sal e Dilar û gelek hevalên xwe hîna jî girtî ne.
Ji Dilar û ên wek wê re silav û rêz….











