Behice Feride Demir: Roja Wergerê Û Sirra Bi Kul

KurdiYazarlar

Her çend Yekîtîya Neteweyî ber bi hilweşînê biçe jî, hin tiştên ku bi pasvanîya vê saziyê tên kirin ji bo mîrateyên şaristanî gelekî bi feyde ne. 

Bi dehan beş, navend, rêxistin û saziyên lêkolînê,  ji mafên jin û zarokan heta gera fezayê, ji pere û kontrola çekên kîmyevî bigre heta hejmara zimanên cîhanê li gorî qanûnên vê saziyê tên parastin.

Dîsa li gor qanûnên Neteweyên Yekbûyî, ji sala 1951î vir ve 30ê Îlonê wekî Roja Wergerê tê pîrozkirin.

Her çiqas di paşxaneya vê rojê de Jeromê Ezîz (Hieronymus) û xebatên wî yên olî hebin jî, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve dîroka zanist û çandê wekî hin qadên din bi argûmentên polîtîk pêş dikeve.

Lewma jî em dikarin bibêjîn biryara Roja Wergerê jî hevkî bi vî awayî û li gorî vê bandorê hatiye girtin.

Helbet ev normal e, çimkî tiştên ku dibin mijarên wergerê li gorî konjonktûrê tên hilbijartin.

Yekitîya Ûriz hê wekî dewlet û îdeolojîyeke gelemperî li ser piyan bû, li gelek deverên cîhanê di navbera vê qampê û dewletên Rojava de di warê wergerê de berhevdanek hebû. 

Heta heta pevçûnên leşkerî sar bibûn lê di warê rewşenbîrî, medya û hunerê de şerê  germ didomandin.

Her du aliyan li dijî hev sazî û propaganda dimeşandin û çavkaniyên nêzî berjewendiyên xwe derdixistin pêş.

Helbet ev ne tenê karê van her du hêzan bû. Hin dewletên din jî ev şer û dezenformasyon li gorî xwe teorîze dikirin.

Di vir de rastî dima li hêviya exlaq û însafa hin kesan. Ev kes jî pir caran wergervan bi xwe bûn.

Kurdistanîyan ji ber van însîyatîf û destwerdanên îdelojîk gelekî êş kişandin. Dem wenda kirin, şaşî û tevliheviyên gelekî polîtîk hilbijartin û cîhana xwe ya entelektûelî serobin kirin.

Îro hîna jî em cezayê vê yekê dikişînin. Lewma jî, bi ya min Roja Wergerê rojeke watedar e.

Watedar e çimkî hingê Kurd wergeran dikin an jî wergêrên Kurd zêde dibin, pîvanên entelektûelîzma Kurdan jî xwebûnî û xwemalî dibe.

Êdî di navbera me û James Joyce, Rilke, Aristo, Virginia Woolf, Shakespeare, Selma Lagerlöf û Stefan Zweig de mantiq û metodên serdestan cîh nabînin. Êdî edebiyat, çand û bîra cîhanê bi aqilê Kurdan ji bo Kurdî tê wergerandin. Him kûrbûna Kurdî zêdetir dibe him jî Kurdbûn tê ser hemdê xwe.

Di van salên dawîn de tişta herî xweş ev e ku nivîskarên ku cîhan ji wan sûdê digre, êdî bi Kurdî ne. 

Stefan Zweig yek ji van nivîskarên ecêb e. Ji xwe heger Zweig ecêb nebe, gelo wê êdî kî ecêb bibe?

Di roman, bîyografî, çîrok û ceribandinan de pir kêm nivîskar qasê Zweig, kêrî karê xwe tê. Heger em ji bo sedsala 20an li nivîskarên bi bandor bigerin, bê şik Zweig di serê lîsteyê de ye.

Mirov kîjan berhema wî bixwîne derhal ûslûba wî ya nerm û hevokên wî yên libo libo dibîne. Çend salî û çiqas xwende be bila bibe, Zweig cihê xwe di dilê te da digre.

Lê dîsa jî ev jî têra naskirina Zweig nake. Di edebiyata cîhanê de ew, ji  çendîn nivîskaran e ku hezkiriyên wî ji wî zêdetir ew dane naskirin. Îro Zweig, di dehan zimanan de tê xwendin.

Yek ji van karê Zweig jî  berhema wî  a bi navê Sirra Bi Kul e. Sirra Bi Kul ji aliyê Abdullah Încekan ve ji Almanî bo Kurdî hatiye wergerandin. 

Wek her car Zweig, di Sirra Bi Kul de jî romantîzmê direşîne, derdorê bêdeng dike, lehenga/ê xwe di nav kelecan û hêviyan de dixemilîne. Hin dilreş û xefikzanan jî pêdar dike. Birjûva û mirêbe (xulam) qesr û qonax, xayîntî û hesûdî nakokiyên çînan û çavnebarî di tahma rêzefîlman de me li pê xwe digerîne. 

Di Sirra Bi Kul de, lehengê me Edgarê piçûk e. Edgar ji ber sedemeke tenduristî bi dayika xwe re derdikeve betlanê. Lê Edgar, di demekî kin de dibe şahidê evîna dayika xwe û Baronê talavêreçî.

Navê pirtûkê jî ji ber vê evîna çend rojan a dayîka Edgar derketîye û bûye Sirra Bi Kul.

Min orîjînala( bi Almanî)  Sirra Bi Kul nexwendîye. Lê Încekanê ku heta niha ji edebiyata Almanî çend pirtûkên din jî wergerandîye Kurdî, tahma çîrokê bi hemî kelecana wê derxistîye ortê. Sedsala 20e mîn tevê hemî giranîya xwe tê hîs kirin. Erebeyên hespan, otêlên li quntara çiyayan û nav daristanan, salonên xemilandî, serwîsên xwarin û vexwarinê, dans û nîqaşên li gorî serdemê. Kêlî bi kêlî di Sirra Bi Kul  de xwe nîşanî me didin.

 Çîrok di navbera Baron û dayîka Edgar de derbas dibe. Lê ji ber rexne û şikbarîya Edgar jî bi dawî dibe. 

Taybetiya wergerê ev e ku xwendevan dikare pê re here cih û warên dûr. Kes û kesayetiyên ji derdor û civaka xwe dûrtir binasin û li ser wan hin tiştên nûh ragihîne. Sirra Bi Kul vê tiştî tîne cîh. 

 Bi ya min heta nivîskar, wergêr û rewşenbîr dest nedin hev;  ji kozika xwe dernekevin û karê danûstandina fîkrî û sîyasî nekin, wê pêşveçûn û ronakbîrî jî pêş nekeve di nav civakê de.

Helbet her diçe pirtûk, kovar û weşanên YouTube yên bi Kurdî  zêde dibin. Lê dîsa jî li gorî cîhanê ev pir û pir kêm in.

Hewceye hejmara pîrtûkên wergerê zêdebibin. Divê cîhana wergera Kurdî dest û dengê xwe bilind bike û li ser navê xwe kar bikin.

Sirra Bi Kul di 2024an de ji weşanên Nûbiharê derketîye.

Bi minasebeta vê rojê Roja wergerê li hemî Wergerkarên me pîroz be.

 

İlginizi Çekebilir

Omerxalî hate hilbijartin wek yek ji ‘100 Aqilên Herî Giring ên Zanistê ya Berlîn 2025’
Yunus Behram: Colani Parlamentosu; Siyasal İslam’ın cübbesi altında sahte demokrasi

Öne Çıkanlar