Piştî ku dewleta Çînê jî çêkirina aplîkasyoneke sohbetê ya bi navê DeepSeek eşkere kir, dinya careke din hate guhertin. Êdî li dijî zanist, mijûlî û hilberîna xwezayî du hişên çêkerî (Artificial intelligence, AI), yên global hene, DeepSeek û ChatGBT. Lewma jî sehneya dîjîtalîzmê êdî ne tenê cihê agahî, dîmen, bûyerên sîyasî û ekonomîk in. Ew êdî sehneya pêşeroja jîyana mirovan e jî. Li serê saetê em li ber ekranan hemû cîhanê dibînin û dibin şahidê şaristanîya dîjîtalî.
Ji ber barîna bûyeran êdî qîmet û giranîya tiştan nemaye. Lê dîsa jî mirov bi serê xwe li benda çavkanîya surprîzan yan jî hin metelîyan e. Ji vir û çend roj berê di medyaya Fransî de vîdyoyeke kurt bala min kişand. Li ser vîdyoyê wiha nivîsîbû: “Odette a 64 salî çend rojên xwe yên dawî dijî.”Jineke di vîdyoyê de bi kesên li derdora xwe re qise dikir, dikeniya û digot, ev 5 rojên min ên dawîn e. Min jî meraqa peyva 5 rojên dawîn kir û fikirîm gelo ji bo çi 5 rojên dawîn be?
Gava min vîdyo vekir, di destpêkê de edîtorîya bernama Envoyée Spécialê di danasîna xwe de behsa enteresantîya hikayetê dikir. Odette a ku di wêneyê xwe de, bi hemd, li ser xwe û bi qirar dixuye, gelo çima bûye mijara vîdyoyeke wiha? Bêguman di van salên dawîn de jîyana jinan her diçe zihmet dibe. Şîdeta psîkolojîk, mobbing, bêkarî û hilweşîna nirxên sosyo-kulturel li ser jîyana jin û zarokan travmayên mezin çêdike. Lê xuyabû Odette ji ber van sedeman nebibû mijara vê dosyaya taybet.
Min vîdyo vekir û guh da Odette a 64 salî. Di vîdyoyê de Odette behsa roja mirina xwe dikir. Lê mirina ne normal. Mirina xwe ya bi biryara utenazîyê (euthanasia) dike. Vîdyo jî li 5 rojên dawîn û amadekarîyên merasima cinaze qeyd dike. Odette, bi hevalê xwe re qise dike, xatirxwestina xwe wek çûyîneke ji rêzê dinase û temîyên bêxemgînîyê li wan dike. Gelek nas, heval û eqrebeyên Odetteê di van 5 rojên dawîn de bi Odetteê re zeman derbas dikin. Di dîmenekî din de ew û hevserê xwe Frank, behsa kirîna kostumên mersima oxirkirinê dikin û hemî amadekarîyan bi hev re dişopînin.
Odette bi ken û qebûlî qala sedema utenazîyê jî dike. Odette a ku li Québecê dijî, ji demekî dirêj vir ve ji ber penceşêra pişikê tedawî ditîye. Lê tu encameke ber bi başbûnê derneketîye holê. Odetteê jî biryar daye û êdî naxwaze nexweşî wê biêşîne û laşên wê xirab bike. Ew naxwaze bîranîn û encamên xirab ji malbata xwe re bihêle. Heta mirin wê dikuje ew dixwaze mirinê bikuje. Gava min dîmen û biryara Odetteê temaşe kir, nizanim çima, dîmena girtîyên Kurdên Rojhilat û îlam jî Huseyn Kavousifarê li ber ixdamê ku ji keça xwe re dikenîya hate bîra min. Rast e mirov dikare mirinê bikujê û pê bikene. Ha li Kurdistanê ha li Qubeekê be. Bi mafê utenazîyê yan jî bi bêmafîya ixdam ê.
Ev nayê vê watê ku mirin tiştekî pîroz e an utenazî biryareke hêsan e. Lê di vir de vîna mirova dîsa serî radike û hêzdarî û xweza xwe li dijî DeepSeek û ChatGptê nîşan dide.
Li gor agahîyên vîdyoya Envoyée Spécialê, Odette ji roja yekşema borî vir ve di nav me de nîne û najî.
Helbet her roj bi dehan mirov jîyana xwe ji dest didin. Lê bi ya min pirsa ku di hikayeta Odette de veşartî û bêbersiv e ev e:
Gelo utenazî çawa dibe bextewarî?
Gelo utenazî rêbazekî pêşerojê ye ?