Behice Feride Demir: Xanima Derî Sînoran

Kurdi

   Yek ji pênaseyên ji bo Virginia Woolfê tê kirin jî ev e: “Xanima Bloomsburyê ya westiyayî”.

   Nizanim, çi qas rast e, lê gava vê gotinê dibihîsim, fexreke bi esl, kok û nîşanên malbateke xuyayî, tenêtiyeke bi zaneyî, çandeke bi xwebawer, şoreşên li der û hundir di sîmayekî bi fikr û bîrdozî tê ber çavên min. Helbet ev bîr li her kesî nayê, lê li kê jî bê, ew wekî Woolfê der-sînor e.

     Îro êdî der-sînorî ne tiştekî zehmet û mînak e. Heta êdî sînor nemane. Teknolojiyê ser û binê erdê, hiş û hesabên mirovan wer tevlihev kiriye, kes nizane sînor çi ne û çima bên rakirin an danîn?

   Ez gava li ser der-sînorî û kesayetiyên xwedî vê ramanê difikirim, Sakîne Cansiz jî cihê xwe li vê taxê digire. Helbet ew semboleke neteweya Kurd a vê sedsalê ye û di şexsê wê de gelek tişt li dîroka me ya polîtîkî zêde bûne. Îro em dikarin behsa mîras û manewiyata ku Sakîne di afirîneriya me de guhertiye bikin.

    Yanî Sakîne hem maddî hem jî manewî hin pîvan li civakê zêde kiriye û bi xwe jî bûye navendekî.

   Îro li her aliyê welat, navê Sakîneyê li pêy Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed wekî nirxekî rûmetê tê dîtin. Kurd berxwedana wê ya li zindanê û kuştina wê wekî bûyereke neteweyî dibînin. Lewma jî wê dem were jiyana wê, gotinên wê bê qeydkirin, nivîsandin û wek ders li dibistanên Kurdistanê bên xwendin.

    Sakîne yek ji wan kesan e ku her kes dikare xwe lê bigire û ji sekna wê û jî der-sînoriya wê fêrî tiştan bibe.

    Jinên Kurd heta niha gelek leheng, pêşeng, xanim, prenses, hunermend û çalakvan derxistine. Îro di destê me de bi dehan mînak hene û em dikarin bêjin tevî hemî bederfetî û astengiyan jî soz û hebûna jinên Kurd her zindî ye. Îro êdî ne tenê kesayetî û xebatên Sakîneyê mijar in.  Êdî bandor û mîsyona wê ya li ser pêşerojê mihum e. Helbet ew endam, pêşeng, avakar û şoreşgera tevgereke Kurd e. Helbet nasnameya wê ya siyasî li gorî dewr û doza wê tê binavkirin. Lê kuştina wê ya bi destê dewleta Tirkiyeyê nîşanî me dide ku dewletê mîsyona serî rakirin û serî netewandina wê ji bîr nekiriye. Ew statûkoya ku Sakîne û hevalên xwe di zîndanê de şikandibûn û ji însanên Kurdistanê re kiribûn rê û moral, hîna jî dewletê aciz dike.

   Bi qasî me dewlet jî dizane cenabê wê û berxwedana wê çima pîroz e. Dewlet jî dizane ev pîrozî berê Kurdan dide  ku derê û çî berpirsiyarê dide wan. Ji xwe me piştî şehîdkirina wê dît Kurdistan çawa li ber navê wê rabû ser piyan û bi çend rojan şîna wê kirin.

    Wê çaxê ez li gundekî dixebitim û min bi xwe dît miletê Kurd çawa şîn kir û çawa ji bo wê digiriyan. Kesî ew rû bi rû nas nedikir. Lê çîroka wê bihîstibûn. Jin û mêrên Kurdan li ber ekranan bêdeng digiriyan û jê re digotin: Dayê, xwengê, delalê, hevalê..

    Di wê hefte û meha ku Sakîne hat kuştinê de, mijarên sohbet û meclisên hemûyan li ser wê bûn. Rast ne rast, nas nenas, dûr û nêzîk ferq nedikir; her kesî li gorî xwe jê ra dîrokek dinivîsî û behsa armancên wê dikirin. Heta kuştina wê, min nedîtibû şîna netewî çi ye û gel çawa dikare şînê bê otorîte û bê rêveberî, lê ji bo xwe bike.

   Min ev tişt di çileya 2013’an de li nav mal û mirovên Kurdan de dît. Ji rupelên ajîtatîf û medyatîk zêdetir, Kurdan zanibûn ew çima û ji ber çi hatiye hedefgirtin.

   Şîn yekem car ew qas bi min bi bandor dihat û ez matmayî dimam li ber hestên miletê xwe yên ku qet guh nedidan îdeolojî û otorîteyan.

    Kişfe bû ya ku Sakîne kiribû Sakîne ev hestên nexuyayî bûn.

    Gel jê fêm kiribû, wê jî ji gel.  Kurd  çi qas wêneyên wê dibînin û navê wê dibihîsin wek roja ewilîn jê ra  rêz digirin.

    Lewma jî qet naxwazim tiştekî edebî, îdeolojîk an femînîstî li ser wê bikim.

    Tenê miletê Kurd çawa wê silav dike û xwedî lê derdikeve, bi wê bawer im.

       Tenê dikarim gotina ji bo Woolfê dubare bikim. Belê, xanima li der-sînoran, Kurdistanî her roj te bi bîr tînin, bila haya te jê hebe.

 

İlginizi Çekebilir

Trump Venezuela operasyonu ile ilgili basın toplantısı düzenleyecek
H. Salih Durmuş: Ordo ab Chao Rojava’da kaostan doğan düzen

Öne Çıkanlar