🔴Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Cengiz Çandar di axaftina xwe ya Meclîsê de diyar kir ku “Tevahiya dinê dizane ku Netanyahu Trump bi dû xwe de kişandiye nava vê şerî. Nexwe heke sibê Îsraîl bixwaze êrişî Tirkiyeyê bike, Amerîka dê çi bike?” û destnîşan kir ku divê di Rojhilata Navîn a nû de pozîsyona Tirkiyeyê bibe mijara nîqaşê.
Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê Amedê Cengiz Çandar, di Civata Giştî ya Meclîsê de derbarê êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê axivî. Çandar anî ziman ku feydeya dîtina wêneyê herêmê heye û divê li ser cih, pozîsyon û polîtîkaya ku Tirkiye di Rojhilata Navîn a nû de bimeşîne were axaftin. Çandar got, “Dinê alemê dizane ku Netanyahu Trump ber bi vê şerî ve biriye,” û pirsî: “Nexwe, heke sibê Îsraîl bixwaze êrişî Tirkiyeyê bike Amerîka dê çi bike? Werin em li vir van mijaran nîqaş bikin.”
Çandar derbarê fuzeya ku ketiye derdora navçeya Dörtyol a Hatayê de wiha axivî:
“Îranê îro di daxuyaniya xwe ya bi biryar de got ku ew fuze ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye avêtin, sedemên me yên têrker hene ku em bi vê bawer bikin. Çimkî di êrişa ku ji aliyê cotê Trump-Netanyahu ve hatî destpêkirin de; tu hincet û sedemek tune ye ku Îran, Tirkiyeyê wekî dijmin li hemberî xwe bigire, tu berjewendiyek wê di vê de nîn e. Ji vir bi rê ketinê, feydeya me heye ku em wêneyê mezin ê herêmê bibînin. Binêrin, tawanbarê qirkirinê û tawanbarê şer Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di 22’yê Sibatê de çi gotibû (ku çend roj şunda şer da destpêkirin): ‘Armanca Îsraîlê ew e ku li dijî eksenên radîkal, eksena welatan ava bike. Hem li dijî eksena Şîe ya radîkal hem jî li dijî eksena Sunnî ya radîkal a ku her diçe bilind dibe.’ Em dizanin ku di navenda eksena Şîe ya radîkal de Îran heye. Nexwe mebesta Netanyahu ji eksena Sunnî ya radîkal çi ye? Bersiva wê tê: Tirkiye, Qatar, Pakistan û heta Erebistana Siûdî. Hegemonê leşkerî û herêmî yê nû yê Rojhilata Navîn Netanyahu, hevrikekî ji bo xwe naxwaze. Li dijî vê yekê siyaseteke tifaqan pêşniyar dike û di nav vê tifaqê de girtina Hindistan, Qibrîsa Başûr û Yewnanistanê sêwirîne.”
‘Heke sibê Îsraîl êrişî Tirkiyeyê bike dê DYA çi bike?’
Çandar, bi bîrxistina hevpeyvîna Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftali Bennett a ji bo rojnameyekê, wiha berdewam kir:
“Bennett dibêje, ‘Tirkiye Îrana nû ye û Erdogan pir bitaloke ye. Tirkiye hewl dide Îsraîlê dorpêç bike, em nikarin çavê xwe ji vê re bigirin.’ Beriya du rojan Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dibêje: ‘Sedema ketina me ya şerê li dijî Îranê ew e ku Îsraîl li dijî Îranê ketiye şer û şer dixwaze.’ Niha, dinê alemê dizane ku Netanyahu Trump ber bi vî şerî ve kişandiye. Nexwe, heke sibê Îsraîl bixwaze êrişî Tirkiyeyê bike Amerîka dê çi bike? Werin em li vir van mijaran bipeyivin hevalno.
Îran Tengava Hurmizê digire. Nexwe, ji sedî 30’ê petrola Îsraîlê di Xeta Borûyê ya Baku-Tîflîs-Ceyhanê re derbas dibe. Petrola Azerbaycanê tê veguhestin, ji sedî 30’ê wê petrola ku mekanîzmaya şer a Îsraîlê xwedî dike; Tirkiye navbeynkariya wê dike. Heke Îran sibê bi êrişeke dronan li vê xeta borûyê bixe em ê çi bibêjin? İşte, îro ketiye Nexçiwanê. Werin em li vir van mijaran nîqaş bikin; yanî werin em li ser pozîsyon, cih û polîtîkaya ku divê Tirkiye di Rojhilata Navîn a nû de bişopîne biaxivin. Di vê navberê de, em ji bîr nekin ku di 9’ê Sibatê de, Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan li ser ekrana televizyonê ji bo Amerîka û Îranê gotibû ‘Wusa xuya dike ku gefeke şer a ji nişka ve tune ye.’ Çi pêşdîtinek e lê! Niha dê roja sêşemê bê li vir biaxive. Werin em van nîqaş bikin hevalno; hewcedarî bi van heye.”
/Çavkanî: MA/











