Hevalekî min ê biyanî hebû. Sî sal berê hatiye Stenbolê. Tirkiya wî jî gelek baş bû, piştî salan ji bo kurmancî jî hewldaye ku fêr bibe. Kêm zêde di kurmancî de peyvên şevbaş-rojbaş û heta dehan dikaribû bijmêriya. Hevalek xebatkar, ji dil û xwedî feresat bû. Lê exlaqê hevalê min wek tevgirtina dewletê bû. Çaxê rastî zehmetiyek, dijwariyek dihat yan jî ji dev delaliya xwe berdida li min digeriya.
Çaxê di nav xweşî û aramiyê dabû li min nedigeriya. Ji rojan rojek em hatin ba hevûdin û min jê re got, tevgirtina te wek desthilatên welatê me ye, çaxê desthilat dikevin zorê hawara kurdan dikin lê bi ber rihetiyê de diçin rûyên xwe vedigerîn. Hevalên min jî bi devkenî, ma ez çibikim sî sal zêdetire di nava wan de dijîm. Bersiva min jî bi çend biwêjan bû, gul li gulê dinêre dipeqe, mirov li ba kê be exlaqê wî hiltîne…
Hevaltiya xwe min daliqand dîwar, hevalê min çi qas baş û jidil be jî ev nêzîkatiya yek alî nedihat qebûlkirin û min jî qebûl nekir, herkes li mala xwe. Vêga di nav xweşiyê daye û xwe ker kiriye, mihtemel e ku ji xwe re delaliyek jî dîtiye.
Di vekirina meclîsa tirkan de, partiyek hebûn û nebûna xwe li ser esasê tinekirina kurdan û gelên din ve bi rê ve dibe û wisa xwe eşkere û pênase dike çû silavek da wekîlên DEMê. Partiyek di bingeha xwe de sedî sed li hemberî tevgirtin û dijî azadiya kurdan xwe bi cih kiriye, silavek dide. Ev silav ne silavek wisa meriv bi nezaketî û xweşbinî pênase bike. Bîst û çar seat dest û devên wan ên dirêj li ser hebûna me gefan dixwe. Serokê partiya nijandperest û faşîst bo dest dirêjkirina li hemberî partiya DEMê dibê, cepheya hindir dibe ku em xurtir bikin. Yanî em ketine nav zor û zehmetiyê ka hûnê alîgiriya me bikin an na. Di tûrikên wan de leystik, komplo, kuştin, îşkence, neheqî, bêqanûnî kin û kurtasî çi tiştê xerab hebe di xwe de dihewînin.
Li gor tecrubeyên rabirdûye partiya me wisa xuya dike ew ê dîsa bikeve nav feqên serdestan. Hêviya me li hemberî ev leystokê leystikek xurt were danîn û ji bo menfaata gel çi îcab dike bila were kirin. Madem şer li Rojhilata Navîn bi hîle û xurdayan dimeşe dibê ku berdevkên kurdan jî li ser leystika leystik amade bikin û wan di cihê xwe de bişeqîzin. Mixabin me du wekîl dî ku ne ji siyasetê ne jî ji hişmendiya dîroka xwe feyz negirtine, ji paş ve bi hellahallayê xwe gihiştandin serî û destên wan girtin, ev çi kelecaniye an ev çi sosret e! Wexta bi xeberdanê girêdan derbas bû.
Buldan û Sakık çaxê ji pişt bi kelecanî xwe gihiştandin partiya nijadperest, girtî, dîl ketî û nexweş Abdulkadir Kuday di sikratê dabû. Ê de ka bidin ba hevûdin. Li aliyek destek xapînok, dijminê hemû xweşikiyan û li aliyê din girtiyek nexweş xulek bi xulek li ber xwe daye û serînetewandiye. Kuday daxwaza wî ya dawî çend roj be jî di nav malbata xwe de bi zarokên xwe re derbas bike, bû.
Çend roj belkî çend seat daxwaza wî ya di nav malbata derbas bivê nehat cîh.
Belê di nav şer de jî maseyên lihevhatinê têne amadekirin. Lê ev ne bazara maseyê, ev meseleya mafê heq û edeletê ye. Ew ên ku ji derencokan bi kelecanî xwe bi jêr ve dişiqînin bila çavên Abdulkadir Kuday û daxwaza wî ya dawî qet ji bîra wan neçe. Girtiyek çaxê ber bi mirinê ve dişeme daxwaza wî ya dawî tê bicihkirin. Lê ji wicdan û edeletê bêpar ev nêzikatî ji me re dibê çi?
Odaya Tabîbên Wan û Colemêrgê heftaya ku me li pişt xwe hişt agahiyên “girtiyên nexweş” eşkere kirin. Bi temamî di girtigehan de 651 girtî di bin nexweşiyên giran de li ber xwe didin. Ev tabloya ku bi deste îqtîdar û şîrekê wî yê çavnebar hatiye xizkirin li pey lestikek din in. Çend ro berê dîsa avêt ser malên kurdan, dîsa siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Mesele xwe guhart rengek din bi berxwedana gel û siyasetmedarên wan ev pergal neçar ma xwe biguherîne. Lê ev guhartin çi qas çareserî û serbestbûne hêma dike me bihevre dîsa tecrube bikin.
Vîktor Hugo di pirtûka xwe ya Roja Dawîn a Mehkûmekî Îdamê de, di pêşgotina xwe de wisa dibêje, “ev qanûna sosret ku bikartînin ji ortê rakirina wê hêvî dikin nêz be”[34]. Em hêvî dikin Abdulkadir Kuday bila dawî be û hesabê wî were pirsîn. Hugo didomîne, “tiştek din. Ka bifikrin rihê vî camêr e? Hûn dizanin di kîjan rewşê de ye? Hûnê wî bi wêrekiyek hostetiyê bikûjîn?”[35.] Belê Abdulkadir Kuday bi zanatî hat kuştin di ser de jî nehiştin çend roj bi malbata xwe re derbas bike. Ger bi aborî, civakî, îktîsadî têk diçin û ji kurdan alîkariyê hêvî dikin bila hemû girtiyên nexweş bigihijin malbatên xwe. Ger ji derve ve hatibin dorpêçandin û ji kurdan pişt dixwazin bila hemû girtiyên azadiyê werin ser axa xwe û bo gel mil bidin hevûdin. Ger hêla perwerdehiyê û zanistiyê ve têk diçin bila destên xwe ji çand û ziman vekişînin. Ger ji kurdan tiştek bixwazin bila siyaseta kurdan dosyaya zimanê fermî deynin ser maseyên wan. Bi qewle tirkî va al gülüm ver gülüm.
Ma tevgirtina li hemberî şexsê Kuday de ev tişt diqewime? Na. Çend roj berê Selîm Temo tevgirtinên çalakiyên çandî û festivalên edebî rexneya yek zimanî dikir. Her sal bajerên ku kurd hejmarên wan gelek in; wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, festivalên çandî û edebî de em ne kurdî dibînin ne jî zimanek din. Çend sal berê li Entabê festivalek bi navê “Mozaîk” hatibû amadekirin. Ev mozaîk xwedêgiravî te digot qey tenê bi tirkî, îngîlîzi, fransî û ne şaş bim zimanek Afrîqayî jî hebû. Ciwanek ku eslê xwe ji “doğu”yê bû dawet kiribûn. Lê zimanê ew cîwan li ti derî nehatibû nivîsandin, qal û behsa feraseta zimanê wî nehatibû rojevê.
Ha ji we re leystikên serdest. Îro Seyda Temo tiştê ku rexne dike û dide destnîşankirin ev zihniyeta yekane ye. Îro şarederiya bajarê mezin a Stenbolê û bi taybetî şarederiya Beyoxliyê bi piştgiriya kurdan hat ket destê CHPê. Wek helbestkarekî kurd û wek nîştecihê Beyoxliyê ji siyasetmedarê kurdan li hemberî ev sîstema zanayî biseknin û rê nedin yek zimanî. Çimkî em li vir dijîn dibe ku lazmantiyên me jî werin çareserkirin. Beyoxlî ne navçeyek yek zimanî ye. Hem ew ê bi piştgiriya me derkevin ser dîkê hem jî ew ê gazî me û ser dîkê nekin. Hemû tişt bi hevre hatiye girêdan. Ji rojê çi diqewîme li jêr jî ew tê meşandin. Ji helbestek, ji zimanek ditirsin; xwedêgiravî çaxê xeberdan tê ser wan ti tiştek nahelin. Dibên em gazî kurdan dikin.
Belê hûn gazî Selîm Temo dikin lê zimanê wî, peyvên wî li ortê tineye. Hûn gazî Şehmus Diken dikin lê ji çanda wî ti tiştek bo pênaseyê li ortê tineye. Hûn gazî Lal Laleş dikin ji dengê helbesta wî em ti tiştek seh nakin. Mînakên me gelek in. Bi kin û kurtasî ger tiştek ji me bê xwestin em ê du tişt bixwazin. Yok öyle üç liraya beş köfte. Em li vî bajarî bi dehan salane dijîn. Ji xwediyê kargehan bigirin heta xebetkarên wan kurd in, nişteciheyên vî navçeyê ne bi hezaran nin bi deh hezara nin. Bi tirsê çareserî nayê, bi tirsê aşitî nayê bi tirsê ti tiştek naça serî, bêhtir dixe bin axê.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.
/Gazete DuvaR/