Helbestkar behsa evînê kiriye, behsa gul û sosinan kiriye, behsa erdnigariyan kiriye, yeko yeko nav daye lê ew peyva ku çaxê dibîhisin û mûyên wan tîk dibe bi zanayî li derdora wê peyvê geriyaye.
Salê du car -meha havînê- rojên ku gupikên agir ji esman dibariya dihat bo çengek avê. Mêvanek bi sir û nepenî bû. Dengê wî delîla hebûna wê bû. Çiqas bo dîtina wî me hewl bida jî qetiyên xwe ne dida xuyakirin. Ji kelakela rojê bêdil dihat ser avê. Li hemberî wî mirov hebûn û ji însanan ditirsiya. Ka li ser rûyê erdê meriv ji însanan çawa natirse. Mêvane me yê neçar Marê Reş bû. Me vê navî lêkir. Çimkî me nedîbû û tiştên ku meriv nabîne pirî caran bi reş va û tariye va giredide.
Belkî mêvane me reşbelek û deqdeqî bû, li ser çermê wî renge white mochayê hebû, belkî gewr bû. Di destê me da rengên alternatif hebûn lê me bi reş va xwe girêdabû. Wek însanên ewil tiştên ku nikaribûn ji xwe re îzah bikin tiştên netişt li wan bar dikirin. Misal xwedayên ewil… Ji bo vê meseleyê biwêjek me heye û wisa xweş gotiye, bawer bike çiya ji cihê xwe diçe lê kurmê tasan ji însan naçe. Hatina mêvane me bi dengê Bozo em pêdihesiyan. Bi ewta ewta Bozo haya me ji marê reş dibû. Bozo jî deng seh dikir lê cihê wî temamî nikaribû diyar bike. Tirs jî di dilê Bozo da hebû. Cara ewil me derdora marê reş girt û bi kuştina wî em tevdigeriyan. Me kir nekir me wî nedî ti car jî me wî bi çavê xwe temeşa nekir. Piştî serdane din tenê bo dîtina wî em diçûn derdora wî lê bi înyadek xurt xwe vedişeriya.
Li hemberî me liberxwe dida û ev têkoşîna wî bi salan domiya. Heft sal belkî heşt sal dihat ava xwe vedixwar û diçû. Tisîna wî li ber me û Bozo gazîkirina meydanê bû. Şer hîle bû û viya serkeftî dikir. Ti zerar û ziyanek nedabû me, ne heqên me kêm dibûn ne jî cûcikên ku dibin qûpikan dabûn ji ortê hinda dibûn. Di navbera me û marê reş de peyamek veşartî hebû. Xwedî exlaq û sînorê xwe baş zanibû. Hûn çima maran dikujin? Heyvanek wisa maqûl û ji xwe bawer hê min nedî. Ji her derê maran estetîk dibare. Her tiştî ew dikir, biryar û qerar tevgirtina wî bû, ew ê kêngî batana an xwe hinda bikirina. Çi qas tiştên ne baş û aîdê însan in barkirine ser ajalan. Li vî welatî tiştên çi qas xerab hebin bi plan û deq û dolaban li ser gelên bindest bardikin. Çimkî ji wan re guherkar lazim in ji me re jî têkçûnên wan. Ka encamê şerê me yê xwedî maf û heq ew ê wek marê reş serbikeve?
Çend roj berê zarokek yazdeh salî bi gulleyan li parkek Sariyerê hat qetilkirin. Ev zarok ji agirê Sûrî xelas bibû. Navê zarokê ku hatibû qetilkirin Abdullatîf Davvara bû. Gedeyek penaber. Sebiyek bi ava şer hatiye şuştin. Hêvî û pêşaroja wî hat kuştin. Û ew ên ku li dû xwe hişt derbeyek din xwarin û bi destên serdestên xêrnexwaz hat qels kirin. Davvara jî ji vê civata kevnşop, nijadperestên faşîst re bû gunahkerekî. Tu yê werî kuştin di ser de jî tu yê werî mehkemekirin. Penaberî ev e li vî welatî.
Marên ku ketine bexçeyê welêt ne sînor dizanin ne jî heq û maf dizanin. Hûn qurbana marê reş bin! Dane ber xwe geza geza wan e, her tiştê me dane ber dev ên xwe yê patosî, ne av hiştin ne jî dar û dewî ne çiya ne jî newal. Sond xwarine, sonda ku li ser pişta kurdan sîstema xwe avakirine her tiştî ji çav derxistine. Gelo tiştek me ma ye ji xelasbûnê û ji azadiyê pê va? Serdest û şirîkên wan çaxê wext û firsadê bi dest bixin tiştê ku heye û maye jî ew ê ji ortê rakin. Bayê ku vêga dixwazin biweşînin ne dermane ne jî çareseriye. Hefteyek berê Mamoste Rıfat Ronî hat desteserkirin û vêga di zindanê daye. Perçe perçe dimeşin, êrîşkariyek hem fîzîkî hem pîskolojîk li ser du lingan dimeşînin. Xweza li ber talana wan diperpitê, her roj seriyên wan li cihek welat derdikeve. Te dî li deştek li qontara çiyayek an li ser zinarek em wan dibînin. Mînak çiyayê Cudî wek serê min rût kirine, ti tiştek nehiştine. Xwedê kir ku xwazeya me wek milletê ku di nav de dijî xwedî kok e.
Ziman jî perçeyek xwazeya me ye. Mamosteyên me jî guliyên şaxa ziman in û her demsal dibişkivin. We çima mamoste Rıfat Ronî girt? Mamoste Ronî, ronkahiya ziman belav dikir, gunehkar bû li gor xêrnexwazan. Nan û av ji bo jiyanê çawa ku jeneger be, ziman jî ji bo rih xwîn û stargeh e. Marên ku naşibin ti marî ketine nav çand û xwazeya me. Di şevên tarî de jehra ku berdidin can û hişê me; di dest û hişe mamosteyên me da jî panzehîr/jehrkuj heye û ew jî ziman û çanda me ye. Ronî û rêhevalên wî her roj xulek bi xulek jehrkuj kom dikin. Her peyv ji bo me jehrkuj e. Çi qas bi can û rihê me da vedin jî, jehrkuja ku di destê mamosteyan dane digihije hawara me. Çawa ku Hawara Celadet û rêhevalên wî gîhişt her devera welat û ji bo me çawa bû aş û derman. Her dibistan, sazî û dezgeh, her ferdên welat peyv bi peyv jehrkuja xwe ava dike. Li hemberî jehra serdestan jehrkuja bindestan ziman û çand e. Em ê di şexsê Mamoste Ronî de hemû kedkarên ziman û çandê nedin jibîrkirin û em ê nehelin ji rojevê bikeve.
Generalê faşîst Franko piştî di şerê navxweyî de ser ket ji Îspanyolî pê ve hemû zimanan qedexe kir. Wek destpêka Komara Tirkiyê ji bilî Tirkî ti zimanî re xweşbînî/mûsama nîşan nedan. Jixwe derbeya leşkerî 12 Îlonê bi hemû hêza xwe avêt ser kurdan. Ne tenê mamoste û kedkarên ziman tên dîl girtin. Bi rêya polîtîkayên bi vê rengî dixwestin ziman ji hêzê bixin û li ber çavên kurdan reş bikin. Ev polîtîka bi her awahî meşandin. Çi bi fîlman çi bi rêya pirtûk û çîrokan ev tişt kirin û heta radeyek jî serketin. Çimkî tê bîra min hin kes tirkî nizanibûn lê dîsa bi axaftina tirkî qise dikirin. Pergal wisa bi hûrgulî dixebitî bû, kurd bi zimanê xwe çaxê xeber didan fedî dikirin. Ji fedîkirinê em hatin berhemên giranbûha, dengê ku ji zik derdiket vêga ji nav lêvan dertê û bi dengek bilind belav dibe. Ziman piçûk xistin, rû jê vegerandin pergala hemû serdestan e. Wek Afrîkaya Başûr em dikarin wiya bi mînakek bidin der û bi “apartheîd”ê jî hatiye pênasekirin.
Zimanê Zulu û Xhosa li Afrîkaya Başûr feqiriye, belangaziye, sefaletê hêma dikir û bibû sembola vana. Xwediyê ev zimanî li hemberî zimanên xwe cirnexweşiyê dikirin, rûyê xwe tirş dikirin. Ev hest jî serdestan û dagirkeran keyfxweş dikir çimkî tu zimanê xwe ji jor bixî texî nav lingan tu yê jî têk biçî. Tiştên ku li Afrîkaya Başûr derketibû meydanê ev bû; ji zimanê xwe fedîkirin û şermkirin.
Dagirkerên Afrîkaya Başûr û rewşenbîrên wan jî li gor pergala xwe dimeşiyan. Rewşênbîr û xwendayên wan bo zimanê Zulu û Xhosa digotin, ji bo we ev ziman bikarnay! Ti feydaya wî tineye, zimanê xwe vegerînin zimanên me, berhemên xwe bi zimanê me binivîsin, gengaşiye bikin, xwe îfadebikin… Bi vî zimanî ew ji we li ser rêyan rê vebibe. Bi xelat û popûlizmê me we derxin ser dîke/sehneye. Hema li derdora we binêrin hûnê rewşa me bişîbinin nişte cihên Afrîkaya Başûr.
Çend hefte berê -kêm zêde her hefte seriyek Dayikên Şemiyan dixim agahiyên ku ew ê bidin guhdar dikim- helbestkarek tirkînivîs rojnameyek da destê min. Li gor kunyeya rojnameyê mehê carek dihat weşandin. Hejmera ku dabû destê min bo Dayikên Şemiyê taybet hatibû amadekirin. Dayikên Şemiyê hezar hefteyê li pişt xwe hiştibûn. Ji bo vê hejmara taybet li ser Dayikên Şemiyê kê çi nivîsandibe hatibû bibîrxistin. Ji edîtorê rojnameyê di rûpela ewil de nivîsek kurt û kurmancî hatibû nivîsandin. Edîtor jî ew nivîskar û helbestkar bû lê dibin nivîse da navê wî tinebû. Ehlaqên vanên înkarkirin hê jî xurt e. Meqseda min li vir destnîşankirina zîhniyetek e. Nivîsa edîtor wisa destpê dikir, ew ji bo pêşaroja evîn û aşîtiyê bi şev û roj ‘kulîlka rûyê erdê” mezin kirin. Ji Latîn Amerikayê, ji Anadolê heta axa rojhilatanavîn kok daye… Edîtor li hemû dinyayê geriyaye ji bilî dilê dayikên kurdan dilê ti kesî nehiştiye.
Çaxê qala Dayikên Şemiyê dibe dayikên kurdan tê bîra meriv. Helbestkar behsa evînê kiriye, behsa gul û sosinan kiriye, behsa erdnigariyan kiriye, yeko yeko nav daye lê ew peyva ku çaxê dibîhisin û mûyên wan tîk dibe bi zanayî li derdora wê peyvê geriyaye. Navê peyva me Kurdistan e! Zorê daye xwe, bol bol xwêdanê di ser eniya xwe de rijandiye ser rûyê xwe. Xwedêgiravî ev helbestkar xwe wek azadîxwaz, demokrat, wekhevîxwaz, aşitîxwaz û hwd. Welatê dayikên kurdan nenivîsandiye, heq û heqîqetê negotiye. Ger riste ji bo heq û heqaniyê destnîşaniyê neke ez ê çawa wî helbestkar, aşîtîxwaz bihesibînim. Xwedêgiravî ev helbestkarê bohem û salaş di risteyên xwe de wek şoreşgereke mirovahiyê tevdigere, lê ev şoreş çaxê tê ber derê qula mar ditevize, ji xwe va diçe, pişta xwe dizivirîne… Ev marên Çingirakli xweş dajon, xweş vedigerînin, xweş pênase dikin. Lê heqîqet nehatiye ber derên wan…
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.
/Kaynak:Gazete DuvaR/