Kitêba helbestan ya Berken Berehî bi navê ‘Çemê Baranê’ ku, Xelata Qelema Hejar 2025 standibû, weşanxaneya Avestayê çapa 2yan ji derket.
“ey siwariyê bi çargavî tê ji biyabanê
birûsk û beledî dipekin ji depa singê wî
bibexşîne gunehê me, kadîna me dagire
stêrkan bireşîne li şevên me yên xalî”
Çemê Baranê Berken Bereh
978-605-2246-50-4
13×19.5, 112 rûpel
Berken Bereh kî ye?
Helbestkar û nivîskar e.
Di sala 1954’an de li bajarê Şirnexê yê Botanê ji dayîk bûye. Enstîtuya Perwerdehîyê ya Boluyê kuta kirîye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekemîn kovara bi Kurdî ye li bakur) hatine belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên bi Kurdî de belav bûne, her wekî Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û ê.d. Di sala 1998-1999’an de di pêşbirkên helbestê yên ji alîyê Komeleya Malbatên Girtî û Hukimxwarîyan û ji alîyê kovara wêjeyê Jiyana Rewşenê ve amade kirî de bi xelatên yekemînî û duyemînîyê ve hate xelatkirin. Di sala 1999’an de bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetê amade kir, ev kovar çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara înternetê li Bakur bû. Heman salê, di rojnameya Fıratta Yaşam’ê de dest bi nivîsîna stûnên bi Kurdî kir. Bereh di sala 2013’an de bi maweya salekê di rojnameya Evrenselê de li ser wêjeyê stûn nivîsîn. Helbestên wî di weşanên vedor ên curecur de bo zimanên Tirkî, Erebî, Farisî û Fransizî hatin wergerandin, di antolojîyan de cî girtin, di kanalên televizyonê yên Kurdan de, di Medya TV, Roj TV, Gün TV’yê de; di radyoya Almanî, WDR’yê û SBS’a Awistralyayê de hatin xwendin. Li Zankoya Bilgiyê û li Zankoya Hakkariyê û li çendîn komeleyên medenî beşdarî konferans, panel û semîneran bû, belavok pêşkêş kirin. Hê jî di kovar û rojnameyên bi Kurdî de nivîskarîya xwe didomîne.










