Colemêrg: Dijî qeyûm mitîngek hat darxistin

Kurdi

 DBP û DEM Partiyê û Tifaqa Ked û Azadiyê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, li dijî danîna qeyûm mitîngek li dar xist û bi hezaran kes di mitîngê de kom bûn.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî danîna qeyûm a li ser Şaredariya Colêmêrgê mitîngek li dar xist.

Mitîng li Qada Otogarê ya bajêr hat li lidarxistin.

Alîgirên DEM Partiyê û DBPyê û xelkê Colêmergê bi hezaran kes li qada mitîngê hazir bûn.

Xelkê di mitîngê de sloganên wekî,“Şaredarî yên gel in, Colêmerg a me ye” avêt û govend gerand.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî beşdarî mitîngê bûn û di mitîngê de axivîn.

Hatîmogûllariyê amaje bi wê yekê kir ku danîna qeyûman qebûl nakin û wiha axivî:

“Em vê qebûl nakin. Em dê şaredariyên xwe li her derê ji bo demokasî, mafê mirovan, paşeroja welat, gelên Tirkiyeyê biparêzin.

Em dê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin.”

Bakirhan: Ew dagirker in

Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku dê berxwedana xwe mezintir bikin û wiha got:

”Colemêrg a me ye. Em bi xwe Colemêrg in. Ew dagirker in. Erdogan dibêje, ‘Em li gorî hiqûqê tevdigerin’. Li Kurdistanê qanûnê li dijî Kurdan pêk tînin.

Ew qanûn qanûna dijminatiyê ye. Ji bo ev qanûna dijminatiyê ya li vê erdnîgariyê bi dawî bibe em dê di berxwe bidin.”

İlginizi Çekebilir

Gazeteci Karakoç için çağrı: Haksız tutuklama derhal son bulmalı
Hakan Tahmaz: Tehlike CHP’nin diyalog masasında stratejisinin olmaması

Öne Çıkanlar