Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtin ji bo giyanên şehîdên Komkujiya Helebçeyê û hemû şehîdên azadiyê dest pê kir.
Piştî diyarkirina rojeva kar, beşdarên civînê li ser mijarên ku li ser asta neteweyî û niştimanî hatine diyarkirin nîqaş çêbûn. Girîngiya lidarxistina konferanseke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, sedemên dereng ketina wê, bi beşdariya hemû partî, hêzên siyasî û civakî yên Kurdî hatin gotûbêjkirin.
Di vê çarçoveyê de, belgenameya siyasî ya ku ji aliyên garantorên diyaloga Kurdî-Kurdî ve hatibû amadekirin hate nirxandin. Ev belgename ji du belgeyên ku ji aliyê Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî û partiyên derveyî her du çarçoveyan ve hatibûn pêşkêşkirin, û herwiha ji formuleke ku ji aliyê Encûmena Nîştîmabî ya Kurdî ve hatibû pêşkêşkirin.
Di civînê de biryar hate dayin ku ev belgename ji konferansa ku tê plankirin re were pêşkêşkirin da ku were pejirandin, û ev yek wê bibe mizgîniyeke mezin ji bo gelê me di cejna Newrozê de.
Herwiha, civîn li ser israra Encûmena Neteweyî ya Kurdî rawestiya ku dixwaze civîneke taybet bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re li dar bixe. Ji ber xîreta me ya di nav partiyên civiyayî de ji bo gihîştina helwesteke Kurdî ya yekgirtî, em dibînin ku ew dikare civîneke bi vî rengî li dar bixe, ji ber ku her partiyeke me, di nav de Partiya Yekîtiya Demokratîk, dikare bi her aliyekî re civînekê pêk bîne. Ji vê perspektîfê ve, em erênî nêzîk bûn ku em bigihîjin armanca xwe.
Lê em bi temamî tekez dikin ku ev civîn ne şûna xebatên Komîteya Amadekar a Konferansê û prosedurên wê ye, û herwiha ne şûna komîteyên diyalogê yên di navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî de ye.
Civînê girîngiya gihîştina yekrêziya Kurdî di vê qonaxa nazik de ku Sûriye bi giştî, û Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî tê re derbas dibin.
Di heman demê de, civînê li ser hevdîtinên ku di navbera QSD û rêveberiya nû ya li Şamê de çêdibin sekinî.
Civînê piştgiriya xwe ya tam ji rêveberiya xweser a demokratîk, bi saziyên wê yên sivîl û leşkerî re, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir.
Her Newroz hûn bi xêr bin!
Rûmet û nemirî ji bo şehîdên azadiyê
Hesekê, 16ê Adara 2025an