​Daxuyaniya Sersaxiyê: Çiraya me ya hîmdar Mihemed Emîn Bozarslan çû ser dilovaniya xwe

Kurdi

​Bi xemgîniyeke kûr em hîn bûn ku kedkarê mezin ê ziman, dîrok û wêjeya Kurdî, nivîskar û lêkolînerê hêja Mihemed Emîn Bozarslan li sirgûnê, li bajarê Uppsalaya Siwêdê koça dawî kiriye.

​Mihemed Emîn Bozarslan ne tenê nivîskarek bû; ew di tariyên herî reş de birca ronahiyê ya zimanê Kurdî bû. Bi xebatên xwe yên li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî, bi Alfabe’ya xwe ya Kurdî, bi çîrokên xwe yên keda gel û bi lêkolînên xwe yên dîrokî, wî bingeha wêjeya modern a Bakurê Kurdistanê xurt kir.

​Ew çinareke zanyariyê bû ku temenê xwe di bin zext û sirgûnê de, lê bi serbilindî di xizmeta miletê xwe de derbas kir. Ked û xebatên wî yên li ser hîmên çand û nasnameya Kurdî, ji bo nifşên nû dê her dem bibe rêber û çavkaniyeke bêhempa.

​Weke Komeleya Wêjekarên Kurd, em wefata vî zanyarê mezin wekî windahiyeke mezin ji bo hemû gelê Kurd û wêjeya cîhanê dibînin. Em sersaxiyê di serî de ji malbata wî re, ji dost û hevalên wî re û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

​Keda wî, dê rêya wêjeya Kurdî herdem ronî bike.

Komeleya Wêjekarên Kurd 

10’ê Sibatê, 2026

İlginizi Çekebilir

Amerika: Instagram ve YouTube hakkında açılan dava başladı
Sosyal medyaya yönelik ‘uyarıcı madde’ operasyonu: 346 kişi hakkında gözaltı kararı

Öne Çıkanlar