Daxuyaniya Sersaxiyê ya SOZDER’ê: Mîrateya Bozarslan Wê Her Bijî

Kurdi

Ji bo raya giştî û malbata Bozarslan…

​Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku kedkarê zimanê Kurdî, nivîskar, lêkolîner û zanyarê hêja Mihemed Emîn Bozarslan li bajarê Uppsala yê Swêdê, li xerîbiyê koça dawî kiriye.

​Mihemed Emîn Bozarslan ne tenê nivîskarek bû; ew di heman demê de seydayekî mezin û şopdarê ronahiyê bû. Wî bi pênûsa xwe, bi taybetî bi xebatên li ser Ehmedê Xanî, Mem û Zîn û elfebeya Kurdî, di dil û hişê her Kurdekî de cih girtiye. Şopên murekkeba pênûsa wî îro di her maleke Kurdî de dibiriqin û mîrateya wî ya zengîn wê bibe ronahî ji bo nifşên nû.

​Weke Komeleya Lêkolînên Çand Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZDER), em vê windahiya mezin a neteweyî wekî windahiya xwe dibînin. Em ji bo malbata wî, dost, heval û hemû gelê Kurd sersaxiyê dixwazin.

​Cihê wî bihişt be, serê gelê me sax be.

Komeleya Lêkolînên Çand Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZDER)

 

İlginizi Çekebilir

Weysi Dağ: Rojava ve Stratejik Başarısızlık…
Hakan Tahmaz: Güvenlik paradigması çağında Kürt Meselesi; Yeni statüko ve arayışlar

Öne Çıkanlar