Demîrtaş: Em amade ne ku ji bo aştiyeke birûmet alîkariyê bikin

Kurdi

🔴Selahattîn Demîrtaş got, “Em amade ne ku ji bo aştiyeke birûmet alîkariyê bikin.”

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan piştî nîqaşên “pêvajoya çareseriyê” çûn  cem hevserokên berê yên girtî yên HDPyê.

Hatîmogullari û Bakirhan pêşî li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê seriyek da serdana Fîgen Yuksekdagê.

Pişt re jî çûn Girtîgeha Edîrneyê û bi Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli re civiyan.

“Demîrtaş, Yuksekdag û Mizrakli amade ne”

DEM Partiyê li ser serdan û hevdîtinan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin, “Demîrtaş, Yuksekdag û Mizrakli amade ne ku ji bo aştiyeke birûmet alîkariyê bikin.”

Her wiha hat gotin ku derbarê pêvajoyê de heta niha ti gav nehatine avêtin û divê di vî warî de gavên berbiçav bên avêtin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez li gel kameraman Faruk Uysal, serdanên Hevserokên DEM Partiyê şopandin li ber girtîgehan agahiyên dawî ragihandin.

Hatîmogullari û Bakirhan 16ê Çiriya Pêşîn çûn cem hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê û hevdîtinê bi qasî 3 saetan ajot.

Hevserokên DEM Partiyê 17ê mehê jî li Girtîgeha Edîrneyê seriyek da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli.

Vê civînê jî derdora 4 demjimêran berdewam kir.

Hevserokên DEM Partiyê piştî hevdîtinan ti daxuyanî nedan çapemeniyê lê DEM Partiyê li ser hevdîtinan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku Demîrtaş, Yuksekdag û Mizrakli amade ne ji bo aştiyeke birûmet alîkariyê bikin.

Li aliyê din, li gorî medyaya nêzî CHPyê, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dê 21ê Çiriya Pêşîn li Girtîgeha Edîrneyê seriyekî bide Demîrtaş.

Divê were gotin ku ev dê bibe cara ewil ku Ozgur Ozel here cem Demîrtaş.

/rd/

İlginizi Çekebilir

ABC News: Netanyahu, İran’da vurulacak hedeflerin listesini onayladı
ECB anketi: Ekonomistler 2025 için büyüme beklentilerini düşürdü

Öne Çıkanlar