Dengbêja efsûnî Eda Mahdo îro koça xwe ya dawî kir…
Nîviskar İbrahim Şahin ser medyaya civakiya xwede ragihand ku, ev denbêja efsûnî çûye ser dilovaniya xweda…
Sahin wusa got:
”Dengbêja efsûnî Eda Mahdo jiyana xwe ji dest da.
Ew ê her dem wek jineke xurt û dengbêjek efsûnî di dilê civaka Kurd de bimîne, sembola jina ku rêya xwe ji sînoran asê dike û bi dengê xwe, dîrokê, êşê û hêviyê bi hev re dirêse.”
Nîviskar û helbeskar Heval Dilbirin ji ser medyaya civakiya xwede evi ani ser zıman:
Eda MAHDO!
Dengbêja KURD! Jineke XWE-BÛNparêz! Dengê dil û giyan û ziman û jiyaneke dîrokî! Îro deng û stran û giyanê xwe yê ku bi efsûniyeke KURDÎTIYA AZAD hatiye honandin û ristin ji ME re hişt û koça xwe ya dawî kir.
Tu jî dê her dem di dilê ME de, di têkoşîna ME de bijî…









