Wezareta Navxweyî ya Fransa ragihand ku ew ser sekinandina serlêdana penaberîyê ya Sûrîyan dixebite.
Li gora ragihandina wezaretê, çaverê ye hikûmeta Parîsê heta çend saetan biryara xwe bide.
Heta niha Almanya, Belçik, Holland, Austrîa û Yunanistanê ragihand ku ewê serlêdanên Sûrîyan yên jibo penaberîyê rawestînin.
Serhildayên Sûrî Şama paytext xist bin kontrola xwe û Serokê Sûrî Beşar Esad revî Rûsya.
Pêşveçûna beza ya serhildayan li dû şerê navxweyî ya 13 salan û rêvebirîya tund ya pirtir ji 50 salan hat.
Serhildayan îro Duşemê ji Telegramê ragihand ku hemî leşkerên di dewra Esad de kar kirine hatine efû kirin.
/Jêder: voa kurdi-reuters/