Li gor agahîyên hatine bi dest xistin drona Tikrî çend caran li pey hev sivîlên ku jibo daxwaza rawestandina êrîşan berê xwe dabûn bendavê, armanc kirine.
Rojnamevan Muhend Îbrahîm ku di bombebarana îro de birîndar bûye ji Dengê Amerîka re got ku, “Eve 11 roj in welatîyên bakur û rojhilata Sûrîyê nobeta piştgirîyê jibo HSD’ê li Bendava Tişrînê digrin, lê dewleta Tirkîyê bi rêya balafirên şer, dronan û balfirên xwekuj êrîşî karwanên li ser rê bûn dikir û çend roj in jî sivîlên li ser bendavê armanc digire”.
Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyekê ragihand ku di êrîşa îro de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne, herwiha ambulanseke ku birîndar vediguhestin nexweşxaneyan hatiye armanc girtin.
Bi vê yekê û li gor daneyên fermî di bîlançoya bombebarana artêşa Tirk de ya li ser karwanên sivîlan yên piştgirîyê didin û nobetdarin li bendava Tişrînê, hejmar digihêje, 12 kesan ku canê xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûne, ku di nava wan de rojnamevan û karmendên tenditustîyê jî hene.
Rûniştvanê Kobanî Xalid Ceradê ku di êrîşa berî du rojan ya li ser bendavê de birîndar bûbû wiha qala armancgirtina sivîlan kir:
“Me xwest piştgirîyê bidin şervanên HSD’ê ku xwîşk û birayên me ne daku moralên wan bilind bin, jibo parastina axa xwe, ava xwe û nirxên vî gelî, lê dewleta Tirk bi awayekî hovane em kirin armanc ku gelek şehîd û birîndarên me çêbûn”.
Hêjayî gotinê ye ku ev çend hefte ne şerekî dijwar di navbera HSD’ê û komên çekdar yên bi piştevanîya Tikrîyê li derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq ku li gundewarê başûr rojavayê Kobanê dikevin, didomin.
Karbidestên Tirk îdîa dikin ku êrîşên wan li dijî HSD’ê ne ku wan weke gef li ser ewlekarîya Tirkîyê dibînin, lê Xweserîya Demokratîk dibêje ku “Dewleta Tirk bendava Tişrînê ku sazîyeke jîyanê ye, herwiha sivîlan dike armanc ku ev êrîş sûcên şer in, û li dijî yasa û peymanên navnetewî ne û divê rawestin”.