🔴Di qonaxa play-off a 16’emîn a Lîga Şampiyonan de, tîma Real Madrid li derveyî malê bi encama 1-0 tîma Benfica têk bir. Lê belê, serkeftina Madridê di bin siya îdîayên nijadperestiyê de ma ku li dijî stêrka tîmê Vinicius Jr. hatin kirin.
Di lîstika ku li Lîzbonê hat lîstin de, di deqîqeya 50’emîn de Vinicius Jr. golek avêt û Real Madrid derxist pêş. Piştî golê, di navbera Vinicius û lîstikvanê Benfica Gianluca Prestianni de rageşiyeke tund derket.
Vinicius Jr. diyar kir ku Prestianni jê re gotiye “meymun” û yekser serî li dadwerê Fransî François Letexier neda. Dadwer protokola FIFA’yê ya “Ji Nijadperestiyê re Na” da destpêkirin û lîstik ji bo demekê hat rawestandin.
Lîstikvanê Benfica Gianluca Prestianni piştî lîstikê li dijî îdîayan daxuyaniyek belav kir û parastina xwe kir. Prestianni got:
“Ez dixwazim eşkere bikim ku min tu carî heqaretên nijadperestî li dijî Vinicius Junior nekiriye. Mixabin, tişta ku wî bihîstiye şaş fam kiriye. Ez tu carî li dijî tu kesî nijadperest nebûme.”
Di deqîqeyên dawî yên lîstikê de teknîkdirektorê Benfica Jose Mourinho, ji ber nerazîbûna tund a li hemberî biryarên dadwer, du kartên zer li pey hev dîtin û bi karta sor ji qadê hat dûrxistin. Mourinho wê di lîstika vegerê de li ser tribunê be.
Mourinho piştî lîstikê pesnê gola Vinicius da lê rexne li şêwaza pîrozkirina wî girt û got: “Divê wî golê bi hevalên xwe re pîroz bikira, ne ku alîgiran sor bikira.”
Hevalê tîmê Vinicius, Kylian Mbappe jî piştgirî da wî û destnîşan kir ku lîstikvanê Benfica pênc caran gotina “meymun” bikar aniye. Her wiha Federasyona Futbolê ya Brezîlyayê (CBF) jî ragihand ku nijadperestî sûcek e û ew her tim li pişt Vinicius in.








