Di Muzîka Kurdî de Dengekî Efsûnî: Yunus Dîşkaya

KurdiYazarlar

Yunus Dîşkaya muzîkjenekî dengxweş û meqamxweş e. Bi dengê xwe yê efsûnî û zîz helbestên Kurdî bi can dike û xwelîya li ser wan danî paqij dike. Muzîk ji bo wî wateya jîyanê ye. Ji bo jînkirina helbestan wekî wezîfedar dixebite.

Mihyedîn Nahrîn:

Heta niha gellek berehmên Cegerxwîn, Arjen Arî, Kamiran Alî Bedirxan, Omer Xeyyam û hwd. kirîye stran. Kesên carekî li muzîka wî ya efsûnî û dengê wî yê zîz guhdarî bike dibe muptelayê berhemên wî.

Me pirsên xwe ji birêz Yunus Dîşkayayî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Berî wê, ez dixwazim bi tiştekî din dest pê bikim. Ev hevpeyvîn ya yekem e ku ez bi Kurdî dikim û ez zanim Kurdîya min, ji bo niha, têra hevpeyvînê nake û hêvîdar im ku bi dilek xweşbîni were xwendin. Min nedixwest bi kêmasiya xwe ve Kurdî şêlî bikira, lê mirov mecbûr e ji derekê gava yekem biavêje û avê hinek bilerizîne. 

Muzîk li gor min ne mijarek intelektuel e. Wek xwarin û vexwarinê di jiyana min de cih digire. Lê wek xwarin û vewxarinê bi darê zorê nîn e. Ew tenê jîyana min a şexsî didomîne û mixabin bê jîyan jî muzîk nabe. Ji bo çêkirina muzikê ez dijîm. Wekî din jîyan ji bo min bi piranî barekî bêsînor e.

 Bi te muzîk divê ji bo gel an jî ji bo hunerê be?

Huner ji bo û wek hunerê tê afirandin û armancek din mirov nikare li ser hebûna wê biweşîne, lê hunermend dikare xwediyê sedemên muxtelîf be. Jiyana hunerê û mirovan ne yek e û armanc û sedemên wan jî nikarin bibin yek. 

 Albûmên min ên Kurdî ji bo min xwedîyê cihekî pir girîng in. Di hebûna wan de sedemên civakî serdest in, lê di çêkirin û mekanizmaya afirandinên wan de ti hest û ramanên civakî cih nagirin, nikarin bigirin jî.

 

 

Têkilîya her cûreyên hunerê bi warê civakî jî ne heman e. Hunerên ku bi ziman ve tên holê di xwezayên xwe de civakîtîyê xwedî dikin. Muzîk, ger tê de ziman tunebe, ne wisa ye. Hûn bixwazin jî nikarin wê têxin hundirê tiştekî din. Divê huner xwedîyê jiyanek taybet be û li terkîya tu rêwiyên civakî siwar nebe. Lê wekî min got, dema ku ziman tevlî hunerê dibe wê dixe navbera mirovan, wê demê hunermend nexwaze jî ew li ser referansên civakî ava dibe.Wê çaxê, armancên hunermendan jî di berhemên wan de hinek an jî bi gelemperî eşkere dibin. 

Tişta ku stranê dike nemir gelo gotin e yan jî awaz e?

Ev ne pirsek e ku ez bikaribim bersivê bidim. Li gor  min ziman ne parçeyek eslî ya muzîkê ye. Ziman ji bo min amûrek e. Lê ji ber ku ziman bi xwe alavê ifadekirina jîyanê ye naveroka wê amûrê jî ne wek amûrên din in. Ziman/vokal hestê zeman û mekanê muzikê de zêdetir dike. 

 Bi gotin an jî bê gotin, muzîk jîyana xwe dijî û muzîk li gorî min ji berî her tiştên din awaz/melodî ye. Lê ku tu bipirsî “awaz çî ye?”, ez jî nizanim.

Te kengî dest bi muzîkê kir û rêya muzîkê kê nîşanî te da? Di vê rê de kî ji te re bû alîkar?

Qasî ku bîra min de maye, ez li dora 15 salî bûm dema min dest avêt tembûrê. Du birayên min li tembûrê dixistin û yê ku li cem min bû ez hînî lêxistina tembûrê kirim. Tu kesî rêya muzîkê nîşanî min neda. Dengê temburê li her derê  hebû lê muzîk di nav malbata min de ne tiştekî baş an jî meqbûl bû. Li gor bav û dêya min muzîk heram bû û wan dixwest ez bibim mele û ez şandin Îmam Xetîbê. Heta min fam kir ku çi hatiye li serê min, min hema hema ew mekteb xelas kiribû. 

 Hikayeta muzîkê jî, di jiyana min de, wek her alîyên din, hikayeta tenêbûnê ye. Ew jî şêweyek tenêbûnê ye.

 Bi te şahê/a muzîka kurdî kî ye û tu ji xwe re wekî rêber kîjan muzîkjenan dibînî?

Şahên muzîkê tune ne lê şaheserên muzîkê hene. Muzîkjen dikare xwe û ava li derdora berhemên xwe biherimîne lê berhem nikarin. Li gor min ne tenê di muzîka Kurdî de, di muzîka cihanê de jî çend albûmên Ciwan Haco yên ku berî  “Derya” derketin, bi taybetî jî albûma “Sî û sê gule”, di navbera albûmên cihanê yên herî baştir de cih digirin. Divê muzîka min de jî bandora wan albûman hebe, lê muzîka min û ya Ciwan ji hev pir cuda ne. Bawer dikim bandora Tom Waits, Eloy,  New model Army, Deep Purple, King Krimson an jî Ahmet Kaya, Edip Akbayram, Aram Tîgran li ser min ji ya Ciwan zêdetir e. 

Muzîka Kurdî li gorî muzîka dinyayê di çi astê de ye? Di warê muzîkê de em bi pêş dikevin û an em li paş dimînin?

Bi rastî, ji sala 2000î ve, rewşa muzîka Kurdî ne baş e. Li cîhanê jî rewşa muzîkê ne pir baş e, lê zimanên din ne hewceyê awazên xurt in û dikarin jîyana muzîkê xwe bi derfetên kapîtalîst û dewletê bidomînin. Lê kurdî muxtacê xebatên bihêz e, Ji ber ku ne xwedîyê derfetên aborî ye ne jî dikare bi awayek aramî jiyana xwe berdewam bike.

 Bê gûman, ew ne tenê pirsgirêka muzîkjena ye. Guhdarên muzîka Kurdî jî divê muzîkên cûda û baş guhdar bikin, şîrketan û muzikjenan mecbûr bihêlin ku ew jî tiştên cuda û baş derxin. 

 Bi milyonan Kurd hene, lê Komek wek Siya Şevê, ew kom ku li gor min ji salên du hezaran ve albûmên Kurdî yên herî bihêz û  taybet derdixin, nikarin jîyana muzîka xwe wek komekî muzikê mina Noir Dèsir bidomînin. 

Gelo çima komeleyeke muzîkjenên Kurd nîn e ku mafên muzîkjenan biparêze?

Têkilîya min bi muzîkjenên din û bi komeleyan re tune ye. Ez nikarim li ser vê biaxivim. Lê ez texmîn dikim sedemên vê ji sedemên kêmasîya parastina mafên din ne cuda ne.

Xebatên te yê pêşerojê çi ne, tu dikarî hebekî ji me re behsa xebatên xwe bikî?

Ez niha li ser albûmeke xwe ya kevn dixebitim. Albûmekî bi Tirkî ye û nêzî 15 sal e ev li benda tomarkirinê ye. Di vê albûmê de pênc stran nehatibûn tomarkirin û weşandin.   Di demek nêz de ev albûm ê were weşandin.

 Piştî wê, nizanim ez ê dest bi kîjan albûmê bikim. Albûmek li ser helbestên Nevzat Çelik, du albûmên Fêrîkê Ûsiv bi navên Hesretdefter 3 û 4, albûma dawî ya Cegerxwîn, û albûmek din bi gotinên min li benda tomarkirinê ne. 

Çima albumên te bê bandrol in û tenê di torên medyayê de tên weşandin?

Beriya 15-20 sala belkî maneya vê pirsê hebû lê niha her tişt ji xwe re jiyanek nû peyde kir. Niha ez jî nikarim ji laşê xwe muzîkjenekî derxim, peşkeşî guhdar û şîrketan bikim. Ji bilî vê, cihê albûmên bi bandrol jî di jiyana tu kesî de nemaye. Her kes li ser medyaya dijîtal guhdarî muzikê dike. 

 Di nava albumên te de ya ku herî bêtir keyf dayî te kîjan e?

Dema ku ez qeyda stranekê li gorî standartên xwe bi serkeftî xelas dikim ez pê kêfxweş dibim. Car carinan stran bi temamî gorî daxwazên min çê dibe. Lê pir caran ew xebat bi qeneatkarî xelas dibe. Dema ez li stranên xwe guhdar dikim piranî kêmasîyên xwe dibihîzim. Piştî çend salan ancax dikarim albûmên xwe wekî albûmên xelkê bi aramî guhdarî bikim.

 Li gor min albûma min ya herî xweşik “Kamiran” e. Li alîyê muzîkê ve yê herî rind jî albûmên Cegerxwîn in. Bawer dikim her albûmê ku heta niha min weşand xwedîyê taybetîyeke “Kult” e. Ne hewceye ku bêjim ez vê peyvê bi wateyek erênî bikar tînim.

 Terza muzîka te terzek nû ye ji bo muzîka Kurdî. Heta niha terzek bi vî awayî nehatîye ceribandin. Tu dikarî behsa terza muzîka xwe bikî?

Bawer dikim, terza muzîka min bêterzbûn e. Heger ez înstrumentalîstekî hêja bûma, belkî muzîka min ê jî li ser wê qabilîyetê ava bibûya. Lê wek înstrumentalîstekî ez wesat im û nikarim li ser performansa amûran muzîka xwe ava bikim.

 Muzika min li ser orkestrasyon, cûrbicûrbûn û “sound” ê disekine. Muzika li derdora me bi piranî li ser awazên vokalîst disekine, dema ku vokalist karê xwe xelas dike vê carê amurek din heman awazê, melodiyê dubare dike. Muzîkjenên din ên ku hinekî ezmûnger in, dest bi wê melodîya vokalê berdidin, lê hemû tiştên din heman dimînin û vê carê li şûna wê awazê bi amurek din bi serbestî digerin. Dema aranje dikim,  ez piranî xwe ji awazên vokalê û orkestrasyona di bin vokalê azat dikim û di navbera vokalan de tiştên din diceribînim. Lê car carinan, stran dubare kirina wê awazê ji te dixwaze û heger tu guh nedîyê, ew ceribandinên te awaza stranê difetisînin. Heta stran bi temamî xelas nabe, ez nizanim tercîhên min baş an jî xerab bûne. 

 Ez tenê di albûmên Cegerxwîn de xwe serbest dihêlim, lê dema ku helbest pir dirêj be, cihê serbestîye jî namîne. Di albûmên din de, ez terzek sade û taybet digerim. Lê ji ber ku amûrên ez her tim bi kar tînim heman in û ez bi tenê her tiştî dikim, ew taybetî bi awayek pir cuda xwe eşkere nake. 

 “Muzîkjenê Malê” wekî nasnav bi kar tînî, sedema/ên vê yekê çi ye/ne? Gelo îhtîmalek heye ku guhdarên te rojekê li ser dikê bi awayekî zindî li te guhdarîbikin?

Min ew nasnav ji bo malperekê internetê  bi henekî bikar anîbû, lê niha xuya ye ku ew şaşitîyek bûye. Rast e, ez her tiştî li malê dikim lê min tu caran xwe wek muzîkjen an jî hunermendekî nehesiband. 

 Meseleya dikê ne tenê ya xwestinê ye. Ji bilî çend demên awarte, min di emrê xwe de li ser dikê stranekî nexwendiye û li amûrekî nexistiye. Ji vir pê ve jî, ez bawerim nikarim xwe li ser wî karî bielimînim. 

 Navbera te û helbesta Kurdî çawa ye?

Ji sala 2013yî ve, têkiliya min û hemû alîyên jiyanê kêm e. Heta wê salê stranên min ên ji albûman yek bi yek li ser internetê hatibûn weşandin. Wê salê min dest bi tomar kirina albûman kir û heta niha bê rawestin dewam dike. 

Qasî ku wextê min heye ez dixwînim, lê niha pêşvebirina Kurdiya min ji têkiliya min û helbestan girîngtir e ji bo min. 

Bi piranî helbestvanên ku rehmetkirî (Cegerxwîn, kamiran A. Bedirxan,  Arjen Arî, Omer Xeyyam…) helbestên wan dikî stran, sedema vê yekê çi ye?

Ev yek bi kurdîya min ve girêdayî ye. Min bi helbestên ku bi formên tradîsyonal û bi zimanek zelal û hêsan hatine nivîsandin dest bi strandina Kurdî kir. Dema ku min ji zimanê Arjen Arî fam kir, min dest bi strandina helbestên wî kir. 

 Helbestvanên modern bi piranî awayek serbest dinivîsin. Strandina wan ji yên din dijwartir in û ger zimanê wan jî ne hêsan be bêhtir dijwar dibe. Ez naxwazim strandin ji bo min bibe xebatek dilsar. Dema ku kurdîya min dihêle ez helbestekê bi hêsanî bixwînim, wê çaxê ew helbest dibe îhtimalekî ji bo strandinê.

 Yanê ez ne li benda mirina helbestvana me.

 

Ji bo guhdarîkirinê:

Soundcloud: https://soundcloud.com/evsanatcisi

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCR608j1uN0jQrY21O-Jrphw

 

İlginizi Çekebilir

Ukrayna’ya ait 2 Mi-8 helikopteri kaza yaptı, 6 pilot öldü
Lezgin Botan: Kelha Dêrgulê ve Zap Direnişi!

Öne Çıkanlar