Di Tifaqa 6 Partiyên Rojhilat de Kî Hene û Armancên Wan Çi ne?

Kurdi

🔴Şeş partiyên siyasî yên Kurd ku li Rojhilatê Kurdistanê xebatên xwe dimeşînin, bi armanca parastina gel û destkeftiyên Kurdan îtîfaqeke hevbeş ava kirin. Gelo ev partî çi armanc dikin û çima ev îtîfaq hat avakirin?

Partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojhilat, ji bo parastina gel û parastina destkeftiyên Kurdan îtîfaqeke siyasî ya hevbeş ava kirin. Ev partiyên ku xwedî xetên siyasî, slogan û dîrokên têkoşînê yên cuda ne, li dora armanceke neteweyî bûn yek û biryar dan ku bi helwesteke siyasî ya hevbeş tevbigerin.

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê êrişên hewayî dan destpêkirin, di 22’yê Sibata 2026’an de pênc partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojhilat bi navê “Îtîfaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” biryara têkoşîna hevbeş girtin.

Partiyên ku Tevlî Îtîfaqê Bûne:

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)

Sazmanî Xebat (Rêxistina Xebat a Kurdistana Îranê)

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê

Duh jî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê daxuyand ku ew tevlî îtîfaqê bûne. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got: “Ji bo berjewendiyên gelê xwe, me biryara tevlîbûna îtîfaqê da.” Endamên îtîfaqê jî diyar kirin ku ew ji vê biryarê kêfxweş in.

Bi vî rengî, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê gihîşt şeş partiyan.

Nasnameya Partiyên di Îtîfaqê de:

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ):

Yek ji partiyên herî kevin ên Rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 1945’an de li Mehabadê bi slogana “Ji bo Îranê demokrasî, ji bo Kurdistanê otonomî” hat damezirandin. Sekreterê giştî yê partiyê Mistefa Hicrî ye.

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê:

Ev partî di sala 1969’an de hat damezirandin û xwedî xeteke sosyal-demokrat e. Partiya ku ji aliyê Abdullah Muhtedî ve tê birêvebirin, girîngiyê dide hevkariya bi hêzên muxalif ên li Îranê re.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK):

Di sala 2004’an de hat damezirandin. Partî xebatên xwe li ser bingeha ramanên Abdullah Öcalan dimeşîne û bi pergala hevserokatiyê tê birêvebirin. Di roja me de hevserokên wê Peyman Viyan û Emîr Kerîmî ne. PJAK bi taybetî li ser azadiya jinê û modela rêveberiya xweser a demokratîk disekine.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK):

Di sala 1991’an de hat damezirandin. Berpirsê partiyê Huseyn Yezdanpena ye. Slogana partiyê “Serxwebûna Kurdistanê” û veqetandina Rojhilatê Kurdistanê ji Îranê ye. Ji ber vê yekê, li gorî partiyên din ên di îtîfaqê de, wekî hêzeke neteweperwer û radîkaltir tê nirxandin.

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê:

Di sala 2007’an de piştî dubendiyekê di nav komeleyekê de hat damezirandin. Li ser mafên karkeran, çînên feqîr û siyaseta sosyalist hûr dibe. Sekreterê giştî yê partiyê Reza Kebî ye.

Rêxistina Xebat a Kurdistana Îranê (Sazmanî Xebat):

Ev rêxistina ku di sala 1980’yî de hat damezirandin, wekî tevgereke neteweyî-olî tê pênasekirin. Her çend parastina cudakirina karên ol û dewletê bike jî, girîngiyê dide parastina nirxên olî yên civaka Kurd. Sekreterê giştî yê rêxistinê Babêşêx Huseynî ye. Ev rêxistin di nav îtîfaqê de wekî yekane hêza siyasî ya îslamî balê dikişîne.

/Çavkanî: ROJNEWS/

İlginizi Çekebilir

İran’dan Nahçıvan açıklaması: “Komşu ülkeleri hedef almıyoruz”
Di Navbera Leşkerên Amerîkî û Iraqî de Şer Derket: 1 Mirî, 2 Birîndar

Öne Çıkanlar