Dogan Hatûn: Me gotibû ‘Em ê werin, ew ê herin…’

KurdiVideo

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd bi tevlibûna herzaran kesan, konsera Koma Hevra û Kardeş Turkuler li dar xist. Tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyan, gelen nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û hezaran kes tev li konserê bûn. 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî wiha axivî: “Me gotibû ku ‘Em ê werin, ew ê herin, dê kolanên me dîsa bi çand û zimanê kurdî tije bibe.’ Me soza xwe girt. Em hatin ew çûn, kolan êdî yên me ne. Dê zimanê me, çanda me, hunera me ji van kolanan kêm nebe. Em ê ji bo azadiya xwe xwedî li axa xwe, zimanê û çanda xwe derkevin. Azadî li benda me ne. Bi qasî ku ev qad tije bibin azadî nêz e. Ev destpêk e. Me sozên mezin dabûn. Em ê sozên xwe yek bi yek pêk bînin. Ev qad ji bo kurdan qadekî pîroz e. Dê ev qad her tim ji bo azadiya me tije bibe.” 

/Ajansa Mezopotamya/

İlginizi Çekebilir

Pentagon: Amerika, İran ve vekillerini engellemeye kararlıdır

Öne Çıkanlar