Doğan Hatun: Mifetîş ji ber zimanê Kurdî hatine tayînkirin

Kurdi
🔴 Hevşaredarê Amedê Doğan Hatun diyar kir ku mifetîş ji ber zimanê Kurdî hatine tayînkirin…Li ser Zarokistana ku li Amedê hatibû vekirin lêpirsînê dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo perwerdeya zarokan kreşa bi Kurdî ya bi navê “Zarokistan”ê vekiribû.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser Zarokistanê lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de 2 mifetişên milkiyeyê hatin erkdarkirin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê di daxuyaniya çapemeniyê de ev yek piştrast kiribû.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî ev agahî piştrast kirin.

Li gorî hevşaredar her çiqas bi awayekî fermî peywirdarkirina van mifetîşan teknîkî bixuye jî di rastiya xwe de ji ber zimanê Kurdî hatine şandin. 

“Mifetiş ji ber Kurdî hatin tayînkirin”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun li ser tayînkirina mifetişan wiha got:

“Bi rastî ji me re negotine hûn li vir perwerdehiya Kurdî didin û ji ber wê em hatine.

Bes em dizanin ku bingeh ew e. Bi xwe nikarin bibêjin lê bi rê û rêbazên cuda tên.

‘Me jî gotiye em gav bipaşve navêjin’ û em dê herî kêm li her taxekê dê zarokîstanekê vekin. “

Berpirsên Platforma Zimanê Kurdî PZKyê jî li hemberî peywirdarkirina mifetîşan nerazîbûn nîşan da.

PZKyê ji hemû hilbijêrên Kurd dixwaze ku zextê bidin ser hemû şaredariyên di destên partiyên din de jî ku li her derê ji bo zarokên Kurdan zarokîstanan vekin.

“Bila şaredariyên CHP û AK Partiyê jî pêşdibistanan vekin”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser meseleya pêşdibistanên Kurdî wiha got:

“Divê xelk zorê bide wan şaredariyên ku di destê CHP û AK Partiyê de ne û ji wan bixwaze ku kreşên zimanê Kurdî vekin.

Madem mafê perwerdeya zimanê Kurdî mafekî rewa ye û madem ’zimanê Kurdî dewlemendiya vî welatî ye’ bihêlin ji kerema xwe re bila zarokên me bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî fêr bibin.

Hûn jî kreşan vekin. Helbet tenê gotin têrê nake.”

Beriya hetfeyekê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de li 2 cihan zarokistan hatibûn vekirin.

Piraniya berbijêrên DEM Partiyê beriya hilbijartinê soza avakirina zarokistanan dabûn hilbijêrên xwe.

/rd/

İlginizi Çekebilir

Netanyahu: Kuzeyde güç dengesini değiştirme sözü verdik; bunu yapıyoruz
Başarır: Ekrem Bey’e siyasi yasak getirmeyi hayal edenler pişman olur

Öne Çıkanlar