Du pirtûkên nû ji Pall Weşanê: Zemanekî li Sê Welatan û Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê
JI Ciwanmerd Kulek piştî 9 salan romaneke nû
Romana Ciwanmerd Kulek ya nû bi navê “Zemanekî li Sê Welatan” ji Pall Weşanê derket. Ev şeşemîn romana nivîskar e û piştî 9 salan bi romaneke nû derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.
Ciwanmerd Kulek di vê romana xwe de tarîxeke dî ava dike û dide pey şopa daw û doza sê malbatan di dema şikestin û raperînên li Sê Welatên Kurdistanê de.
Danasîn:
Ev roman berê xwe dide rabirdûyê û dahatûyeke dî jê saz dike. Nexşe û nîzamên ji yên îro cudatir tên danîn li dinyayê. Herba Mezin tenê du salan dewam dike. Monarşî ne li Romê, ne jî li nav Ûris hildiweşe. Li Sê Welatên Kurdistanê yên di navbera zilhêzan û werçerxên mezin de dinalin, çerxa felekê bi raperîn û şikestinan digere heta ku dewleteke nû ava dibe. Her di wê demê de, daw û dozeke ku bi dirêjahiya nifşan didome qedera sê malbatan serobino dike. Li aliyekî mehkûmî, rev û gera li pey heyfê, li aliyekî dî hêvî, mirad û bênesîbî. Li aliyekî mirovên winda, li aliyekî miriyên ku hîn jî li nav zindiyan digerin. Û bêdengî, bêdengiyeke ku her tiştî ji nû ve dide sehkirin…
Ciwanmerd Kulek piştî neh salan bi romaneke nû tê pêşberî xwendevanên xwe û wan dibe zemanekî dûr ê tijî ji serhatî û bîrhatiyan. Zemanekî li Sê Welatan, şi‘reke dirêj û bênavber dinehwirîne li ser çarenivîsa mirovan.
Ciwanmerd Kulek:
Di 1984an de ji dayik bû. Romana wî ya yekem Nameyek ji Xwedê re di 2007an de çap bû. Ji bilî romanên Otobês (2010), Zarokên Ber Çêm (2012), Defterên Perrîdankan (2014) û 20:39 (2016) heta niha sê kitêbên wî yên çîrokan derçûne: Çar Yek (2015), Çar Neçar (2017), Çar Mîx (2019). Yekane berhema wî ya ne-pexşan bi navê Strana Şev û Rojekê çap bûye ku tê de formên helbestî yên zargotina kurdî hatine bikaranîn. Gotarên wî yên ku di navbera salên 2009-2021ê de hatine nivîsîn bi navê Serê We Neêşînim: Qiseyên Dûdirêj di 2022yan de wek kitêb çap bû.
Kitêbeke ewil a çîrokan ji Îmad Bernas
Kitêba ewil a Îmad Bernas “Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê” ji Pall Weşanê derçû. Kitêb ji neh çîrokan pêk tê û di 12 salan de hatiye nivîsîn. Em di van çîrokan de bi vegotineke têra xwe şexsî, guherîna hafizeyeke mekanî, kulturî, civakî û polîtîk a Amedê dibînin.
Danasîn:
“Ji Yuksek Kahveya ku her tim tije ye û çi biçûk çi mezin di her temenî de mişteriyên wê hene, derbasî ser Cadeya Gewranê bûm û piştî geryaneke bêarmanc ji cadeyê qulibîm kolana Buket Lahmacun tê de û ji ber Mona Cafeyê dageriyam ba Karga Cafeyê û gihîştim hember Janya Cafe Dönerê. Gelo Rênas Jiyan qe tê vê cafeyê an jî kesên tên vê cafeyê haya wan ji wê helbesta wî ya bi heman navî heye?! Belkî Janya bi xwe tê vir carna. Fermo, em bi hev re donerekê nexwin li vir Janya?”
Îmad Bernas bi vê kitêba xwe ya ewil a çîrokan wek flanorekî me li kuçe û kolanên Amedê digerîne, pala me dide bedenên wê yên qayîm û di nav mekanên wê de piyase dike. Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê ya ku di navbera salên 2012 û 2024an de hatiye nivîsîn, bi vegotineke têra xwe şexsî dide pey şopa guherîn û hafizeya bajarekî ya van salên dawî.
Îmad Bernas:
Di sala 1988an de li Gevera Colemêrgê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Geverê, lîse li Enqereyê xwendiye. Ji beşa Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha Marmarayê ya li Stenbolê derçûye. Di destpêka salên 2010an de bi kovara Pêngavê dest bi nivîsina kurdî kir û herwiha di gel kovara Pêngavê nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, W, Asîva, Wenda, Nûbihar û Jehr de jî weşiyan. Ji 2012an vir ve li Amedê dijî. Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê, pirtûka wî ya yekem e.
Xwendevan dikarin van herdu kitêban ji pallwesan.com û pirtûkfiroşan bixwazin.