Emîne Şenyaşar beşdarî Çalakîya Dayikên Şemîyê dibe

Kurdi

Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar dîyar kir ku dîya wî Emîne Şenyaşar wê piştgirî bîde çalakîya hefteya 1000’î ya Dayikên Şemîyê.

Şenyaşar got ku dîya wî wê seba piştgirîya jibo Dayikên Şemîyê ji çalakîya xwe ya li pêş Wezareta Dadê ya Tirkîyê here Qada Galatasarayê ya Stenbolê.

‘’Dayikeke ku hêlîna wê belav bûye 111 roj in li Enqerê li nobeta edaletê ye. Sala 2018’an mêrê wê û zarokan wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê hatin kuştin.’’

Wî dîyar kir ku li nexweşxaneya dewletê sûcê mirovahîyê çêbûye û got ku sûcdar bi berevanîya îqtidara sîyasî serbest in.

Şenyaşar got ku wan dikira îro Înê li bi pêşengîya rêxistinên hiqûqê li pêş Wezareta Dadê preskonferansek bida, lê wan jiber çalakîya hefteya 1000’î ya Dayikên Şemîyê ew preskonferansê li 31’ê Gulanê paş xistiye.

Cîgira Serokê Koma Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Ozlem Zengîn do Pêncşemê gotibû ku Dayikên Şemîyê wê karibin jibo çalakîya bi beşdarîya mezin ya hefteya 1000’î li Qada Galatasaray ya li Stenbolê bicivin.

Zengîn dîyar kiribû ku ew ser destûra jibo beşdarîya fireh ya li çalakîya hefteya 1000’î ya Dayikên Şemîyê bi Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya û Walîyê Stenbolê Davut Gul re peyivîye.

Wê gotibû ku jibo wan êş û xemgînîyên Dayikên Şemîyê girîng in, lê ew naxwazin ku ji wan êşan rêkeke din derkeve û ew jibo karên din werin karanîn.

Dayikên Şemîyê ji 27’ê Gulana 1995’an vir ve her Şemî li Meydana Galatasarayê jibo kesên dema desteserkirinê hatine hinda kirin çalakîyên rûniştinê li dar dixin.

Wê koma dayikan îsal Xelata Mafên Mirovan û Azadîyê ya Tahîr Elçî sitandibû.

/Jêder: Ajansa Mezopotamya-voa/

İlginizi Çekebilir

Ali Engin Yurtsever: Seferberlikten Savaşa 
Cumartesi Anneleri 1000. hafta: Kayıp yakınları ne istiyor?

Öne Çıkanlar