Eziz: Tirkîye dixwaze têkilîyên navbera parçeyên Kurdistanê qut bike

Kurdi

“Armanca Tirkiyê ji êrîşkirina ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ew e ku Kurdistana Tirkiyê, Îraq û Sûriyê ji hev cuda bike. Ew dixwaze astengîya hebûna Kurdan di navbera Tirkîyê û welatên Erebî de rake,” lêkolerê peywendîyên navnetewî Serdar Ezîz, ji Dengê Amerîka re got.

Tirkîyê ji 15’ê Hezîrana 2024’an ve bi behaneya êrîşa ser Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest bi operasyoneke bejayî ya nû li Herêma Kurdistana Îraqê kiriye.

“Tirkîye ji bilî veqetandina parçeyên Kurdistanê ji hev, bi avakirina herêmeke leşkerî dixwaze liv û tevgera di navbera Qendîl û Rojavayê Kurdistanê de jî nehêle. Ev plana dem-kurt ya Tirkîyê ye,” Ezîz got.

Lê ew herwiha dibêje ku “Plana demdirêj ya Tirkiyê jî ew e ku Kurd êdî asteng nemînin di navbera wê û cîhanî Ereb de, ku rasterast nêzîkî Mûsilê û navçeyên Erebî yên Sûriyê bibe.”

Di 22’ê Nîsana 2024’an de Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan serdana Îraqê kir û bi karbidestên payebilind yên wî welatî re di warên ewlehî, bazirganî, av, geşepêdan û yên din de 26 rêkeftin û peyman îmze kirin.

Ezîz got ku Îraq nîşana hemahengiya di navbera Îran û Tirkîyê de ye û wiha got: “Hin nîşan hene ku Îraq piştgiriyê dide operasyonên Tirkiyeyê. Zexta medyaya Îraqê ser hikûmeta Sûdanî kêm e û haya hikûmeta Îraqê ji êrîşên Tirkîyê heye.”

Serdar Ezîz got jî ku hikûmeta Îraq û ya Tirkiyê derbarê vê pirsê di nava hevkariyê de ne û haya hikûmeta Bexda ji plana Tirkiyê heye lê bêdengî serdest e.

Endamekî rêxistina Amerîkî ya CPT’ê diyar kir ku Tirkîyê meha borî li gundên navçeya Amêdîyê xanîyên 19 welatîyên sivîl bombe kirine û şewitandine.

Kamîran Osman, endamê tîma Îraqê ya CPT, ji Dengê Amerîka re got, “Neh gund bi tevahî hatine valakirin, du projeyên avê hatine armanckirin û elektrîk li 5 gundan hatiye birîn.”

/Jêder: Vao-Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Aşırı sağcı adaylar AP Başkan Yardımcılığı pozisyonlarında yer bulamadı
Avrupa Birliği’nin boykot kararına Macaristan’dan tepki: AB kurumlarına zarar verir

Öne Çıkanlar